Diyarberkir- Termê 3 parêzaran di malekê de hat dîtin

Diyarberkir- Termê 3 parêzaran di malekê de hat dîtin

.

A+A-

Li Diyarbekirê di malekê de termê 3 kesan hat dîtin. Hat zanîn ku kesên canê xwe ji dest dane, Parêzer Omer Baran, hevjîna wî Mekiya Baran û parêzerê stajer Mahsun Akbaş in. Baroya Diyarbekirê ragihand, dibe ku sedema mirinê jehrîketina ji xaza siruştî be.

Li Diyarbekirê li navçeya navendî Yenîşehîrê di malekê de 3 kes bi awayeke mirî hatine dîtin. Hat amajekirin ku di malê de terme parêzer Omer Baran, hevjîna wî Mekiya Baran û parêzerê stajer Mahsun Akbaş hatiye dîtin. Hat ragihandin ku sedema mirinê ji xaza siruştî ye.

Serokê Baroya Diyarbekir Cîhan Aydin amaje kir ku guman heye ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji xaza siruştî jehrî ketine û jiyana xwe ji dest dane.

Omer Baran yek ji wan mafnasan bu ku girîngî dida zimanê zikmakî û derbarê fêrbuna xwe ya zimanê zikmakî de jî nêrînên xwe bi Kurdistan24ê re parve kiribu. Ji ber wefata Omer Baran di nava hiquqnasan de xemginiyek mezin çêbû. Omer Baran tevî ku ji çavên xwe astengdar bu jî ev yek ji xwe re nedikir xem û tekoşîna hiquqê dida.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin