'Dorpêça ser Şehbayê ji aliyê rejîma Sûriyê ve binpêkirineke destûrî ye'
.
Hikûmeta Sûriyê careke din astengiyan li pêş nişteciyên navçeya Şehba û taxa Şêx Meqsûd a Kurdnişîn li Helebê derdixe. Yasanas Hisên Naso got “Dorpêça Şehbayê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve binpêkirineke destûrî ye.”
Nişteciyên navçeya Şehba, bi koçber û xelkê resen ên navçeyê, careke din ketine jêr fişarên aborî yên hikûmeta Sûriyê. Çavkaniyekê ji bajarê Til Rifet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, astengiyên hikûmeta Sûriyê li pêş gihiştine kereste û pêdawîsiyên sereke yên jiyanê hiştine ku bihayê hin pêdawîstiyan wekî sûtemeniyê sê qat zêde bibin.
Yasanas Hisên Naso, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, dorpêça Şehba ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve binpêkirineke destûrî ye.
Yasanas Hisên Nolo Naso dibêje “Bi rastî dorpêça rejîma Sûriyê li ser Kurdên deverên Şehba, taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne tenê kar û binpêkirin, tawanele mirovî û exlaqiyê lê belê ew tawan û binpêkirineke destûriye jî. Rejîma Sûriyê bi vî karê ne mirovahî destûra Sûriyê binpê dike ji ber ku erk û îstixbariya her dewletekî divê pêdiviyên jiyanê ji hevwelatiyê xwe re bicih bike. Lê mixabin ev dorpêçkirin ne ya yekê ye ew dubare dibe her nakokiyeke siyasi di navbera Kurd û rejîmê de çê dibe, rejîm dixwaze bazarê li ser jiyana xelkê xwe bik. Ev jî bi rastî tawaneke ne exlaqî ye û ne jî mirovatiye.”
Naso herwiha got, li taxa Şêx Meqsûd jî, astengî li pêş niştecî û û pîşekarên taxê tên derxistin.
Heriwha Hisên Nolo Naso anî ziman “Yek ji jêderên sereke yê jiyana xelkê taxa Şêx Meqsûd, ew kargehên biçûk ên drûnê ne, îro ji ber dorpêçkirinê û tinebûna sûtemeniyê û elektrîkê 10 roj in deriyên xwe girtine û hemû karker li mala xwe rûniştin. Ew jî bi xwe metirsiyekê li ser jiyana xelkê çê dike.”
Li navçeya Şehbayê 150 hezar kes niştecî ne, ji wan 100 hezar koçberên Efrînê ne,10 hezar koçber di nav 5 kampan de ne, 90 hezar koçber li gund û bajarokan in. Herwiha 50 hezar xelkê resen ên navçeya Şehbayê ne.
Li navçeya Şehba dam û dezgehên Dewleta Sûriyê û hêzên wê yên ewlehî û serbazî cih digirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin