Dr. Şêrko Kirmanc: Piştî 16ê cotmehê heta naha 600 hezar ereb li navçeyên sînorê madeya 140 hatine bicîhkirin
.
Nivîskarekî xelkê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê behsa wê yekê dike ku pêwîste pêgeha kurdan parastî be li navçeyên Kurdistanî û divê bê lezkirin û xelkê wan navçeyan ji cîhên xwe re wegerin.
Nivîskarê xelkê navçeyên sînorê madeya 140 Dr. Şêrko Kirmanc ji BasNewsê re ragehand. ‘’Herçend em piştevaniya xelkê dikin ku wegerin bo navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, lê berî naha jî me hinek têbinî aşkera kirin ku li gor me ev serjimêrî hin metirsiyan çêdike û çend xal hene ew jî waha ye; ya yekem serjimêrî kiryarekî zanistî û amarî ye, tiştekî giringe li hemû welatek tê pêkanîn, lê mixabin berdewam serjimêriyên li Iraqê lîstok bi wan tê kirin. Ew lîstok jî ji bo lewazkirina pêgeha kurdan bûye di Iraq kevin û ya nû de jî.’’
Herwaha got: ‘’Ev yekem care li Iraq a nû serjimêrî tê kirin, em ditirsin ew xelkê berî naha û naha jî ji bo erebkirinê anîbûn li navçeyên Kurdistanî bên tomar kirin û bibin rûniştvanên wan navçeyan. Di salên 60î de heta naha li Iraqê erebkirin bi sîstematîk bûye, armanca wan Kerkûk, Şingal, Xaneqîn, Zumar û navçeyên din her hatiye kirin. Xala sêyem jî metirsî heye ew xelkê ku hatiye wan wek bingeh ji bo wan bajarên kurdî nîşan bidin û rêjeya kurd li wan deveran kêm bê nîşan dan.’’
Dr. Şêrko Kirmanc got, piştî 16ê cotmeha 2017ê şûnde li gor hemû amarên ku hene, 600 hezar ereb anîne wan navçeyan, êdî ew çi bi awayê koçkirine, yan bi plane, yan jî bi bernameye, lê ya giring ew anîne.
Dr. Şêrko Kirmanc got: ‘’Li gundê me yê li sînorê Kerkûkê xelkê bixwe lijne çêkirine ji bo pêşwazîkirina li ezîzên li bajarên din û cîhên mayînê ji bo wan çêkirine bê ku hikûmet alîkariya wan bike. Ev yek heskirina bi berpirsyartiya dîrokî ye, ji bo wê jî divê xelk bê teşfîq kirin ku di vê çarçoveyê de wegerin ser cîhên xwe û xwe tomar bikirin, ji ber ev çarenivîssaze.’’
BasNews
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin