Ebdullah Gul: Pirsan Kurd bûye pirseke nêvdewletî
Ebdullah Gul ragehand, pirsa Kurd sinûr burandîye bûye pirseka nêvdewletî.
Navenda Nûçeyan - Ebdullah Gul, serokê Komara Tirkîya yê Berê, rexne li sîstema Tirkîyê girt û ragehand, sîstema serokatîyê li gel civaka Tirkîyê nagunce û û piştî peyrewkirina evê sîstemê tevaya arîşeyan mezintir bûn.
Amaje bi wê yekê jî kir, pirsa Kurd arîşeya bingehîya Tirkîyê ye û heke ev pirs çareser nebe; Tirkîye ji arîşeyan rizgar babe. Kurd di cugrafîya çar welatan de ne û piranîya wan li Tirkîyê ne û çalakin
Amaje bi wê yekê jî dike, ku Kurdên Tirkîyê têkelbûne li gel Civaka Tirkîyê û cudakirina wan pir zehmete.
Li gor bawerîya Ebdullah Gul, çareserkirina pirsa Kurd bi bexşîna mafên wekhevî, danana destûreka nû û îtirafkirin bi mafên wan dibe. Heke mafên Kurd misoger bibe; wê demê Tirkya dikare arîşeyên xwe yên derve bi sanahî çareser bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin