‘Divê piştî Şingalê, Kerkûk û hemû deverên din jî werin asayîkirin’
‘Divê piştî Şingalê, Kerkûk û hemû deverên din jî werin asayîkirin’
Endamê Serkirdayetiya Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê (PSDK) û Berpirsê Melbenda PSDKê li Kerkûkê Resûl Reûf got, rêkeftina asayîkirina Şingalê gelekî baş bû û divê piştî Şingalê rewşa Kerkûk û herêmên din jî werin asayîkirin.
Resûl Reûf ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Her hengaweke bo asayîkirina rewşa axa Kurdistanê ji Şingalê heta Xaneqînê ku zirar ji şerê DAIŞê dîbûn gelekî baş e. Cihê kêfxweşiyê ku Şingal û herêmên din werin asayîkirin û xelkê herêmê vegerin ser mal û zadên xwe. Rêkeftina Herêma Kurdistanê û Iraqê, hengaweke girîng e bo asayîkirina Şingalê. Em hêvîdarin piştî wê rêkeftinê Kerkûk û herêmên din ê Kurdistanî jî werin asayîkirin û lewre niha ji aliyê ewlehiyê ve nearamî li wan herêman heye.”
Resûl Reûf destnîyan kir, bi hatina aramiyê li hermên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê wê xelkê penaber vegerin ser malên xwe û ew hêvî dikin di demeke nêzîk de Kerkûk û hemû herêmên din jî werin asayîkirin.
Roja 9ê Cotmeha 2020an Hewlêr û Bexdayê rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê îmze kirin ku rêveberiyeke nû tê avakirin û hemû hêzên Heşda Şeibî û PKKê jî têne derxistin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin