Efrîn di bin dagîrkeriyê de (255)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (255)

.

A+A-

Guhertina binevahiya niştecîbûnî li Herêma Efrînê, ji dema dagîrkirina wê ji aliyê Turkiyê ve li sala 2018an. Z, bi riya koçberkirina zorane ji sedhezaran xelkê wê re, û niştecîkirina dora nîv milyon nişte ji malbatên çekdaran û anîndeyên parêzgehên din ên Sûriyê tê de, û herweha barkirina/biderkirina dehezaran penaberên Sûrî ji Turkiyê -li dû hev-  bo herêmê, û destdanîna wan li ser malmewdanên nişteciyên resen, bi ser de jî avakirina gundine niştecîkirinê yen nimûneyî ji bo bicîkirina wan…Di çêkirina/bûyerdana guhertineke demgrafî ye fere de li dijî Kurdan û herêma wan a dîrokî du delametên/faktorên bingehîn in, û daxuyana seyr û bi gûman a axêverê Şalyariya/Wezareta Derve a Amerîka “Masyo Mêler/Matthew Miller” red dike û derew derdixîne, yê ku li vê dawiyê gotiye: “Waşinton nabîne ku pilana Turkiyê ya ji bo vegerandina milyonek penaberên Sûrî bo Bakurê Sûriyê, guhertineke demografî li Efrînê – Bakurê Sûriyê armanc dike”.

Ev jî hin bûyîn li ser rewşên serwerkirî ne:

= Qurbaniyin sivîl:

Di encama pevçûnên qurşînan di navêna Artêşa Turkiyê û nandozên wê ji alîkî ve û Artêşa Sûriyê û hevalbendên wê ji alîkî din de, ziyanin şênberî û qurbaniyin sivîl en pakrewan û birîndar li herdu aliyan rûdan:

– Li 31.7.2023an. Z, topebarana topavêja Turkiyê herdu gundên hevcîwar “Gundê Mezin, Kalûtê” – Çiyayê Lêlûn armanc kirin, û di encamê de Hemwelatî “Nezîre Welo Mistefa /40/sal” û Zarok “Mihemed Remedan Ilêwî /10/sal” ji Gundê “Kalûtê” bi rengekî têvel birîndar bûn, û ta niha di nexweşxanê de têne dermankirin.

– Li nîvroya 4.8.2023an. Z, Artêşa Sûrî makînak “Van Salon” (a ku hilgêrin sivîl di navêna Bajarê Efrînê û hejmarek gundan de vediguhestin) armanc kir, li cîgeha Çiyayê “El’şêx Eqîl” – riya di navêna herdu Gundên “Fafirtînê û Bircikê” de – Çiyayê Lêlûn, û bi şev jî makînek rahêjok (e ku li ser guhestina  makîna “Van” a armanckirî kar dikir) armanc kir; Û di encamê de Hemwelatî “Elo Silêman Silêman /25/sal” ji xelkê Gundê “Bircê Silêmên” û du anîndeyên li gund hatine niştecîkirin -me nikanî navên wan nas bikirana- şehîd ketin, û heyşt din jî ji Gundên “Kibêşînê, Bircheyderê, Bircê Silêmên” cûrbecûr birîndar bûn, jê: Ajovanê “Vanê” “Mihemed Ednan Silêman“, “Mecîd Ehmed Silêman” û “Kemal Silêman Silêman” (ê bi sivkahî birîndarbûyî), û çar birîndar ji ber birînên wan ên metirsîdar bo Turkiyê hatin guhestin.

“Makîna “Van Salon”, a ku ji aliyê Artêşa Sûriyê ve armanckirî, li 4.8.2023an. Z.”

“Pakrewan “Elo Silêman Silêman”.”

= Girtinine bêsûcane:

Li 22.7.2023an. Z, dema ku Asayêşa Turkiyê Xort “Isma’il Lewend Elo /27/sal” ji xelkê Gundê “Hisê/Mîrka” – Navça Mabeta radestî Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” (ya ku Derbasgeha “Bab El’selamê – Ezazê” desteser dike) kir, ew bêsûcane hate girtin û zorane hate veşartin, bê têkildarî bi merivên wî re; Were zanîn ku ew zorane ji Turkiyê (ya ku ji neh salan ve lê rûdine) hate koçkirin, di çarçewa daneserên/hemleyên ku digihêjin penaberên Sûriyê de, û hevjîna wî jî li Istenbûlê bê xwedîlêderketin ma; Û divê bête zanîn jî ku tu têkeliyê xort bi Rêvebiriya Xweser a berê re tune ye.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li Êvara 30.7.2023an. Z, di encama nelihevkirina li ser dizîn û talanan û bazarên navxweyî de, “Mihemed Fatêh Hemşo/Ebû El’nesir” (ê ji Bajaroka El’ra’î – Herêma Babê û serkêşê Milîseyên “Firqit El’muntesêr Bîlah” li Gundê “Umera” – Navça Reco) bi qurşîna jîndar hate kuştin, ji aliyê endamên rêbenda gund a çekdar a “Firqê” ve, bê ku tu zelalkirin jê derkeve.

Tiştê “Mêler” dayî xuyakirin li ba Kurdên Sûriyê bi giştî ciyê nefret û şermezariyê ye, ji ber ku tiştê gotiye bi tewawî/temamî dûrî rastiyê ye, û Turkiyê û nandozên wê têvedide û dihevojîne ku bêtir binpêkirin û tewanan li dijî wan pêk bînin, û ji ber wê jî jiyan û herêma wan bêtir tûşî metirsiyan bibin.

06.08.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Makîna “Van Salon”, a ku ji aliyê Artêşa Sûriyê ve armanckirî, li 4.8.2023an. Z.

– Pakrewan “Elo Silêman Silêman”.

————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-255-06-08-2023-PDF

https://yek-dem.net/ku/?p=14195

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin