Du firqeyên ji 20 hezar pêşmergeyan pêk tên dest bi erka xwe kirin

Du firqeyên ji 20 hezar pêşmergeyan pêk tên dest bi erka xwe kirin

.

A+A-

 Ji bo her du firqeyên (tûmen) nû yên di bin banê Wezareta Pêşmerge de hatine avakirin, merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî amade bû û got: “Armanca Serokatiya Herêma Kurdistanê avakirina hêzeke niştimanî ye.”

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ew di heman demê de fermandeyê hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê ye avakirina 2 firqeyên piyade yên Hêzên Pêşmerge hat ragihand.

Di merasîmê de Nêçîrvan Barzanî got: “Ji bo yekxistina sazîbûna Herêma Kurdistanê û bihêzkirina demokrasiyê, divê em hêza Pêşmerge bikin hêzeke niştimanî ya yekgirtî. Armanca Serokatiya Herêma Kurdistanê pêkanîna hêzeke niştimanî ye.”

Barzanî her di nava axaftina xwe de got: “Min daxwaz kiriye ku pêkhateyên din jî yên Herêma Kurdistanê beşdarî di nava rêzên Pêşmerger de bikin. Niha hejmareke baş a pêkhateyan di nava Pêşmerge de cih girtine lê dîsa jî kêm e ji ber ku Pêşmerge hêza hemû gelên Kurdistanê ye.”

Rêvebirê Plandanan û Destnîşankirina Wezareta Pêşmerge lîwa Karzan Şeqlaweyî ji Rûdawê re ragihand, îro her du firqeyên piyade dê ji çar lîwayên leşkerî û navendeke serkirdayetiyê pêk bê, her lîwayek dê ji 2 hezar pêşmerge û navenda serkirdayetiyê jî ji 2 hezar pêşmerge pêk tê.

Karzan Şeqlawayî Her wiha got, Ew her du firqe dê bi hemahengiya di navbera Wezareta Pêşmerge û hêzên hevpeyman de bên çekdarkirin û perwerdekirin.

Şeqlaweyî got: “Ev prose di çarçoveya rêxistin û yekxistina hêzên Pêşmerge de ye. Ev destpêkek baş e ji bo birêxistinkirina zêdetir a pêşmergeyan.”

Şêweya rêxistinî ya Pêşmerge, di warê pêkhateya leşkerî de weke artêşa Iraqê ye. Artêşa Pêşmerge ji 8 alayan û 17 firqeyên piyade pêk tê.

Îro jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe ew her du firqe ragihandin.

Ji sala 2010 heta 2013 nêzîkî 42 hezar Pêşmergeyên yekeyên 70 û 80 hatin birêxistinkirin û 14 lîwayên hevbeş hatin avakirin, lê piştî şerê DAIŞê û buyerên 16 Cotmeha 2017 ew prose hat ragirtin.

Di sala 2018 de careke din bi hevahangiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê projeya 35 xalî ji bo rêxistina Pêşmerge hatibû ragihandin.

Ji bilî hêzên pêşmerge yên ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), 22 lîwayên ku ji 125 hezar pêşmergeyan pêk tên di bin kontrola Wezareta Pêşmerge de ne. Du ji van lîwayan ji bo parastina deverên Kurdî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê, weke hevbeşî du liwayan girêdayî Wezareta Berevaniya Iraqê ne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin