Doza xwendina xutbeya bi Kurdî: Biryara berdewamiya cezayê girtîgehê hat dayîn

Doza xwendina xutbeya bi Kurdî: Biryara berdewamiya cezayê girtîgehê hat dayîn

.

A+A-

Dadgeha Stenbolê, di doza ku ji ber xwendina xutbeya bi Kurdî û çend çalakiyên olî de dijî Komleya Hevgirtin û Alîkariya Zanayên Olî (DİAYDER) vekiribû, biryara berdewamiya girtinê bo serokê wê Komeleyê Ekrem Baran da.

Ji ber xwendina xutbeya bi zimanê Kurdî û çend çalakiyên olî derbarê 23 endamên  Komleya Hevgirtin û Alîkariya Zanayên Olî (DİAYDER) de doz hatiye vekirin.  Heftemîn rûniştina wê dozê roja Înê 21ê Cotemha 2022ê li 14emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat kirin.

Serokê komeleya navborî Ekrem Baran ji girtîgeha Silîvrî ya Stenbolê bi rêya sîstema Deng û Reng (SEGBÎS) beşdarî doze bû. Malbat û parêzerên 10 melayên din jî ku di çarçoveya dozê de ji derve tên darizandin li salona dadgehê amade bûn.

Ekrem Baran di parastina xwe de amaje bi wê yekê da ku salek û nîv e bi awayekî nehiuquqî hatiye girtin û ji dadgehê daxwaz kir  u bê azad kirin. Herwiha diyar kir ku ti tiştek li holê nîne ji bo giritina wî. Piştre mela û endamên din ên komeleyê mafê axaftinê wergirtin û daxwaz kirin ku mercên dadî yên li ser wan hatine ferz kirin bi dawî bibin.

Tevî van daxwazan dadgehê biryar da ku Serokê Komleya Hevgirtin û Alîkariya Zanayên Olî (DİAYDER) Ekrem Baran girtî bimîne û rûniştina din a dozê bo 13ê Çileya 2023ê paş xist.

DİAYDER, komeleyeke olî ye ku di sala 2018ê de hatiye avakirin û li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çalakiyên olî dikirin. Yekem lêpirsîna derbarê vê komeleyê de sala 2014ê hat destpêkirin. Yekem dozname jî 21 Kanûna 2020ê hat amadekirin. Di îdianameyê de ji ber çalakiyên olî bo endamên komeleyê bi “alîkarîkirin û endamtiya rêxistinê” tên tohmetbar kirin.

Di dozê de 10 jê girtî 23 kes dihatin darizandin. Piştî çend rûniştinan beşek ji kesên girtî hatin azadkirin. Her endamekî Komleya Hevgirtin û Alîkariya Zanayên Olî (DİAYDER) bi 3 sal û nîv heta 15 sal cezayê girtîgehê tên darizandin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin