EFRÎN - Dest datînin ser mal û milkên jinebiyan

EFRÎN - Dest datînin ser mal û milkên jinebiyan

.

A+A-

Koma çekdar a Hemzatê li navçeya Racoyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê dest datine ser mal û milkên Kurdan.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve binpêkirinên li hemberî Kurdan bê navber berdewam dikin.

Grûpa Hemzatê ya Tirkmen li Efrînê ji xwediyê mal û milkan belge xwestine.

Çalakvanê Mafên Mirovan Mistefa Şêxo li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Mistefa Şêxo da zanîn ku Berpirsê Ofîsa Aboriyê ya Hemzatê ya Racoyê Mihemed Îtriye di çarçoveya destdanîna ser mal û milkên xelkê de ji wan xwestiye ku belgeyên fermî yên xwedîbûna mal û milkan ên li saziyên Hikûmeta Sûriyeyê bînin.

Şêxo her wiha diyar kir ku daxwaz ji jinebiyên gundê Derwêş û Miskê hatiye kirin ku belgeya mirina hevjînên xwe bibin Ofîsa Aboriyê ya Hemzatê.

Mistefa Şêxo ragihand ku heta niha navên 12 jinebiyan hatine bidestxistin û ew jî ev in:

Zeyneb Îbrahîm Hemîd Bîlal, Xedîce Reşo Îzet Elî, Leyla Luqman, Emîne Reşo Izet Elî, Xedîce hevjîna Enwer Qadir, Zeyneb Osman, Zeyneb Bekir, Sîvîn Xalid, Solî Omer Ebdo, Emel hevjîna Osman Hesen, Şukriye Kor Seîd û Fatma dêya Elî.

Mihemed Îtriye 15ê Îlonê jî ji muxtaran xwest ku xelkê agahdar bikin da ku belgeyên fermî yên xwedîbûna mal û milkan ji saziyên fermî yên Hikûmeta Sûriyeyê bînin.

Navên 24 kesan hatine diyarkirin ku ji ber vê yekê hatine agahdarkirin û grûpa Hemzatê dest daniye ser mal û milkên wan, heta ku wan belgeyan ji Helebê bînin.

Dagirkirina Efrînê

Grûpên Çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bi alîkariya Tirkiyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan dewam kir, Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrîn 18ê Adara 2018an dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin