DYA û IKBYê li hev kir...Pêşmerge vedigere Kerkûkê

DYA û IKBYê li hev kir...Pêşmerge vedigere Kerkûkê

Hat ragihandin ku Amerîka û Herêma Kurdistanê ji bo vegera hêzên Peşmerge bo Kerkûk û navçeyên wê li hev kiriye. Li gor agahiyan hefteya pêşiya me Pêşmerge vedigere Kerkûkê.

A+A-

Berpirsê Yekgirtuya Îslamî yê Kerkûkê Ednan Seyîd di axaftina xwe ya BasNewsê de gotiye:

"Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîka li hev kirin û dê hefteya pêşiya me, hêzên Pêşmerge dê vegerin Kerkûkê. Her çi qas partiyên siyasî ji bo kampanyaya hilbijartinan li hev kiribin jî îhtîmale gengeşî derkeve û divê em ji vê re amade bin."

Ednan Seyîd di berdewamiya axaftina xwe de dibêje:

"Em nizanin bê milîsên Heşda Şeibî wê li Kerkûk û derdorên wê destûra kampanyaya hilbijartin a kurdan bide an na. Li Kerkûkê leşkerên girêdayî mezhebên şîî û sunî hene û girêdayî partiyên siyasî ne. Di dema hilbjartinê de pêwajoya ewlehiye dikeve talûkê, lewma divê hemû aliyên siyasî di nava hevkariyê de bin. Eger hevkarî neyê sazkirin dibe gengeşiyeke mezin pêk were."

‘VEGERA PÊŞMERGE BO KERKÛKÊ ŞERT E'

Seyîd di dirêjiya axaftina xwe de got: "Lê milîsên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê wê nikaribe kampanyeya hilbijartinê asteng bike ji bo ku di encama hevdîtinên hêzên amerîkî û hikûmeta Kurdistanê de tê pêşbînikirin ku hefteya pêşiya me hêzên Pêşmerge bo ewlehiyê vegere Kerkûkê. Ji bo kampanyeya partî û pekhateyên kurdan vegera Pêşmerge bo bajêr şert e. Eger Pêşmerge venegere dibe gengeşî û pevçûnên cidî biqewimin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin