Dr. Ezîzî bersiv da: Li Rojava siyaseta kê rast derket, HSD an ENKS?

Dr. Ezîzî bersiv da: Li Rojava siyaseta kê rast derket, HSD an ENKS?

.

A+A-

Dr. Kawa Ezîzî li ser siyaseta li Rojavayê Kurdistanê got, “Kevirê me (ENKS) dûr çû lê çûk li kevirê wan (HSD) ket, ji wan re li hev hat.”

Piştî ku li Sûriyeyê desthilat ket destê Heyeta Tehrîr El Şamê paşeroja Rojavayê Kurdistanê bûye mijara germ a nîqaşan.

Aliyên siyasî ji bo yekrêziya Kurdan hewlên xwe didomînin û dê herî zêde helwesta PYNK an ENKSyê bandorê bikin ku du aliyên sereke ne.

Dr. Kawa Ezîzî beşdarî bultena Rûdawê bû pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser mijarê bersivandin.

Dr. Ezîzî pirsa “13-14 sal derbas bûn siyaseta kê rast derket, PYNK an ENKS?” wiha bersivand:

“Kevirê me (ENKS) dûr çû lê çûk li kevirê wan (HSD) ket, ji wan re li hev hat.”

ENKS û Serok Mesûd Barzanî vê hefteyê li Hewlêrê li hev civiyabûn.

“Nabe ku ev derfet ji destê we here”

Dr. Kawa Ezîzî da zanîn ku ENKS û Serok Barzanî bi hev şêwirîne û Serok Barzanî gotiye:

 "Ji bo Kurdên Sûriyeyê derfeteke dîrokî heye.

Hûn ji bo Kurdan çi bikin ez bi we re me, li hev bikin. Nabe ku ev derfet ji destê we here.”

Tirkiyeyê demên dawiyên êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan jî li derdora Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê êrişî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin.

Dr. Ezîzî diyar kir ku Tirkiye li dû hincetan digere û di rastiyê de “Ji Kurdan ditirse” û pê de çû:

“Heta îro yek gule jî neçûye aliyê Tirkiyeyê, berevajî vê yekê Tirkiye êrişî axa Sûriyeyê dike.

Li ba Tirkan fobiya Kurdan heye, ditirsin. Ew ji Kurdên li Tirkiyeyê ditirsin.”

Kawa Ezîzî diyar kir ku Tirkiye dibêje li cem me 30 milyon Kurd hene ku parçeyên din federalîzmê bistînin dê ev bandorê li Bakurê Kurdistanê jî bike.

“Dema ez bixesirim HSD jî dixesire”

Wî daxuyand ku divê aliyên Kurdan dev ji zimanê tund berdin û got:

“Divê taliya zimanê tund hatibe, dema ez bixesirim HSD jî dixesire, dema HSD bixesire ez jî dixesirim.”

Dr. Kawa diyar kir ku ew li ser Rojavayê Kurdistanê gelekî geşbîn e û da zanîn ku ENKS û Mezlûm Ebdî dê dîsa bicivin.

Wî bi bîr anî ku “Hemû pêkhate nenavendîbûnê dixwazin” û eger Kurd bi hev re herin Şamê dê destê wan xurt be.

Dr. Ezîzî anî zimên ku ENKS êdî dikare ji nava Îtilafa Sûriyeyê derkeve û got, “ENKS êdî dikare serbixwe be.”

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin