Divê em nebin siwarê hespê dijminê xwe
Hemdusena Demirel
Bê guman, li bakûr ê Kurdistanê desthilatdar bi hêza Kurdan tê guhertin. Her cara ku di navbera desthilatdariya Tirkîyeyê û mixalefetê de alozî dertên, herdu alî jî dixwazin Kurda bikşînin gel xwe û hêza Kurda li beramber hev bikarbînin û armanca xwe pêk bînin.
Di dawîyê de jî benik bixin stûyê Kurda û wan siza bikin.
Erdogan dema dixwest pergala serokatiyê bîne Tirkîyeyê, Selehattin Demirtaş li hember vê yekê bertek nîşan da û got: “emê te nexin serok” Devlet Bahçelî jî vê yekê weke ku “Erdogan dixwaze Kralîyeta xwe ava bikê” pênase dikir û li hember derdiket.
Lê piştî çend mehan derbeya leşkerî ya 2016an ya li Tirkîyeyê pêk hat Selahattin Demîrtaş, ji ber bûyerên Kobanê hat desteserkirin.
Bahçelî piştevanîya Erdogan kir û di referandûma 2017an pergala serokatiyê anîn Tirkîyeyê. Dûvre MHP û AKP tifaqa Cumhur avakirin û beşdarî hilbijartinên pêşwext yê 2018 an bûn. Di encama vê hilbijartinê de MHPê parlementerê xwe zêde kir. AKPê jî deshilatdarîya xwe xurt kir.
Di hilbijartinên mehelî yê 2019an de CHPê, bi piştevaniya HDPê, Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê û Şaredariya Bajarê Mezin ya Enqerê bidestxist.
Di vê pêvajoyê de HDPê, di berjewendîya CHPê de, hêza kurda li dijî Hikûmeta AKPê bikar anî.
AKP û MHP, ji ber ku pergala serokatîyê anîn Tirkîyeyê biserketin. CHPe, jiber bidestxistina Şaredariya Bajarê Mezin,ya Stenbol û Enqerê biserket.
Kurd jî bi kuştin, bi heps û koçberîyê hatin sizadan!
HDP bi vê sîyaseta xwe ya şaş, bi piştvaniya CHPê, bu alîyekî dagirkeran û bû sebebê serkeftina hemû dagirkeran û sizadana Miletê Kurd.
Lê belê dagirker tenê ji Partîya desthilatdar pêk nedihat! Ku HDP bû piştevanê beşekî dagirkeran û hêza Kurda di berjewendiya beşeke dagirkeran de bikaranî.
Ew mesela wan ya navxweyî bû! Divê Kurd di rewşên weha de, xwedî îrade bin! Sekneka niştîmanî nîşan bidin û li gor berjewendîyên xwe tevbigerin. Divê nebin siwarê beşekî dagirkeran û ji bo demokrasîya ku tu carî li Tirkîyeyê peyda nebûye neçin sêdarê.
Piştî deh salan, 19.03.2025an de, dîsa di navbera Partîya desthilatdar û mixalefetê de alozî derket.
Heman senaryo îro dîsa li holê ye!
Serokê Şaredariya bajarê mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, bi hinceta alîkarîya terorê, bêusûlîyê û gendeliyê, roja 19.03.2025an hat desteserkirin.
Piştî desteserkirina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, alîgirên CHPê li Kolana Îstiklalê,Taksîm û Qada Saraçhaneya Stenbolê, dest bi xwepêşandanan kirin.
Di xwepêşandanan de, nerazîbûna xwe ya li dij desteserkirina Îmamoglu dîyar kirin.
Lê belê alîgirên CHP jî benik xistin sitûyê Şêx Seîd!
29 ê hezîrana 1925an darvekirina Şêx Seîd ya li Qada Derîyê Çîyê, bi navê niha Qada Şêx Seîd nebes bû, piştî sed salî, di sala 2025an de heman zîhniyet li Qada Saraçhaneyê, Şêx Seîd dûbare darvekir û rastîya sed salî, ya partiya CHP ya damezrênerê dewleta Tirkîyeyê careke din raxistin ber çavan.
Deshilatdar û mixalefeta dagirker, hîn bibûn ku Kurd di ber wan de, şerê wan yê qirêj bimeşînin û di dawîyê de jî wan, bi sizadanê xelat bikin!
Lê belê vê carê Miletê Kurd guhên xwe ji bangewazîya nobedarên demokrasîya Tirkan, ji partîya DEMê re girtin û nebûn siwarê hespê beşeke dagirkeran û derneketin qadan.
“Dagirker, ji Partîya desthilatdar tenê pêk nayê” AKPe çawa dagirker be CHP, MHP, ÎYÎ PARTÎ û DEVA jî wusa dagirker e!
Di destên teva de xwîna kurda heye!
Divê Miletê Kurd şerê wekaletê nemeşîne, nebe siwarê hesppê beşekî dagirkeran û xwe neke qurbana demokrasîya Tirkîyeyê. Divê bi hişmendiyeke neteweyî bifikire û li gor berjewendîyên xwe tevbigere.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin