Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 4 kes revandin

Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 4 kes revandin

.

A+A-

Çalakvanên Efrînê dibêjin, bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê û koçberkirina wan, ji aliyê çekdaran ve tên revandin.

 Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 kesên sivîl revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarê “Ehrar El-Şerqiye” roja 30ê Mijdarê xortê bi navê Esed Mihemed Elî Heyder ji gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê revand û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Wê rêxistinê da zanîn jî, grûpa “Polîsa Leşkerî” ji roja 27ê Mijdara borî ve Hejar Mihemed Gulîn yê 26 salî ji gundê Behdîna yê li navçeya Raco revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî ji destpêka vê mehê ve Mihemed Nûrî Qedemo yê 34 salî ji navçeya Bilbilê ve revandiye û heta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Wê rêxistina ragihand jî, xortê Efrînî Ehmed Ezîz Elo meha borî dema ji herêma Şehbayê vedigeriya Efrînê, bi rê de li herêma Babê ji aliyê çekdaran ve hatiye revandin û heta niha ti zanyarî li ser wî tune ne.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dibêje, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin