DOSYA - Efrîn di bin dagîrkeriyê de (257)

DOSYA - Efrîn di bin dagîrkeriyê de (257)

Dijatiyin li ser Malbata “Pêşmerg”, Gundê “Kîmarê” yê kederdîtî, birîndarin sivîl, girtin û geregoşî û şewtandina daran, “El’casêm” di binpêkirinên xwe de berdewam e

A+A-

Kûjeran karê xwe yê qirêj û robet Şeva Newroza Cindirêsê kir, û di kêlîkekê de çar ji Malbata “Pêşmerg” şehîd êxistin, sisê jê hatin girtin, xwedêgiravî gerek ew niha li ba dozgera Dagîrkeriya Turkiyê li Bajaroka Çobanbegê/El’ra’î têne dadgehkirin, lê yên ji malbatê mane -piranî jin û zarok- tûşî şêweyên têvel ên lidorhevgerandinê û zext û dijberîkirin û tirsandinê dibin, bê ku yek li herêma Erdoxan a bi derewîn aram kanibe wan biparêze… Tewankarên rastîn ta niha berdayî ne, û ew in ên pilanan digerînin, berîtiyê dikin, û  kujerên destik diparêzin!

Ev hin ji bûyînên rewşên serwerkirî ne:

= Gefkirina Malbata “Pêşmerg” û dijayetiya li ser kurê wê “Nezmî”:

Piştî pênc rojan ji seredana “Ebid El’hekîm Beşar” cîgirê serokê “Hemahengiya Sûrî – Ixwanî” ji Malbata “Pêşmerg” re li Bajarê Cindirêsê, çekdarina ji Milîseyên “Artêşa El’şerqiyê” du caran berî û piştî “Nimêja Berbangê” 20.8.2023an. Z, bi şêwakî hovane li derî û pencerên malên wan dan, çek kişandinê, û gef û sixêf avêtin.

Û îro piştî Nîvro çekdarina ji “Artêşa El’şerqiyê” Mala “Eşref Osman” li Bajarê Cindirêsê basmîş kir, û şerê xwe li kurekî wî yî xort “Nezmî /16/sal” da û kotek kir û cilên wî bi kêran dirandin, ji ber wê bîrve çû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke Efrînê; Û ew e yê ku li Şeva Yekşêmê jî 23.7.2023an. Z ji aliyê çekdarên heman alî ve bi qundaqên çekan hatibû lêxistin, piştî danîna kêrê ser qirika wî û gefdanê bi şerjêkirinê û hewildana pêlikirinê bi makînê, û di encama wê de şikestin û birîn di piyan de rû dan û ziyan gihîşte pişta wî/stûna mofirkî û tevahiya govde.

“Xortê negîhayî “Nezmî Eşref Osman” yê ku dest dirêjî li ser çêbûne.”

Ev tev bi mebesta tirsandina malbatê (jin û mêrên mane), û berdewamkirina zextê li ser wan, da ku ji doza xwe (kuştina çar mêrên sivîl ji malbatê li êvara Cejna Newroza 2023an. Z) dagerin û dev ji giliyên xwe yên dozgeriyê berdin, an jî birevin û koçber bibin.

Divê were bîranîn jî ku serkêşê Milîseyên “Artêşa El’şerqiyê/Tevgera Rizgarkirin û avakirinê/El’tehrîr we El’bîna’i” (ya ku di nav “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî/Hikometa Sûrî ya Demkî” tê navdan de ye) “El’eqîd Hisên Hemadê/Ebû Elî Şerqiyê” ye, û ew berpirsiyarê çekdarên ku Komkujiya Newroza Cindirêsê 2023an. Z di dermafê çar lawên Malbata Pêşmerg de kirine ye, û di çarçewa bandoriya xwe de li Gundewarê Cindirêsê -di navêna Gundên “Sindiyankê, Miskê Jêrin û Jorin û Xalta” de- endam û serkêşin “Da’işê” dihewand, jê yên ku li wan gundan hatine kuştin “Mahêr El’ûqal, Menhel El’ûqal” li 12.7.2022an. Z, û “Ebû El’hesen El’qureşî” li şeva 28 – 29.4. 2023an. Z).

“El’eqîd “Hisên Hemadê” serkêşê “Artêşa El’şerqiyê” û “Tevgera El’tehrîr û El’bîna’i”.”

= Gundê “Kîmarê”:

Li ser Çiyayê Lêlûn dikeve, bi aliyê Başûr ve /15/KM ji Bajarê Efrînê dûr e, ji dora /135/ malan pêkahatî ye, dora /1100/nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, piraniya wan di dema dijberiya li ser herêmê de penaber bûn, jê dora /100malbat=400nişte/ vegerîn, û dora /21malbat=150nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.

Milîseyên “Firqit El’hemze” (yên ku “Sêf Polat/bolad” serkêşiya wan dike) gund desteser dikin, û giropa “Ramî Betran/Ebû Cabêr” avahiya dibistana gund ji xwe re kiribû biryargeheke leşkerî, bi ser de jî Mala “Cim’e Nebo” kurê keyayê berê û yeke din a Malbata “Xazî”, ta ku li Cotmeha /2022an. Z/ pevçûnin di navbera wan û giropeke din de pêk hatin, û “Ebû Cabêr” revî û ew biryargeh vala man.

“”Ramî El’betran” serkêşê Milîseyên “Firqit El’hemze” li Gundê “Kîmarê”.”

Di encama êrişa gund de li Avdara 2018an. Z, ziyan bi piçekî gihîşte çend malan, jê: Malên “Şêrzad Nebo, Menan Xêro, Şahîn Hesen”; Herweha hemî mal rastî dizîna tiştmiştên tê de hatin, mîna: Xwarinvexwarin, raxistok, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û yên din, nemaze Mala “Sibhî Hisên” bi tevahî ji heyînên wê hate rûtkirin (tevî toreya elektirîkê û pêdiviyên wê û derî û penceran), û tevî roxandina axurê çêlan.

Herweha dizîna makîna “Cim’e Hesen” (ê ku piştî demekê û dandina tibabeke diravî kanîbû vegeranda), makînyeke din (ye ku xwediyê wê nikanîbû vegeranda), hemî amûrên yekîneya roniyê ya taybet ji bo xizmtguzariya gund bi telîfûna zemînî(stûn û keblên baqirî), kebil û stûnên toreya elektirîkê ya giştî, giropa zayenda elektirîkê (ampêran) û dûmahîkên wê – malmewdana gund, û giropeke din e zeyenda elektirîkê ye mezin e “Şahîn Hesen”, bi ser de jî talankirin û dizîna berx û pez û qendîlên mêşên hunguv (wek /30/serî yên “Idrîs Hisên”, /50/qendîl mêşan ên “Cengîz Necar”), sêncên hesinî yên hin gorên miriyan di goristanê de, û ji ber wê hin neçar bûn sêncên gorên miriyên xwe vekin û di malên xwe de veşêrin.

Û milîseyan bi hezaran darên zeytûnê ji bo êzingkirin û bazirganiyê qut kirin, jê: (/30/dar ên Henan Eslan, /100/dar ên Gulê Hebîbê/Malbata Necêr, /150/dar ên Ebdo Hemîdo), û dora /2000/dar ên “Ezet Mamo Nebo, Michim Mecîd Elo Nebo, Eynat Mamo Nebo, Nîdal Cimo Nebo, Xazî Mamo Nebo, kurên Şahîn Nebo”, û hilkirina /50/darî yên “Îdo Omer” ji kokê ve, bi ser de jî şewtandina zeviyên zeytûna bi tevahî mîna: (/1000/darî zeytûnê û behîvê yên “Ebid El’fetah Nebo”, /700/darî zeytûnê yên “Elî Cimo Nebo, /500/darî zeytûnê yên “Hisnî Nebo û birayê wî Nasêr”, /700/darî zeytûnê yên “Bedrî Wezîro û birayê wî Sebrî”, /2000/ darî zeytûnê jî yên “Remzî Xelîl”).

Weha jî xelkê mane rastî cûreyên têvel ji binpêkirin û tewanan hatin, mîna: (kuştin, revandin, girtina bêsûcane, işkencekirin, kêmrûmetkirin, perebirin û hinên dî), û bikaranîna mêran tevî alet û acetên wan bi suxre û lêdana hina ji wan di kar de; Mîna: Hemwelatî “Arîn Dilî Hesen /25/sal” (a ku li Reşmeha 2020an. Z ji aliyê “El’hemzat” ve hatiye revandin, û di gel deh jin din di biryargeha wê de – avahiya asayêşê ya berê  li Hirşê Mehmûdiyê li Bajarê Efrînê zorane çar heyvan hatiye veşartin, û li 23.12.2020an. Z jî hatiye berdan, û ji nû ve li Rezbera 2021an. Z -mêrkirî û ducanî- hatiye revandin û bo biryargeha “asayêşê – ewleya siyasî” hatiye birin û paşê jî bo Hepsa Maratê ya navendî, ji ber işkencê û fişarên ku tûşê bûye beravêtiye, û li 24.2.2022an. Z jî hatiye berdan).

Û ji xelkê gund ev sivîl hatin kuştin:

1- Keça mêrnekirî Nêrgiz/Nercis Mêrza Dawod /23/sal, li 17.11.2019an. Z, termê wê li rex termê hevalê wê di kar de “Elî El’şaxorî ji Şamê” li nêzîk Gundê Gemrûkê hate dîtin, di mercine ne xuya de kuştî bûn, û gerek bê zanîn ku keçik tevî malbata xwe li Bajarê Efrînê rûdinişt.

2- Zarok “Hemo Cengîz Necar /14/sal”.

3- Ebid El’rehman Hisên Hemo /75/sal.

Herdu bi kuştina mebestkirî, li siba Înê 27.11.2020an. Z, di encama armanckirina wan bi qurşînan ji aliyê Milîseyên “Firqit El’hemze” ve, li Cîgeha “Geliyê Simaqokê” di navêna Gundên “Kîmarê û Kurzêlê” de – Rojhilatê Seyrangeha Çiyayê El’ehlam – biryargeha wan milîseyan.

“Qurbaniyên Dagîrkeriya Turkiyê “Nêrgiz/Nercês Mêrza Dawod, Hemo Necar, Ebid El’rehman Hemo”.”

4- Fatme Ehmed Dawod /38/sal hevjîna “Henan Xelîl Hesen”, di encama ketina avêjtokekê di orta mala wan de, li Tebaxa 2021an. Z.

Divê bê zanîn ku bargeheke Artêşa Turkiyê mala “Şêrzad Nebû” ta demekê ji xwe re kire biryargeheke leşkerî, ta ku ji xwe re bargeheke leşkerî ye mezin bi rûberke dora sê hiktar û nîvan li Bakurê gund û nêzîk zeviyeke darên hejîra ye “Xelîl Mihemed” ava kir, û herweha jî li nêzîk gund dîwareke cudakirinê ji perçedîwarên çîmentoyî û bi bilindahiya du mitran girt.

“Bargeha Turkiyê li Bakurê Gundê “Kîmarê”.”

= Bombebarankirina Gundê “Xezîwiyê”:

 Li şeva 22.8.2023an. Z, di encama topebarankirina di navêna Artêşa Turkiyê û milîseyên wê ji alîkî û Artêşa Sûriyê û hevalbendên wê ji alîkî din ve, li ser herdu aliyên rûbirûbûnê li Çiyayê Lêlûn, pênc avêjtok bi ser Gundê “Xezîwê” – Şêrewa û dorçêrmeyî wê de ketin, yek jê li orta malekê, di heman dema ku xwediyên wê li derve razayî bûn, û Hemwelatî “Ibrahîm Elî Şêrewî/yê bi “Biro” tê nasîn /55/sal” bi kûranî birîndar bû, û ta niha di Nexweşxana “Ibin Sîne” de li Efrînê di bin çavdêriya mekin de ye, lê sê zaroyên wî rengereng birîndar bûn û bi tenduristiyek baş ji nexweşxanê derketin.

“”Ibrahîm Elî Şêrewî/Biro” yê birîndar.”

= Girtinine bêsûcane:

 Li 21.8.2023an. Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” temenmezin “Bekir Reşîd Miqdad /70/sal” ji xelkê Gundê “Qerebaba” – Navça Reco girt, piştî vegera wî ji Heleb (ciyê penaberiyê), bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ye.

 Piştî ji Turkiyê hate derkirin û radestî Milîseyên Navça Bilbilê bû, Xort “Reşîd Mihemed Ebdo Dawod /28/sal” ji xelkê Gundê “Dêrsiwanê” – Navça Şera dora du heyvan zorane li ba xwe girtin, ta ku li 17.8.2023an. Z -piştî dandina /3/ hezar Dolar Emrîkî- hate berdan; Û ew li Turkiyê jî bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) re şeş heyvan hatibû girtin.

= Şewtandina daran:

 Li şeva 30.7.2023an. Z, Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” agir bi dareke “Çinarê” -temen dora/300/sal- li rex bîreke/kaniyeke dîrokî (Bîrkerê) li derbasgeha Gundê “Qêsim” – N.Reco xist, û li siba roja din xelkê dar şewtandî û dawîhatî dît; Ew dar ji rêwçiyan re weke zanînwar û zaretgeh û vehesgehekê bû.

“Dara Çinarê ya “Bîra Bîrkerê” – derbasgeha Başûr ya Gundê “Qêsim”/Reco – berî û piştî şewtandinê.”

 “Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîmên/tîpên wê du agir vemirandine; Yê yekê li 18 Tebaxê bû, li hirşekî çandiniyê li Gundê “Erebwêranê”, li ser rûbereke /4/ doniman, û ya dudiyê jî li 25 Tebaxê bû, li hirşekî nêzîk Gundê “Qestelê” – Navça Şera.

= “Mihemed Hisên El’casêm” di binpêkirinên xwe de berdewam e:

 Piştî ku “Komela Buhar” alîkariyên diravî li ziyandîtiyên erdhejê (bi tibabeke giştî/98400/Dolar Emrîkî) û bi rêjeya/150/Dolar li ser her malbateke Bajaroka Şiyê û gundin pê ve girêdayî belav kir – li gor ku wê li ser rûpela xwe li 10.8.2023an. Z belavkirî, hin jêderên xwecihî tekez kirin ku “Mihemed El’casêm/ Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” (ên ku wê deverê desteser dikin) bi riya çekdarên xwe ji her malbatekê /100/Dolar bi zorê stand, yanê qaserî /65600/Dolarî ji tevahiya alîkariyê.

“Belavkirina alîkariyên diravî ji aliyê Komela Buhar ve, li Bajaroka Şiyê.”

 Li vê dawiyê “El’casêm” xwediyên guvêşgehên zeytûna yên di çarçewa desteseriya wî de agahdar kirin, ku gereke li ser her tenekek zêt ê boş ku têkeve guvêşgehê -weke amedekarî ji werza bê re- /0.25/Dolar Emríkî bide. Û bi jimariyeke derdorî, ger hejmara guvêşgehên armanckirî /25/ bin û her guvêşgehek dora /10/hezar teneke xerc bike, wê hîngê giştiya vêrgiyê weha dibe 25(guvêşgeh)×10000(teneke)×0.25(vêrgiya her tenkek vala) =62500 Dolar Emrîkî.

– Weke redkirin ji biryara Wezareta Gencîneya Emrîkî re (ya ferzkirina sezakirinina li ser “El’casêm” û milîseya wî û birê, û li ser “Sêf Bolad” û milîseya wî), “El’casêm” keya û nûker û peyayên pê ve girêdayî li Bajaroka Şiyê û gundên pê ve neçar kirin, ku derkevin kombûnên alîgir jê re, herweha li ser Hemwelatiyên Kurd û anîndeyan da giştîkirin ku gerek  karên xwe berdin û dîkanên xwe bigrin û bi zorê pişikdariyê di xwepêşandana orta Şiyê de li 20.8.2023an. Z -weke palpiştî vê re- bikin, û yê weha neke wê were lêpirsînkirin û sezakirin, û di tirsandina  sivîlan û terorkirina wan de berdewam e.

= Geregoşî û serberdayetî:

 Li 18.8.2023an. Z, Milîseyên “Firqit El’hemze” keya û hin xelkê gundên Navça Bilbilê neçar kirin, ku li kombûnek bi navê “Kurdan” beşdar bibin, û sezayên Emrîkî li ser serkêşê wan “Sêf Bolad” bi derewîn şermezar bikin, û keyayê Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê neçar kir, daxuyana berê bi erebî hatiye nivîsandin û çapkirin bixwîne û bi Kurdî jî şirove bike.

 Li Siba Înê 25.8.2023an. Z, xortekî ji anîndeyên Êla “El’mewalî” (yên li Gundê “Tilifê” – Efrîn hatine niştecîkirin) mêrekî derdora çelsalî bi navê “Fadî” (ew jî ji Êla “El’mewalî” ye) bi qurşînê kuşt, di encama nelihevkirin û pevçûneke navbera wan de, ye li ser komkirina bermayên tûlên baxçakî “qitiyan” weke “yêm” ji pez û dewêr re, û ji bo wê sê malbatên kujer ji gund hatin qewtandin, û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” dose radest bir.

= Binpêkirinine din:

Li deştên Bajaroka “Ekbezmeydanê” – N. Reco û gundên derdorê -bi taybetî Gundên “Meydana” (yên ku Milîseyên “Feyleq El’şam” desteser dikin), mûsimên/werzên tirî û hejîran û yên din, ji aliyê çekdaran û anîndyên jê ve nêzîk rastî dizînine fere hatin, û xelk neçar bû ku yê jê mayî -ta ku ne di wextê de be jî- zû beref bike.

Piraniya serkêş û endamên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî” binpêkirin û tewanên têkel pêk anîn, jê El’eqîd “Hisên Hemadê“, û bi pîvana lêpirsînê û dadê, divê sezayên hişk li ser bêne sepandin, nemaze ji aliyê Wezareta Gencîneya Emrîkî ve, mîna ewên ku li ser “Sêf Bolad” û “Mihemed El’casêm” û birayê wî ve hatine ferzkirin.

28.08.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Xortê negîhayî “Nezmî Eşref Osman” yê ku dest dirêjî li ser çêbûne.

 El’eqîd “Hisên Hemadê” serkêşê “Artêşa El’şerqiyê” û “Tevgera El’tehrîr û El’bîna’i”.

 Qurbaniyên Dagîrkeriya Turkiyê “Nêrgiz/Nercês Mêrza Dawod, Hemo Necar, Ebid El’rehman Hemo”.

 “Ramî El’betran” serkêşê Milîseyên “Firqit El’hemze” li Gundê “Kîmarê”.

 Bargeha Turkiyê li Bakurê Gundê “Kîmarê”.

 “Ibrahîm Elî Şêrewî/Biro” yê birîndar.

 Dara Çinarê ya “Bîra Bîrkerê” – derbasgeha Başûr ya Gundê “Qêsim”/Reco – berî û piştî şewtandinê.

 Belavkirina alîkariyên diravî ji aliyê Komela Buhar ve, li Bajaroka Şiyê.

—————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-257-28-08-2023-PDF

Çavkanî: http://www.yek-dem.net

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin