Ebû Leyla bi merasimeka girseyî li Kobanî hat binaxkirin
Ebû Leyla bi merasimeka girseyî li Kobanî hat binaxkirin
Cenazeyê Fermnadarê HSDê, Faysal Abdi Bilal Sadun (Ebû Leyla) bi merasîmeke leşkerî li goristana şehîdan a bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hat bin axkirin.
Ebû Leyla (Babê Leyla) roja 2ê Hezîranê di operasyona rizgarkirina Mibicê ji detsê DAIŞê de bi giranî birîndar bibû û bo dermankirinê bi rêya helîkoptereke amerîkî ve bo Başûrê Kurdistanê hatibû veguhastin û 5ê Hezîran a 2016an li nexweşxaneya Şar a bajarê Silêmaniyê şehîd bibû.
Piştî şehîdbûna Ebû Leyla, cenzaeyê wî bo veşartinê bo Rojavayê Kurdistanê hat birêkirin û di 6ê Hezîranê de li Goristana Şehîdan a Kobanî bi beşdarbûneke girseyî bi axê hat spartin. Hevseorkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî beşdar bû.
Ebû Leyla li Kobanî û dema ku zêdetirî 4 mehan Kobanî di bin dorpêçe û êrişa tund a çekdarên DAIŞê de bû, li dijî wê rêxistina tundrew şer kiribû.
Ebû Leyla sala 1984an li gundê Qererişk a girêdayî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bibû, 8 salan li bajarê Minbicê jiyabû û xebitîbû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin