Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Du rastî û du nezanîn!

A+A-

Mirovên her tiştekî bizanibin zehmet e ku peyda bibin. Lewma jî herkes lê dixebite da ku kêmaniyên xwe temam bikin, zanînên xwe zêde bikin û şaşiyên xwe jî kêm bikin.

Kesên zindî, çalak û xebatkar, di nava karê xwe de wê her kêmaniya wî/ê jî bibe. Ya girîng ew e ku mirov bikaribe wan kêmaniyên xwe temam, rexne li xwe bigire û bi awayekî dilsozî wê qebûl bike.

Temamkirina kêmaniyan tê wê wateya ku ew kesên kêmanî û şaşiyên xwe dît û bixwaze wan dubare neke, aha ew însan pêşketî ye.

Li vê dinyaya em lê dijîn, tenê kesên mirî şaşiyan nakin, ji ber ku mirî ne. Her kesên zindî û xebatkar ne pêkan e ku şaşiyan nekin. Şaşîkirin jî ne sûc e û ne jî guneh e. Heger ew şaşiyana ne bi zanetî bin.

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de behsa du kêmanî û nezanînên xwe bikim. Ya ewil li ser birêz Evdirehmanê Gundî ye.

Ez weke şexs wî camêrî baş nas dikim, gelek sohbet û ligelhevrûniştinêm me jî çêbûne. Dema min ew nasî, weke qehremanekî gelê kurd weke mêrxasekî têgihiştî û wêrekekî bêhempa bû.

Di bin şert û mercên dijwar de me hev nasî. Bi hatina 12 Îlona sala 1980î ku armanca wê tunekirina kes û kesayetiyên kurd bû, belavkirina rêxistinên wan bû. Lê dîsa jî gelekan kar û xebatên xwe yên siyasî didomandin.

Yek ji wan jî birêz Evdirehmanê Gundikî bû. Ji ber xebatên welatparêzî ji bona Kurdistaneke azad û zindîkirina partî û rêxistinê, ew her li ser sînorên Kurdistanê yên bi destê dagirkeran hatibû kişandî bû.

Wan sînorên mayînkirî, wan sînorên ji qerekolên leşkerên dijmin pêk dihat, ji bona birêz Evdirehman weke tu ji gundekî Kurdistanê here gundekî din bûn. Wî bi sedan welatparêz û şoreşger ji ber xezaba karbidestên tirkan xilas kir, derbasî perçeyên din dikir. Yanî min ew tenê wiha ango weke pêşmêrgeyekî qehreman û xebatên wî yên leşkerî dinasî.

Lê dema wî berhema xwe ya bi navê ”Nameyeke li Şernexê” diyarî min kir min xwend û xwend. Her ku dixwend ji wê kurdiyê têr nedibûm. Ew berhema wî ji min re bûbû weke tu li çolekê avê bibînî. Hingî tam û xweşiya zimanê dayikê, kurdiya stûxwar dida min. Di destpêkê de min bawer nekir ku ev kurdî ya birêz Evdirehman be.

Piştî dema xwendina wê berhema delal me hev dît min ev nerîna xwe ji wî re jî got: Bersiva wî gelek xweş bû. Got: ”Hin tişt weke zêrê tu di binê axê de veşêre ne. Ji ber vê dîtina wan ne hêsan e.”

Piştî xwendina wê berhemê her li bendê me ku ew bi tenê binivîsîne, bi wê kurdiya şêrîn û xweş pirtûkxana gelê xwe dewlemend bike. Li gor min karê niha ew bike divê tenê ev be. Lê biryar dê ya wî bixwe be.

Nezanîn û rastiya dudan jî ev e. Ez birêz Maruf Yilmaz zêdeyî 20 salan dinasim. Min ew weke kesayetiyeke di halê xwe de, bi kar û barê xwe ve mijûl nas dikir. Bi edebiyat û hunera kurdî ve girêdayî dizanîbû. Min zanîbû çend berhemên wî jî hene û hew.

Lê di van demê nêzîk de camêr bi xwe têkiliyên xwe yên dostane li gel min danî, ji nû de me diyalog û têkiliyên xwe bi hev re germ kir. Bi vê danûstendinê, min romana xwe ya bi navê "Barzan Digirî" diyarî wî kir û wî jî berhema xwe ya bi navê ”Serbilindî û Serkeftina ROMANA KURDΔ diyarî min kir.

Dema min ev berhema wî xwend, min bawer nekir ku wî ev nivîsîbe. Lewma min çend caran li navê nivîskarê wê berhemê dinerî lê her navê birêz Maruf Yilmaz didît. Him bi tahlîlên zanistî, bi şiroveyên delal û bi kurdiyeke xweş û herikbar nivîsîbû. Him jî mirov ji wê tam tahlîlên zanistî têr nedibû.

Gelekî girîng e ku divê êdî rexnegirên me, berî ku berhemekê rexne bikin, têbinî û nerînên xwe bêjin, pêwîst vê berhema birêz Maruf Yilmaz bixwînin heye.

Ez cara ewil rastî tahlîl û şiroveyên wiha têm ku kurdek bikaribe, bi firehî û li gor zanîna demê romanên Mehmud Uzun, Hesenê Metê, Firat Cewherî û hwd tahlîl bike.

Piştî xwendina vê pirtûka delal, min ji nû de birêz Maruf Yilmaz di vî warî de nasî û têgihiştim ku bê wî çiqasî xwe gihiştiye.

Şirovekirina romanên kurdî bi vî awayî ancax ewqasî dikare rast û xweş bê zimên. Min heta niha tu berhemên muhtewaya wê bilind û ne kêmî berhemên Ewropî, cara ewil di vê berhemê de dît, serbilind û kêfxweş bûm ku kurd jî êdî bikaribin rexneyên xwe, zanînên xwe, dîtin û nerînên xwe di warekî ewqasî bi serketî dikare bêje.

Ez sipasî van herdu, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd dikim ku xwe di rêya çanda kurdî û nivîsandina kurde gihandine.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar