Dosyeyên rakirina parêzbendiya 16 parlamenteran ji parlamentoyê re hatin şandin
.
Ji bo rakirina parêzbendiya 16 parlamenteran ku Hevserokên DEM Partiyê jî di nav de ne fezlekeyên Serokkomariya Tirkiyeyê ji Parlamentoya Tirkiyeyê re hatin şandin.
Di derbarê 16 parlamenteran de rakirina parêzbendiyê yên Serokkomariya Tirkiyeyê ji Parlamentoya Tirkiyeyê re hatin şandin.
Di nav dosyeyên rakirina parêzbendiyan de fezlekeyên Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari û Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî hene.
Fezlekêyên derbarê rakirina parêzbendiyên Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatçmogullari û parlamenterên DEM Partiyê Sumeyye Boz Çaki, Gulderen Varli, Nevroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, Omer Faruk Gergerlîoglu, Ferît Şenyaşar, Oznur Bartin, Serokê CHPyê Ozgur Ozel û parlamenterên CHPyê Ali Mahir Başarir, Velî Agbaba û parlamenterên ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez û Mehmet Mustafa Gurban, parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê Ahmet Şik û parlamenterê serbixwe Cemal Enginyurt gihiştin Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê.
Serokatiya Parlamentoyê ji bo nirxandinê dosyeyên rakirina parêzbendiyan ji Komîsyona Têkel a Destûrê ya Dadê ya Parlamentoyê re şandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin