Du keçên Kurdên Êzidî, Leyla û Ronya bo Başûrê Kurdistanê hatin vegerandin
Du keçên Kurdên Êzidî ku ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê rizgar bûne, bo Başûrê Kurdistanê hatin vegerandin û li hotêleke bajarê Duhokê bo dema 14 rojan hatin kerentînekirin. Piştî kerentînê herdu keç dê radestî malbatên wan bêne kirin.
Navenda Nûçeyan - Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandîyên Destê DAIŞê, Hisên Qaîdî ji Rûdawê re ragihand, berî mehekê du keçên Kurdên Êzidî bi navên Ronya Feysel Miskîn û Leyla Murad Ebdo li kampa Holê hatin dîtin û îro bi rêya derîyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka bo Başûrê Kurdistanê hatin vegerandin.
Leya Murad û Ronya Feysel herdu jî 17 salî ne û xelkê komlegehên Dihola û Til Seqeb ên ser bi qezaya Şingalê ve ne ku di êrîşa Tebaxa sala 2014ê de ketibûne destê DAIŞê.
Herdu keçên Kurdên Êzidî berîya 10 rojan li kampa Holê ya li nêzîk bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatibûn dîtin.
Malbat û kesûkarên Leyla Murad û Ronya Feysel ku ew 6 sal e hev nedîtine, li bendê ne ku herî zû bigihin cem hev, lê ji ber rêkarên tendirustî yên ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê, nikarin hev himbêz bikin. Lê belê herdu keç û malbat û kesûkarên wan bi vegerê kêfxweş in.
Piştî belavbûna vîrusa koronayê, ev cara yekem e ku rizgarbûyên destê DAIŞê bo Herêma Kurdistanê têne vegerandin.
Dapîra Leylayê, Gewrê Ilyas ji Rûdawê re dibêje: Şeş sal in ev bi hêvî ne, gelek kêfa me hatîye, kes ji mala me nemaye lê hemû kesên me ne. Berê biçûk bû, me serê wê dişuşt, niha mezin bûye.
Herdu keçên Kurdên Êzidî niha li hotêleke bajarê Duhokê hatine kerentînekirin û piştî 14 rojan dê bo nav kesûkarên wan bêne vegerandin, ku malbatên wan li kampên Xankê û Kebertû ne.
Bavê Ronya Feysel bêserûşûn e û dayik û pênc xûşk û birayên wê li Kanadayê ne. Niha tenê dapîra wê, Eyşan Silêman li Başûrê Kurdistanê maye û wek malbat dê pêşwazîyê li wê bike.
Eyşan Silêman a dapîra Ronyayê, dibêje ku wê biryar daye li Kurdistanê bimîne, heta ku çarenivîsa bavê Ronyayê û 6 kurên xwe yên din bizane.
Eyşan Silêman ji Rûdawê re dibêje: Min dixwast ku hatiba cem min, nehêlan. Min tişt kirîbûn ku biçim pêşîya wê, bes gotin 15 rojan dê li cem xwe bihêlin. Gelek kêfa min hat ku ew hat.
Li gor amarên ofîsa rizgarkirina revandîyên destê DAIŞê li Herêma Kurdistanê, di êrîşa Tebaxa 2014ê ya DAIŞê de bo ser Şinglaê û deverên derdora wê 6,417 kes ji Kurdên Êzidî hatin revandin, ku 3,530 kes ji wan hatine rizgarkirin û 2,887 kes jî hêj bêserûşûnin.
Rudaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin