Doza Kuştina Tahîr Elçî: Dadgehê daxwaza girtina bersûcan dîsa qebûl nekir
.
Şahidê doza kuştina Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê gotiye ku di bin zextan de îfadeya wî dane îmzekirin û dema Elçî hatiye kuştin ew li cihê bûyerê nebûye.
4emîn danişîna doza kuştina Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê destpê kiriye.
Malbata Elçî û parêzerên wan, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê(TBB) û serokê baroyan, parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî danişîna îro bûne. Polîsên bersûc û parêzerên wan jî bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBIS) tevlî danişînê bûne.
TBByê xwestiye tevlî dadgehkirinê bibe
Erînç Sagkan, Serokê TBByê xwestiye li ser navê saziyê tevlî dadgehkirinê bibe. Her weha Metîn Oztosûn, Serokê Baroya Bûrsayê jî xwestiye tevlî dadgehkirinê bibe.
Nahît Eren, Serokê Baroya Amedê di danişînê de mafê axavtinê girtiye û ji bo ku derbarê dozger Kenan Karacayî de lêpirsîn were vekirin gilîyê wî kiriye. Erenî gotiye, Karacayî lêpirsîna Tahîr Elçîyî kêm û bêbandor birêve biriye û şahid bi zanatî û bi îşkenceyê şaş araste kiriye û bi van kirinên xwe bandor li dadkirina edîl kiriye.
Parêzer Eren xwestiye Ahmet Davûtoglû, serokwezîrê wê demê di dozê de weke şahid were guhdarkirin. Ahmet Davûtoglû, serokwezîrê berê ji bo kuştina Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê gotibû, “sûîqesteke siyasî”ye.
Ji şahid name: Ez nebûm şahidê bûyerê
Yek ji wan kesên ku tê îddiakirin şahidê kuştina Elçîyî ye û xwestibû di danişînê de îfadeyê bide Denîz Ateş e.
Ateşê ku hatibû astengkirin îfadeyê bide pêvajoya bûyerê bi nameyekê ji Baroya Amedê re ragihandiye.
Li gorî nûçeya Omer Çelîk ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiyaye Ateşê ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî ye, daye zanîn ku dema şerê Sûrê hatiye desteserkirin û Dozgerê Komarî Kenan Karaca ku hatiye cihê bûyerê û ji bo şerê li Sûrê hatiye peywirdarkirin di berdila berdanê de wî ew areste kiriye.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, nameya ku Ateş ji wan re şandiye pêşkêşî dadgehê kiriye.
Nameya ku Erenî pêşkêşî dadgehê kiriye bi kurtayî wiha ye:
"Têkildarî doza Tahîr Elçî weke şahid hatibûm vexwendin. Weke ku we jî şopand rexmî ku min xwest bi awayekî fizîkî tevlî danişînê bibim jî ji bo danişînê gazî min nekirin û vê derbarê de agahdarname jî neşandin. Ji bo ku hûn pêşkêş dadgehê bikin ez mînakeke parastina xwe ya amade kiriye ji we re dişînim. Min ji bo ronîkirina hemû rastiyên cinayetê parastinek amade kir. Tiştên dizanim, bûm şahid û pêvajoyên ku tê xwestin li ser min bê lêyîstin min aniye ziman. Heke ji bo dadgehê gazî min nekin ez ê heman îfadeyê bi awayekî nivîskî jî pêşkêş bikim. Faîlên esil diyar in lê bi awayekî aşkera hewl didin di ser kesên mîna min de bikin sutiyê hin kesên din. Ji ber vê rast û pir pêwîst dibînim ku rastiyên dizanim vebêjim.”
“Di sala 2015an de li Sûrê li herêma şer lê hebû bi komeke ji 4-5 kesan pêk dihat hatin derxistin. Polis û leşkeran bi awayekî cihê di rûmeta mirovahiyê de tune ye îşkence li me kirin. Me şilf tazî kirin û bi saetan li ber sermayê bi saetan îşkence li me kirin. Dozgerê Komarê yê Amedê Kenan Karaca bi rayedarê leşkerî yê herêma operasyonê re hat cihê em lê bûn. Bêyî paxava xwe bi îşkenceya dihat kirin bike sîxurtiyê ferz kir. Dozger bi awayekî derveyî hiqûqê ji min xwest ku ez cinayeta Tahîr Elçî bikin sutiyê Mahsûn Gurkan û Ûgûr Yakişir û şewitandina Mizgefta Kûrşûnlûyê û berpirsyariya şewitandin û hilweşandina dibistanan jî bigirim ser xwe. Dîsa bûyera kuştina mirovekî temen mezin ê astengdar ku leşkeran wî kuştibû bigirim ser xwe. Got, heke qebûl nakim bêm kuştim û sozê berdana min da.”
“Li Şaxa TEMê ya Amedê ez kirim hucreyekê. Polis û Dozgerê Komarê ez birim odeyek tarî û dora wê bi cam bû. Dozger li vir got, 'Netirse, bi namûs û şeref ez ê te berdim. Van bûyeran bike sutiyê PKKê ji me re bibe alîkar. Dema parêzer hat jê re qala van axaftinan neke. Wê serê te û parêzer tev biêşê. Hûn qet xelas nebin. Di lêpirsînkirina du-sê saetan de di bin zextê de tiştên ji min re hatin gotin min kir û kaxizek anîn pêşiya min. Xwendin û nivîsandina min tunebû, Ji min xwestin ku bi têliya xwe mor bikim, min jî wisa kir. Di kaxizan de çê hebû ji min re nexwendin. Hat astengkirin ku ez ji parêzer jî piştgirî bixwazim. Piştre çûm hevdîtina parêzer û weke dozger xwest tiştek jê re venegot."
Di berdewama nameya xwe de Ateşî destnîşan kiriye ku 4-5 roj piştî girtina ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Sîncanê tê kirin û li vir jî 2 endamên îstixbaratê du caran dixwazin bi heman daxwazan pê re hevdîtin bikin û hevdîtina pê re bi qamereyan qeyd bikin. Li gorî ragihandinên wî Ateş van her du hevdîtinan red dike û ji ber vê ji bo demekê tê tecrîdkirin û hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin.”
Daxwaza girtina bersûcan hatiye kirin
Parêzeran, ji ber ku "Rapora Lêpirsînê" ya ji aliyê Mufetîşê Giştî yê Wezareta Navxweyî ê Mulkiyeyê ve hatiye amadekirin, tevî biryara navberê ji bo dosyeyê nehatiye şandin û guman jî heye bersûc delîlan li holê rakin daxwaza girtina wan kirine.
Dozger daxwaza girtina bersûcan ya parêzeran qebûl nekiriye û nêrîna xwe aşkere kiriye û gotiye divê biryarên ku di celseya berê de hatiye dayîn were cîbicîkirin.
Ji bo ku biryara navberê bê dayîn dadgehê heta saet 14:30an navber daye dadkirinê.
Piştî navberê dadgehê biryara xwe aşkere ku daxwaza TBByê ya ji bo tevlîbûna dadkirinê qebûl kiriye û daxwaza girtina bersûcan qebûl nekiriye. Her weha dadgehê daxwaza guhdarkirina Davûtoglûyî jî qebûl nekiriye û danişîn taloqî 15ê Hezîrana 2022an kiriye.
Çi bûbû?
28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin
Pêvajoya Darazê
Serdozgeriya Amedê, îddîanameya kuştina Tahîr Elçiyî ya 28ê Mijdara 2015an, di 26a Adara 2020an de amade kiriye. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 3ê Nîsana 2020an de ev îdianame qebûl kiriye.
Di îddîanameyê de sê jê polîs çar bersûc wek gumanbar hatine nîşandan.
Ji bo polîsên bersûc M. S., F. T. û S. T.yî bi hinceta "bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirinê" ji 2 heya 6 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Ji bo gumanbarê din, Ugur Yakişir jî bi "kuştina bi zanebûn, kuştina bi mebestên gengaz, dijberiya li dijî qanûna jimare 6136, binpêkirina yekîtiya dewlet û welatî, zerardana malî" tê tawanbar kirin û ji wî re cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin.
Yakişirî, ji xêncî kuştina Elçiyî, bi kujeriya polîsên eynê rojê hatine kuştin ên bi nave Cengîz Erdur û Ahmet Çîftaslan jî tê tewanbarkirin.
Bîanet
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin