Doktoran ji welatiyan xwest ku piştigiriya greva wan bikin
.
Beriya greva ku sibê wê pêk were, doktoran civîneke çapemeniyê pêk aniye û gotiye: “Di 8ê Sibatê de randevuyan nestînin, ji bo piştgiriya me werin nexweşxaneyan.”
Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) û odeyên doktoran beriya çalakiya xwe ya 8ê Sibatê, civîneke çapemeniyê pêk anîne. Doktoran bi sernavê “Ked ya me ye gotin ya me ye” bernameya têkoşînê dabûn destpêkirin û wê sibê jî bi sernavê “Beyaz G(Ö)REV”ê (Grev ango Wezîfeya Spî) çalakiyekê li dar bixin.
Civîna çapemeniyê li avahiya Odeya Doktoran a Stenbolê (ITO) pêk hatiye û endama Desteya Navendî ya TTByê Dr. Çîgdem Arslan, Seroka ITOyê Prof, Dr. Pinar Saîp û endamê Desteya Rêveber a ITOyê Dr. Mûrat Ekmez li avahiya saziyê, her weha rêveberên odeyên doktoran ên Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Êlih, Bolû-Duzce, Bûrdûr-Isparta, Denîzlî, Amed, Edîrne, Eskîşehîr-Bîlecîk, Gîresûn, Hatay, Îzmîr, Kocaelî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mûgla, Samsûn, Riha, Tekîrdag û Wan-Colemêrgê jî online beşdarî civînê bûne.
Nûnerên odeyên doktoran bi wan gotinan bang li welatiyan kiriye: "Ev wezîfe/grev ji bo tenduristiya me hemûyan e; di 8ê Sibatê de randevuyan nestînin, ji bo piştgiriya me werin nexweşxaneyan.”
Endama Desteya Navendî ya TTByê Dr. Çîgdem Aslan daxuyaniya ku hatiye amadekirin xwendiye û wiha gotiye:
"Em bang li civakê dikin"
"Di pêvajoya ‘Ked ya me ye gotin ya me ye’ de, ji bo em dengê xwe bidin bihîstin, me di navbera 26ê Kanûna Paşiyê-4ê Sibatê de çalakiya Nobeta Spî pêk anî û li wir gotibû, ger qanûn li Parlamentoyê neyê guhertin, wê 8ê Sibatê ji bo me bibe dema Grev/Wezîfeyê. Em îro ji vir diyar dikin ku dema me ya Grev/Wezîfeyê ya 8ê Sibatê hatiye. Ji ber wê em li Grevê/ Wezîfeyê ne.
"Em bang li civakê dikin: Ev Grev/Wezîfe ne tenê ji bo doktor/xebatkarên tenduristiyê ye, ji bo me hemûyan e. Ji bo em bikaribin ji wê sîstema tenduristiyê re bibêjin na, em li Grevê/ Wezîfeyê ne ku ev sîstem êdî xetimiye, kar nake; we neçar dike ku hûn di 5 deqîqeyan de miayene bibin, bi mehan li bendê randevuyan bimînin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin