Doza Dayikên Şemîyê... Emê dest ji Qada Galatasarayê bernedin

Doza Dayikên Şemîyê... Emê dest ji Qada Galatasarayê bernedin

.

A+A-

Hasan Karakoç, birayê Ridvan Karakoçê ku di dema desteserkirinê de hatiye windakirin, gotiye: “Min ti sûc nekiriye. Min weke welatiyekî mafê xwe yê kombûna aştiyane bikar anî ku divê daraz vî mafî biparêze. Min 699 hefteyan pirsî û got, “Mirovên ku hêzên ewlehiyê we desteserkirin û paşê winda kirin li ku ne."

Danişîna çaran a 'doza hefteya 700î' ya li Dayikên/Mirovên Şemiyê vekirine, duh (23yê Adarê) li 21yem Dadgeha Asliye Cezayê ya Stenbolê bûye. 

Ji ber ku di hefteya 700î de Dayikê/Mirovên Şemiyê xwestibûn li Qada Galatasarayê çalakiyekê li dar bixin, polîsan êrîşî wan kiribû. Doz li 46 mafparêzî vebûbû. Beriya danişînê, duh li ber avahiya edliyeyê civîneke çapemeniyê li dar xistine. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hanîfe Yildiza ku kurê wê winda ye di civîna çapemeniyê de axiviye. Yildizê gotiye: “Di sala 1995ê de min edalet nas kir. Ez ji bo gilî bikim, çûm Edliyeya Kocaeliyê. Ji bo ez li rûyê polîsan binêrim û li kurê xwe bipirsim, ez çûm. Lê polîs nehatin, ji ber karê wan zêdebû îfadeyên nivîskî xwendin. Wê rojê min fam kir ku edaletek nîne. Dema min li Îzmîrê li kurê xwe pirsî ji min re gotin 'kurê te yê psîkopat bi me lîst'. Bi tîpên mezin edalet dinivîse lê gelo wê edalet pêk were? Ger edalet hebûya li Îzmîrê, piştî Kocaeliyê ez nedihatim vir. Min xwest ez baweriyê bi edaletê bînim, ev tişt hatin serê min."

“Ê dozdar em in”

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdoganî diyar kiriye ku bi salan e ew li edaletê digerin û bi van gotinan dewam kiriye: “Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin, em ê bi zanebûna bîrê li wir rûnên. Qada ku bi salan e bûye cihê bîrê qedexe dikin. Ê ku dozdar em in, ka faîl li ku ne? Gelo hûn çima ceza nakin? Ew kesên me li ser kursiya bersûcan didin rûniştandin divê ew li wir rûnên. Heta lêgerîna me ya li edaletê bi encam bibe, em ê tekoşînê dewam bikin." 

Piştî Ozturkî, Berpirsa Kampanyayên Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Milena Buyum, Endama Lijdeya Rêveber a Şaxê Stenbolê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Umît Efe û yek ji xizma windayan Besna Tosûn axivîne. 

"Min ji bo hemû windahiyan edalet xwest"

Danişîna dozê piştî nîvro bi axavtinên bersûcan destpê kiriye. Hasan Karakoç, birayê Ridvan Karakoçê ku di dema desteserkirinê de hatiye windakirin, gotiye: 

“Em li Galatasarayê 699 hefteyan rûniştin. Ji bilî kesên winda kirin û yên weke wan difikirin, me ti kes nerihet nekir. Ji ber me ti pirsgirêk derneket. Niha ez û hevalên xwe, ji ber beşdarî hefteya 700î bûne, tên tohmetkirin. 

“Tişta ku 699 hefteyan ne sûc e çawa dibe ku ji nişkê ve dibe sûc? Polîsan tundkarî li min kirin û ez desteser kirim. Derb li min xistin. Destên min li paş min kelemçe kirin û zêdetirî 8 saetan ez desteser kirim. Ti lêpirsîn ji bo van polîsên ev tişt li min kirin, nehate kirin, lê ez têm dadgehkirin.

“Ez dixwazim bipirsim: Ma mafê kombûna aştiyane, ne di bin parastina Destûra Bingehîn de ye? Ma name ez weke welatiyekî mafê xwe yê Dadgeha Destûrî bikar bînim?

“Min ti sûc nekiriye. Min weke welatiyekî mafê xwe yê kombûna aştiyane bikar anî ku divê daraz vî mafî biparêze. Min 699 hefteyan pirsî û got, “Mirovên ku hêzên ewlehiyê we desteserkirin û paşê winda kirin li ku ne."

“Min ji bo birayê xwe, ji bo hemû windahiyan daxwaza edaletê kir. Min daxwaza darazeke serbixwe û bêalî kir. Ma daxwaza vana sûc e? Ger ne sûc be, ew kesên di vê dozê de tên dadgehkirin divê demildest beraet bikin.

“Heke na, ji ber ku min ev tişt xwestine ez ê werim cezakirin, dîsa jî ez ê dest ji xwestina edaletê ya ji bo windahiyên me bernedim.”

Dozgerê danişînê gotiye ku bila daxwaza beraetê ya demildest qebûl nebe. Heyeta dadgehê li gorî daxwaza dozgerî biryar daye. Dadgehkirin wê 21ê Îlonê dewam bike. 

Doz li 46 mafparêzan vekiribûn

Kesên ku doz li wan hatiye vekirin ev in:

Koray Çağlayan, Koray Kesik, Leman Yurtsever, Levent Gökçek, Lezgin Özalp, Maside Ocak, Mehmet Günel, Muhammed Emin Ekinci, Ayça Çevik, Besna Koç, Cafer Balcı, Can Danyal Aktaş, Cihan Oral Gülünay, Cüneyt Yılmaz, Deniz Koç, Ercan Süslü, Ezgi Çevik, Faruk Eren, Fecri Çalboğa, Ferhat Ergen, Gamze Elvan, Hakan Koç, Hasan Akbaba, Hasan Karakoç, Jiyan Tosun, Kenan Yıldızerler, Murat Akbaş, Murat Koptaş, Onur Yanardağ, Osman Akın, Özer Oymak, Özge Elvan, Ramazan Bayram, Rüşa Sabur, Sadettin Köse, Adil Can Ocak, Ahmet Karaca, Ahmet Süleyman Benli, Ali Ocak, Ali Yiğit Karaca, Atakan Taşbilek, Ataman Doğa Kıroğlu, Saime Sebla Arcan, Sinan Arslan, Ulaş Bedri Çelik, Volkan Uyar.

Dosyayên parlamenterên ku wê rojê beşdarî çalakiyê bûbûn, ji parêzbendiyên wan heye, ji yên din cida kirine.

Çi bûbû?

Doz li 46 kesan hatibû vekirin ku di 25ê Tebaxa 2018an de beşdarî çalakiya Hefteya 700an a Dayik/Mirovên Şemiyê bûbûn û di encama êrîşa polîsan de hatibûn desteserkirin. Dozgeriyê bi tohmeta ku “bi awayekî dijqanûnî û bêçek beşdarî civîn û meşan bûne û digel hişyariyan belav nebûne” doz li wan vekiribû.

Tekane delîla di îdianameyê de zabitnameya polîsan e ku roja bûyerê hatiye amadekirin.

Dozger Fatih Donmezî îdianame amade kiriye ku ji 7 rûpelan pêk hatiye. Di 5 rûpelên wê de navê kesên ku doz li wan hatiye vekirin, rûpelek zabitnameya polîsan e û rûpelek jî îdiayên dozgeriyê ye.

Midûriyeta Emnietê ya Beyoglûyê zabitname amade kiribû û hatiye îdiakirin ku li gel sendika û partiyên siyasî hin “komên marjînal jî” bangewaziya beşdariyê kirine.

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin