'Dive NATO Tirkiyeyê neparêze'
Hikûmeta Hollandayê radigihîne, heger Tirkiye bi êrîşekê re rûbirû bimîne divê NATO Tirkiyeyê neparêze.
A+A-
Serokê Partiya Xirîstiyanan Gert-Jan Segers ji rojnameya Hollandî De Telegraafê re axivî û got, Tirkiye li Rojhilata Navîn bûye welatekî êrîşker û bi operasyona Efrînê sînora xwe derbas kiriye û ew vê pêgeha Tirkiyê şermezar dikin.
Gert-Jan Segers got jî, heger welatek êrîşî Tirkiyê bike û Tirkiye daxwaza alîkariyê ji NATOyê bike, divê NATO Tirkiyê neparêze.
Hikûmeta Hollandayê ji 4 partiyan pêk tê û Partiya Xirîstiyanan jî yek ji wan e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin