Dîyarbekir: Bi dîyarîyan zarokan teşwîqê camîyan dikin!

Dîyarbekir: Bi dîyarîyan zarokan teşwîqê camîyan dikin!

Li Diyarbekirê MUSIAD di germa havînê de ji bo zarokan teşwîqê camîyan û xwendina Quranê bikin dîyarî didin wan.

A+A-

Li Diyarbekirê MUSIAD (Rêxistina Musteqil a Sanayî ya Karmendan) di germa havînê de ji bo zarokan teşwîqê camîyan û xwendina Quranê bikin dîyarî didin wan.

Piştî du mehên perwerdeya Quranê ji bo zarokan merasimekê li darxistine, di merasimê de Muftiyê Bajêr Burhan İşliyen gotîye; ”Di germa havîna Dîyarbekir de di du mehên perwerdeyê de heroj dîyarî dane zarokan da ku ew bihên qursa quranê û armanca ew e ku zarokan teşwîqê camîyan bikin û ew li camîyan hevdû bibînin.”

Serokê MUSIAD yê Diyarbekirê Ismail Ozşanlî jî gotîye, ”wan gelek dîyarîyên curbecur dana 40 zarokên ku bêşdarî  perwerdeya quranê bûne û ji bo wesîleya cejna qurbanê jî cil û berg û pêlav li wan belav kirine”.

Hêjayê gotinê ye; Cemeate Gulen jî bi vî hawayî bi zarokan, dest bi çalakiyên xwe yê perwerdeyê kiribû. Û ne sir e ku dewlet ji bo kurd û zarokên kurdan ji kurdayetîya wan dûr bixînin ji mej ve ye çalakîyên bi vî rengî pêk tînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin