Du senatorên Amerîkî “Yasaya Rûbirûbûna Êrîşên Tirkiyeyê ya 2024an” pêşkêş dikin

Du senatorên Amerîkî “Yasaya Rûbirûbûna Êrîşên Tirkiyeyê ya 2024an” pêşkêş dikin

.

A+A-

Du senatorên Amerîkî projeyasayek hevbeş pêşkêş kirin ku dê cezyan li ser Tirkiyeyê bisepîne ku operasyona leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê bike.

Senatorê Demokrat Chris Van Hollen û Senatorê Komarî Lindsey Graham “Yasaya Rûbirûbûna Êrîşên Tirkiyeyê ya 2024an” pêşkêş kirin, bi hêviya ku gefên Amerîkî yên ferzkirina cezayan, her du aliyan ber bi agirbestê ve bibe.

Lê wan ssenatoran di heman demê de got jî, divê Washington bi awayekî dîplomatîk bi Tirkiyeyê re kar bike, ji bo hêsankirina gihîştina agirbesteke domdar û avakirina navçeyeke bêçek di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Armanca van cezayan ew e ku pêşî li êrîşên zêdetir ên Tirkiyeyê, yan hêzên ku Tirkiye piştevaniya wan dike li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bigirin.”

Amaje bi wê jî kirin, “êrîşên nû dê bihêle ku DAIŞ careke din derkeve, ku ew gefek li ser ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê û tevahiya cîhanê ye.”

Piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed, êrîşên çekdarî li ser navçeyên bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê zêde bûne. Amerîka jî navbeynkariya agirbestekê li herêmê di navbera hêzên ser bi Tirkiyeyê û HSDê de dike.

 

K24 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin