Doza Deniz Poyraz: Kesekî xwest bi çek bikeve dadgehê

Doza Deniz Poyraz: Kesekî xwest bi çek bikeve dadgehê

.

A+A-

 Li Dadgeha Îzmîrê 4emîn rûniştina doza keça Kurd Deniz Poyraz birêve diçe. Kesekî ku xwest bi çek bikeve hundirê dadgehê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Çaremîn rûniştina doza kuştina keça Kurd Denîz Poyraz a ku di êrîşa ser baregaha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmîrê de hatibû kuştin, îro 18ê Tîrmeha 2022an li Şeşemîn Dadgeha Cezayên Giran a Izmîrê tê kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Omer Sonmez ê ku li Îzmîrê doza kuştina keça Kurd Denîz Poyraz dişopîne ragihand ku êrîşkarekî 35-40 salî yê bi berçavka reş û çente xwest bi çek bikeve hundirê dadgehê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û dîmênên ketina wî kesî bo nav dadgehê tenê bi Rûdawê re hene ku di hesabên torên civakî yên Rûdawê de hatine belavkirin.

Hejmareke zêde ya rêxistinên jinan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, serokên baroyan û parêzer dozê dişopînin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêveber û berpirsên xwe li pêşiya Dadgeha Îzmîrê amade bû ku parlamentera HDPê ya Îzmîrê Serpil Kemalbey û parlamenterê HDPê yê Wanê Sezgin Tanrikulu berî destpêkirina darizandinê axavtinek kir.

Parlamentera HDPê ya Îzmîrê Serpil Kemalbey di axavtina xwe de got, “Divê ev doz weke dozeke ku hemû saziyên ku berpirsyariya xwe bi cih naynin bên darizandin berdewam bike lê wek rûniştinên berê em bi guman in ku îro dadperwerî hebe.”

Serpil Kemalbey her wiha li ser “Em dikevin salvegera Komkujiya Sirûc. Sedema bingehîn a li pey komkujiyên siyasî yên li Tirkiyê, rûbirûnebûna van komkujiyan û rastiya li pişt wan e. Em dizanin armanca kesên qetlîama Denîz Poyraz pêk anîne ew e ku dixwazin li Tirkiyê aloziyê çêbikin, plansaziyan bikin û di şexsê HDPê de êrîşa li dijî hêzên demokratîk çalak bikin, yên li pişt vê armancê heta niha nehatine eşkerekirin.”

Di 4emîn rûniştina her wiha parlamenterê HDPê yê Wanê Sezgin Tanrikulu jî diyar kir ku kujer bi hêza pişta xwe diwêre gefan bixwe.

Sezgin Tanrikulu anî ziman, “Hişmendiya ku pêşî li kujerekî ku 115 caran keşfê dike negire, şirîkê kuştinê ye.”

Keça Kurd a ji parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê  Denîz Poyraz  ku endama HDPê bû di 17ê Hezîrana 2021ê li avahiya giştî ya wê partiyê ya li bajarê Îzmîrê yê Tirkiye di encama erîşeke nijadperestî de ji aliyê kujer Onur Gencer ve hatibû kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin