
Duhok… Qedexeya hatûçûnê nav kampên koçberan de hat ragehandin
Rêveberê cîbicîkar ê karûbarên mirovî li parêzgeha Duhokê ragehand, ji bo parastina ji vîrusa korona, qedexeya hatûçûnê nav kampên koçberan ên li sînorê parêzgeha Duhokê hate dan.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Rêveberê cîbicîkar Idrîs Nebî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hejmarek zêde ya koçber û penaberan li sînorê parêzgeha Duhokê hene û hemû jî wek malbat û çadir û prefaprîk malên wan nêzîk yek in, lewma biryar hate dayîn ku êdî hatûçûn nemîne û qedexeya hatûçûnê nav kampan de hat ragehandin.’’
Berî du rojan serokê encûmena parêzgeha Duhokê Fehîm Ebdula di civîneke çapemenîyê de ragehandibû metirsîyek mezin a belavbûna vîrusa korona li ser kampên koçber û penaberan de heye. Ji ber hejmarek mezin a koçberan di kampan de jîyana dikin û bazar û cîhên wan nêzîkî yek in. qerebalixeke zêde jî çêdibe. Pêwîste demekî zû de qedexeya hatûçûnê bê ragehandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin