
EFRÎN - Derketina Erebên hawirde didome
.
Derketina Erebên hawirde ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.
Hinek Erebên hawirde ji bajarê Efrînê derketin û vegeriyane cihên xwe.
Li gorî dîmenên ku hatine belavkirin, dengê hinek kesan tê ku behsa derketina wan Erebên hawirde dikin.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin ew Ereb ji bajarên Şam û Himsê ne.
Tê dîtin ku Erebên hawirde bi otobusên mezin ji Efrînê derdikevin û kesej dibêje 33 otobûsên mezin li pey hev ji bajêr derketine.
Di nava dîmenan de xuya dibe ku barhilgir jî hene ku wan Ereban kelûpelên xwe li bar kirine û ji Efrînê derdikevin.
Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi sed hezaran malbatên Sûriyeyî ji ber desthila Esed koçberî Îdlibê bibûn.
Her wiha piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê ve, bi sed hezaran Kurd ji Efrînê koçber bûbûn.
Di heman demê de bi sedhezaran Ereb û Tirkmenên hawirde li Efrînê hatibûn bicihkirin.
Piraniya wan malbatên hawirde yên li Efrînê dimînin, xelkê Şamê, Xûta, Daraya, Hema, Heleb û Himsê ne.
Bi ketina desthilata Esed re, êdî ew malbat Efrîn bi cih dihêlin û vedigerin gund û bajarên xwe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin