Ebdo: Em amade ne danûstandinê bi Hikûmeta Sûriyê re bikin
.
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser, bersiva Wezîrê Perwerdehiyê yê Sûriyê ya di derbarê xwendin û perwerdehiya li dibistanên Rêveberiya Xweser de da û got: “Em amade ne danûstandinê bi Hikûmeta Sûriyê re bikin.”
Li Parlamentoya Sûriyê Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Darim Teba di gotarekê de diyar kir, xwendin û perwerdehiya li dibistanên Rêveberiya Xweser tê kirin, ne perwerdehiyeke niştimanî ye. Herwiha got jî ew ê dibistanan ji destê Rêveberiyê derxin û ew ê bi xwe 2 saetan dersên Kurdî bidin.
Piştî van daxuyaniyên Wezîrê Perwedehiyê yê Sûriyê, Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Mihemed Salih Ebdo ji K24ê re got: “Em wek Desteya Perwerdeyê, amade ne di bin serperiştiya UNESCO û UNICEF de danûstandinê bi Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê re bikin, ji bo bigihin encamên erênî.”
Di sala 2015an de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser perwerdehiya bi zimanê Kurdî û rêbaza xwe derbasî dibistanên deverê kiriye û minhacê hikûmete tenê li çargoşeya ewlehiyê ya li bajarê Qamislo û Hesekê tê xwendin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin