Ebdî: Wê nakokiyên navbera PKK-PDKê gelekî bandorê li Rojava û danûstandinan bike!

Ebdî: Wê nakokiyên navbera PKK-PDKê gelekî bandorê li Rojava û danûstandinan bike!

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji malpera El Monitor a Amerîkî re daye xuyakirin ku wê bandora nakokiyên navbera PKK û Herêma Kurdistanê li ser Rojavayê Kurdistanê û danûstandinên yekrêziyê çêbibe.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînê de, bêyî ku behsa êrîşên leşkerî yên PKKê li Başûrê Kurdistanê bike ku bûne sedema şehîdkirina Pêşmergeyekî jî dibêje; wê nakokiyên navbera herdu aliyan bi giştî bandorê li Rojavayê Kurdistanê û danûstandinên Kurdî-Kurdî bike.

Ebdî diyar dike, helbet Rojava wê ji aliyê Kurdên Sûriyê ve were birêvebirin û ew ne aliyekî pirsgirêkên navbera PKK û PDKê ne, lê belê dibêje; ‘ev nakokî wê gelekî bandorê li danûstandinên Yekîtiyê û Rojavayê Kurdistanê bi giştî bikin.’

Mezlûm Ebdî li ser pirsa gazinên ENKSê yên derbarê destwerdana PKKê di danûstandinên yekrêziyê de jî dibêje, “Nabe tenê weke PKKê were diyarkirin, tenê binavkirina aliyekî şaş e. Lê belê eger ENKS rêveberiyeke xweser dixwaze, wê ev pirsgirêk were çareserkirin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha li ser bandora serkeftina guftûgoyên digel ENKSê diyar dike ku wê bandoreke erênî li têkiliyên wan û Tirkiyê jî bike û bibe sedema ku dijminatiya Kurdan rawestîne.

Mezlûm Ebdî daye xuyakirin ku pêvajoya danûstandinên ligel ENKSê dûrî Rûsan bi pêş ve çûye, Rûsan jî tevî ku ne parçeyekî vê gavê bûn, tiştekî neyînî bi rêya ragihandina xwe negotine.

Ebdî bal kişandiye ser ku niha hikûmeta Şamê ji bo çareseriyekê ligel wan ne amade ye, lê belê Rûs wan didehfînin ku bi hikûmeta Şamê re aştiyê pêk bînin.

Ebdî diyar dike, têkiliyên wan bi Şamê re jî hene ku sedema wê jî hebûna pirsgirêkên ewlehiyê yên hevbeş in.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin