Celal Temel

Celal Temel

Hemû nivîsên nivîskar >

Doza du bajaran, evîna du bajaran*Dêrsim û Amed

A+A-

Celâl Temel

Dêrsim û Amed; du dîyar, du bajar, du doz, du evîn, du dostên jihev xeyîdandî, du serîyên nêzîk. Du gerdanîyên ku dîrok ji mere hêştîye. Du warên carna paradoksê, carna piştgirîyê, du warên carina rikeberîyê diyar kirine, du dîyar.

Du war, du heval û hogirên dozê.

Hemî tiştên wana dişibin hev û cêwî: Navên wana, Diyarbekir-Tunceli, Diyarbekir-Kalan, Amed (Amîd)-Dêrsim; serokên wan Seîd-Riza, robarên wana Dîcle û Munzur, zarokên wana Şêxmûs- Xidir, bawerîyên wana Çiyayê Zilkuf-Dûzgûn Baba.

Rêyekî ji diyarê Diyarbekirê diçe diyarê Dêrsimê, nedirêj e, lê, rêyekî bi kelem. Dema nêzîkê hevin carina dûrin. Zarokên heman neteweyî, yek ziman (kurmancî ya jî kirdkî), heman kevneşopî, êş û kêfa wan yek, dijminên wana yek, ji ber ku olên wan cûda ne, dubendîtî dikeve nevbeyna wana; tim ji hevûdû têne dûrxistinê, do jî îro jî. Seîd jî mezlûme, Riza jî. Nayê zanîn ka çima, du mezlûm, di heman demê de nikarin dijberîya zalimê xwe bikin, nakin. Dema yek dijberîyê dike yê din di xew de ye. Eva tim wiha ye, û wiha jî dajo diçe.

Dêrsimê çar çîya, Diyarbekirê sûr dipêçin. Kes nizane gelo ji vîya ye nikarin bigihîjin azadîyê. Dêrsim ne tenê bi dijim re herwiha bi xwezayê re jî di şer de ye, di hemî jiyana xwe de ji dijmin re serî danenî; êrîş bi ser ve hat, azad nebû. Diyarbekir jî li bermaber nivîskarên şidetê tim bi onir tevgerîya, destana berxwedanê nivîsand. Amîda dîrokê, Amîda têkoşînê, Diyarbekira evînê tim wek hev; tev ya me ne.

Du warên ku li ser wana kilam-stran hatine gotin, du diyarin Diyarbekir û Dêrsim. Diyarbekira ku bi Sûrên yek ji newaze a cîhanê hatîye pêçan de tim bi qedera xwe ya bi êş de dijî. Di şerê qirê ya înkara gelê xwe ya bi xwîn de. Nava kelê rûxandî, şewitî, belawela. Her roj cenaze tên binax kirinê, li cîhên ku govend digerîyan. Di bin sûrên dîrokî de, xortên kurd can didin, bê deng, bê kes, bê hes...

Ax welatêmin

Geliyê Mûnzûrê ku mucîzeya xwezayî ya Dersîmê ye ku weke parka neteweyî ya Tirkiyeyê hatiye ragihandin, niha li ber tinebûnê ye. Li deh cihan rêyên wî hatine girtinê. Hawirdorparêzên ku, evîndarên kûçikan, ji bo darekî rondikên cirnis/timsahan dibarînin, li holê nînin. Bitenê, Dîcle ya bira niha girantir diherike, şîna Mûnzûr digire.

Asoya Amedê reş e, Dêrsim di şînê de ye. Tevî ewrên tarî û reşîya şevê ya li ser Amedê; Kevirên Qerejdaxê ku li ser sûr û kuçeyên Amedê hatine rêzkirinê, wek şîrê spî yê dayikan û bi qasê kefên spî yên Mûnzûrê dibiriqe, ji rika. Welatê min bi evîna Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê, Xelîl Begê û Perîşanê, Alîşêr û Zerîfe ronî ye; bi şerên bêdawî tarî dibin. Welatê min "wek evînê ronahî, mîna mirinê tarî"...

Qehremanî-tirs, hêrs-sebir, hezkirin-nefret, rûmet-xayîntî hemû bi hev re, li du diyarên bedew, li her dera Gulistan û Kurdistanê geş dibin. Ji Dêrsimê heta Diyarbekirê, li her derê welêt hezkirin û şer her tim di nav hev de ne. Evîn her tim kêm, evîn her tim situxwarin. Doz rê nadin evîndarîyan. 

Dîlbera Dêrsim, gula Amedê bîn tike…   

Li çiyayên Dêrsimê, li zindanên Amedê, ciwanên Kurd ên ku digotin "berxwedan jiyan e" bi rûmeta mirovahiyê re rû bi rû man, Ameda evîndar, Dêrsima leheng, Botana kej, keçên Serhatî yên hinarksor. Di serhildanan de, di coşa govenda balekanê de, hem di dozê de hem jî di evînê de hev dîtin. Hewara Dêrsimê li Amedê hat bihîstin, serbilindiya Amedê li Dêrsimê hat naskirin. Şiyarbûn, ji nû ve şiyarbûn pêkan e. Doz yek e û rewa ye: "Dozekî, Du Evîn"...

Kurdistan dozamin, Dêrsim çiyayêmin, Diyarbekir malamin…

Dersim piçekî xwe giran bike, Diyarbekir bêzar bibe jî, ev doz bi dawî nabe, dê heta azadiyê bidome. Ev dozeke mafdar e, ev şerê mayîn û nemana gel e, ev doza Dêrsim-Amedê ye, ev biratîya Saîd-Reza ye, ev evîna Dîcle-Mûnzûrê ye, ev evîna Mamoste-Gulîstan e...

Helbet dê ewrên li ser Dêrsim û Amedê belav bibin û belayên ku bi serê me de tên wê biqedin; doz dê rê li ber destlênedayînan veke. Bi hêvîya rojên dozên çaresrbûyî û emê evînên xwe azad bijîn...

_________________________________________________________________

 *Ez vê nivîsê ji ciwanên Kurd re ku doza xwe didomînin û hezkirina xwe dijîn, vediqetînim. 

Werger: Rûpela nû..

1-373.jpg2-424.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin