Efrîn 3 sal berî niha ket destê Tirkiyê û grûpên çekdar
.
Îro 18ê Adarê, 3 sal di ser dagîrkirina bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin.
Beriya 3 salan, piştî 58 rojan êrîşên Artêşa Tikriyê û girûpên çekdar yên ser bi opozîsyona Sûriyê, bajarê Efrînê ket bin destê wan. Heta niha jî Tirkiye û girûpên çekdar di wî bajarî de desthilatdar in ku binpêkarî jê kêm nebûne.
Di nava 3 salên derbasbûyî de, girûpên çekdar çendîn coreyên binpêkirina mafên mirovan li hember xelkê Efrînê kirine. Ji kuştin, revandin talankirin û destdanîna ser mal û milkê û heya digehe qedexeya perwerdeya bi ziman û kultûra Kurdî.
Grûpeke çekdar a opozisyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve, bi boneya sêyemîn salvegera dagîrkirina Efrînê, bo dema 5 rojan hatinûçûna bo navenda bajar qedexe kiriye.
Rêveberê Ofîsa Ragihandina Encûmena Navxwe ya Efrînê dibêje, guman heye di van rojan de êrişên tolhildanê li bajar bên kirin û diyar dike ku wan bi wê sedemê ji 16ê ta 21ê Adarê biryara qedexekirina hatinûçûnê daye.
Biryara qedexeyê ji demjimêr ji 20.00ê ta 08.00ê sibehê tê cîbicîkirin.
Nesir Herîrî, Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî, dibêje, “Ew navçe hatine azadkirin. Eeer ez ji te re bibêjim rewş gelekî baş e û 100% ye, ez derewê li te dikim. Li wan navçeyên azadkirî alingarî hene. Berpirsiyariya wan navçeyan heye. Dezgehên nûçêbûyî li wê derê hene, ku nûnertiya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê dikin. Ez eşkere diaxivim, em û birayên me yên Tirk li wê navçeyê hevbeş in.”
Roja 20ê Çileya 2018 êrişa Tirkiyê û grûpên çekdar ên hevpeymanên wî welatî, bo ser herêma Efrînê li jêr navê “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” destpê kir.
Piştî 58 roj ji êriûên giran û berevaniya hêzên Kurdî, roja 18ê Adarê navenda bajarê Efrînê hat dagîrkirin.
Ji ber şerê Efrînê, nêzikî 300 hemwelatiyên sivîl hatin kuştin û zêdetir ji hezar û 500 sivîl jî birîndar bûn. Herwiha nêzikî 300 hezar Kurdên niştecihên herêmê jî derbeder û koçber bûn.
Beşeke zêde ya Efrîniyên koçber bûne, li rojhilatê bajar di nav kamp û gundewarên herêma Şehbayê de niştecih bûne ku ew dever li jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (HPG) de ne.
Piştî kontrolkirina Efrînê mal û milkê hemwelatiyên Kurd ji aliyê grûpên ser bi Tirkiyê ve hat talankirin.
Proseya guhertina demografiya navçeyê destpê kir û hikûmeta demkî ya opozsiyona Sûriyê zimanê Kurdî li bernameya xwendina derxist.
Li gor raporta rêxistina Cease Fire ku rêxistineke Brîtanî ye û di warê mafên mirov de kar dike, Tirkiyê rê xweş kiriye ku zêdetir Ereb biçin bo Efrînê û bi vî awayî jî demografiya Efrînê guhertiye.
Berî êrişên Tirkiyê ji %92 niştecihên Efrînê Kurd bûn, lê niha Ereb û Tirkmen nêzikî ji %50 ta 70 niştecihên bajar pêk tînin.
Destpêka Adara 2020 Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand, ji 1ê Berfanbara 2019an ve ta dawiya meha Sibata 2020 ji ber şerê Idlibê, 184 hezar û 547 kes ji Idlib û derdora wê çûne herêma Efrînê.
Lê li gor amarên rêxistinên mirovan ên li Efrînê, di heyama wan 3 mehan de 250 ta 300 hezar koçber ji Idlib û derdora wê çûne herêma Efrînê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin