E-pirtûkek nû: 'Notên Xwendinê'
Dîyarname e-pirtûkek nû diweşîne: Ev e-pirtûka yekemîn a Dilşêr Bêwar e. Navê pirtûkê "Notên Xwendinê" ye û di vê de gelek nivîsên Dilşêr Bêwar ên berê li cihên cur bi cur hatine weşandin cih digirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatîye dinyayê.
Dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erzeromê, du salên mayîn li Tatosê xwendîye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmirê jîyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Dilşêr navê wî yê resen e. Ew karkerê înşaatê ye. Dîyarname jî di nav de heta niha di kovar û malperan de helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî
hatine weşandin. Ev berhema dijîtal berhema wî ya yekem e û ji nivîsên wî yên hatine weşandin hatîye pê.
E-pirtûk "Notên Xwendinê" ji 55 rûpelên A4 pêk tê.
Yên bixwazin bixwînin dikarin ji vê lînkê e-pirtûkê daxînin:
Etiket : E-pirtûkek nû: 'Notên Xwendinê'
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin