DMMEyê doza Cizîrî red kir
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî serlêdana ji bo Orhan Tûnç qebûl nekir.
A+A-
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya têkildarî qetilkirina 137 kesên di salên 2015-2016an de di jêrzemînên navçeya Cizîr a Şirnexê de hatine qetilkirin, da. Di serlêdanê de ku parêzer Ramazan Demîr nûnertî dikir, biryara ‘nikare were qebûlkirin’ hate standin.
Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê bir biryarekê diyar kiribû ku qedexeya derketina derve bandor li 1,6 milyon kesî kiriye û 355 hezar kes jî koçber bûne. Di biryara DMMEyê de hat destnîşankirin ku der barê binpêkirinên di dema qedexeya derketina derve de heta niha 36 doz hatine vekirin.
Dadgehê di biryara xwe de got ku hê rêyên hiqûqa hundirîn neqediyane û rêya serlêdana şexsî ya Dadgeha Destûrê vekiriye. Dadgehê di encamê de bi yek dengî biryar da ku serlêdan neyê qebûlkirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin