Îbrahim Guçlu

Îbrahim Guçlu

Yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

Divê PKKê dev ji xirakirina Kurdistanê û ji êrîşa PDKê berde; Kurdistanê terk bike

A+A-

Îbrahîm GUÇLU 

PKKê, ne rêxistineke Iraqê û Başûrê Kurdistanê ye; ne rêxistina Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ye; ne jî rêxistina Îranê ya Rojhelatê Kurdistanê ye.

PKKê, di destpêkê de di sînorê Dewleta Tirk de li hemberî Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê wek rêxistineke operasyonel û taşeron û dewletê ava bû.  

PKKê, piştî Dewleta Tirk jî heman ket bin xizmeta Dewleta Sûriyeyê û Rejîma Baasê (Beisê) û Dewleta Iraqê ya di bin Rejîma Baasê (Beisê) de û Dewleta Îranê ya îslamî û Teokrat.

PKKê qasî ku Dewleta Tirk xwest zirar da Bakurê Kurdistanê. 

Hîn jî ev pêvajoya zirardayina Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û Rojhelatê Kurdistanê dom dike.

Lewra gelek aşkere ye ku şertên Kurdan, şertên PKKê bi xwe, şertên Dewleta Tirk jî hatine gûhertin; PKK bi awayê çekdarî nikare li hemberî dewletê gav bavêje û bi riya parlamaenterî û hilbijartina Herêmî ji bona xwe cî çêkiriye, lê dîsa jî şerê çekdarî didomîne û encama ev şerê çekdarî yê bê wate ciwanên Kurdsistanê dide kuştin û dikuje.

PKKê ji hemû beşên din zêdetir jî zirar da Dewleta Federe ya Kurdistanê. Di vê qonaxê xde jî xeteriya PKKê li Başûrê Kurdistanê dom dike.

Lewra Dewleta Federe ya Kurdistanê li ser axa Başûrê Kurdistanê ava bûye. PKKê dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê ku hemû hevî û helîna Kurdan e, ji holê rake.

PKKê bi hêz û dewletên dijminên Dewleta Federe ya Kurdistanê re di nav tîfaqê de ye, dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rake.

PKKê wek rêxistineke dagirker bi deh salan e ku bi sedan gundên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye.

PKKê, heval û taşerona Dewleta Îranê, Haşdî Şabî û nîjadperestên ereban e. 

Şengal di bin ev tîfaqa xeter û qirêj de ye. Çend sal bere Hikûmeta Federal û Hikûmeta Kurdistanê biryar dan ku PKKê Şengalê terk bike, PKKê li ser navê Haşdî Şabî li Şengalê hebûna xwe didomîne. Bi wan ve li Başûrê Kurdistanê teror çê dikin. 

PKKê dijminitiya hemû partiyên Başûrê Kurdistanê ye. Bi taybetı jî, PDKê ji bona xwe asteng dibine ji wê re dijminitî dike. Stratejiya wê ew e ku dema PDKê tasfiye bike, dikare bi hêsanî Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rake û rakin.

PKKê hiqûq û sîstema Dewleta Federe ya Kurdistanê rewa qebûl nake.

PKKê bû sedem ku Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê operasyonan çê bike û qadeke ewlewî çê bike.

Diviya bû ku Dewleta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê heta nûha ji bona desthilatdarî û serwerî û pergela xwe ya siyasî û hiqûqî biparêze çareseriyekê bibinin, PKK tasfiye bikin. Hezar mixabin nekirin.

Di van mehên dawî de Hikumeta Federal ya Iraqê biryar da ku PKKê “rêxistineke qedexe” ye, wek rêxistina baasê (beisê).

PKKê dîsa jî aqil negirt sere xwe. Hikûmeta Federal ya Iraqê û Dewleta Tirk bi hev re li dijî PKkê operasyonan didomînin.

PKKê ji helwesta xwe ya xeter dev bernade. Lewra patron û efendiyên PKKê ji wan daxwaz dikin k udi her şertekî de zirarê bide Dewleta Federe ya Kurdistanê.

PKKê loma jî li dijî Hikûmeta Federe ya Kurdistanê û PDKê êrîşeke mezin didomîne. Li Hikûmeta Kurdistanê û li PDKê îftîra dike. 

Rastiyek aşkere heye ku hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê ne rewa û ne hiqûqî ye. Biryara Hikûmeta Federal ya Iraqê di derbarê PKKê de jî vê rastiyê erê dike.

PKKê di heman dem de li Başûrê Kurdistnaê dagirker û terorîst e. Bi Dewlet û Rêxistinên li dijî Dewleta Federa yên Kurdistanê re di nav tîfaqeke qirêj daye.

Loma ez û hemû kurd daxwaz dikin ku divê PKKê dev ji xirakirina Kurdistanê û ji êrîşa PDKê berde; Kurdistanê terk bike.

Tetwan, 29. 07. 2024

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar