Efrîn di bin dagîrkeriyê de (287)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (287)

.

A+A-

Turkiyê û peyên wê yên Sûrî bi derewîn dibêjin Herêmên Sûrî yên di bin desteseriya wê de hêmin û aram in, û herweha Milîseyên Hemahengiya/Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî jî dibêjin ew sivîlan û malmewdanên wan ên di çarçewa bandewariya wan de diparêzin, di heman dema ku endam û anîndeyên jê ve nêzîk weke diz û çetan tevdigerin, tiştên dixwazin didizin û gendeliyê li ser erdê çêdikin, û her binpêkirinekê dikin, bê çavdêrîkirin û lêpirsîn!

Ev jî hin heyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Anîndeyekî ji “Encarê” binpêkirin û tewanên “Firqê Nehan” dicersîne û berbat dike:

Weke rastîhevkirinekê ji tiştê me berê belav kirî re, û digel agahiyine nû yên ku me ji jêdereke xwecihî wergirtine, anîndeyê bi “Ebo Ehmed” tê navdan û ji Bajaroka “Encara” – Gundewarê Heleb ê Rojava (yê ku malbata wî ji dagîrkirina herêmê sala 2018an. Z ve, dest daniye ser malina li Gundê “Memala Rojava” – Navça Reco, û zaroyên wî berê di nav refên Milîseyên “Firqê Nehan” -ên gund desteser dikin- de bûn), di perçevîdiyoke ku li ser Toreya “Tîktokê” belavkirî de, binpêkirin û tewanin ku milîs û endamên “Firqê” di dermafê Kurdan û herêma wan de kirine dicersîne. Ev jî hin ji wan in:

 Bindestkirina Kurdan û bi zorê standina zêtê zeytûna ji wan.

 Wergirtina tibabeke diravî qasî /80/ hezar Dolar Emrîkî (nirxê hesinê riya tirênê yê ku ji xeta tirênê hatiye dizîn).

 Dizîna nîv kîlo zêr ji mala Hemwelatî “Luqman Isma’îl Ehmed” li Gundê “Memala Rojava” û sersedembûna berdana hevjîna wî.

Û “Ebo Ehmed” serkêşên “Firqê Nehan” (Ebo Celal – El’neqîb “Ebid El’nasêr Celal Şelûh ” ji Bajarê “Darazê” – Gundewarê Heleb a Rojava, cîgir û xwarziyê wî “Haron Reşîd“/Darazê, “Racî El’hilo“, “Ehmed Mi’êkî“) bi awakî aşkere tewanbar dike, û bi rengekî ne aşkere jî nîşanî binpêkirinên “Ehmed Ibrahîm El’teqiş” dike, yê ku pismamê wî “Ebo Ela’i El’teqiş – berpersiyarekî Asayêşa Leşkerî li Reco” ji bo necersandinê ji herêmê bi dûr xistiye.

 

Û li gor jêdereke xwecihî, ji berî sê salan herdu bira “Luqman /31/sal û Mes’ûd /35/sal kurên Isma’îl” rastî fişar û tuhmetan ji aliyê serkêşekî firqê ve hatin, yê ku zêr ji mala “Luqmên” diziye û herdu bira çend heyvan bi tuhmeteke çêkirî revandine, û ji ber wê ew rastî işkencekirineke mekin hatine, û piştî berdana wan jî “Mes’ûd” û “hevjîna Luqmên” di bin zorê de reviyane Ewropa, û “Luqman” jî neçar bûye ku bi bavê xwe yê kalemêr re li gund bimîne.

= Basmîşkirineke çekdarane ji maleke Bajaroka “Reco” re:

Li şeva 02.05.2024an. Z, giropeke çekdar mala hemwelatiyê Kurd “Selah Hisên – bi “Pişnegerî” tê navdan” – ji xelkê Gundê “Hec Cemala” li orta Bajaroka “Reco” basmîş kirin, bexaxê şênberê hişbrînê ji bo pûçkirina “Selah û hevjîna wî û keça wan” hate bikaranîn, paşê jî tibabeke diravî/2500/Dolar Emrîkî, zêrmêr (gerden û bazing) ji stû û destê hevjîna wî û /13/teneke zêtê zeytûna (her yek 16 KG sade) û hin tiştên din hatin dizîn.

Û dema ku zêt bi matorên dutekerî bo Mala dizekî bi “El’eswed” tê navdan (ji xelkê Xota – Gundewarê Şamê û berê endamekî Milîseyên “Ceyş El’îslam”) hatin guhestin, Milîseyên Asayêşa Leşkerî çend ji wan (dora/20/kesan) bi tuhmetên dizînê di nav giropine cuda de (yên endam di nav refên Milîseyên “Ceyş El’îslam/berê û Lîwa’i El’şemal û Firqê Nehan” de, û merivên hina ji wan jî di nav refên Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” de hene) girtin, û nemaze serekê wê giropa çete yê bi “Ehmed” tê navdan ji biryargeha asayêşa ku ew girtiye hate revandin.

Û asayêşê di danesera/kampaniya xwe de hemwelatiyine Kurd ên bêsûc jî (“Idrîs Mihemed” – berber, “Mihemed Umer Heskêlo” – çaksazkerê matorên duloqî, “Ciwan Xilosî Hebeş”, “Mistefa Sebrî”, “Xelîl kurê Şiblo”) bi behaneya têkildariyê bi hin dizan re girtin, û tûşî lêdanê û sixêfan kirin, ta ku piştî çend katan hatin berdan.

Û li gor jêdereke xwecihî, hejmara dizînên ji malên Kurd li Bajaroka Reco di navboriya heyvekê de çêbûne gihîşte dora/20/an, û vê re jî lêxistina xwediyên malan û kêmrûmetkirina wan û gefkirina wan bi kuştinê, lê eger yek ji wan jî giliyekî pêşkêşî “asayêşê” bike, divê /150/Pereyê Turk bide.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

 Li 17.11.2023an. Z, dema ku Hemwelatî “Isma’îl Mihemed Zekî Elî /25/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê” – Navça Mabeta ji ciyê penaberiyê – Bajarê “Heleb” gihîşte derdora Bajarê “Cerablusê”, ji bo vegera li gundê xwe,  Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ew zorane revandin û veşartin, û ta niha çarenûsa wî nediyar e; Lê merivên wî nexwestin hewaldin û bi navbênciyan re têkildarî kirin, û  pere jê hatin xwestin û wan jî dora/9/hezar Dolar Emrîkî weke reşwet dan, bi hêviya kanibin ciyê wî nas bikin û bi berdandibidin, lê bê encamdan!

 Ji deh rojan ve, Hemwelatî “Îmad Reşîd Hebeş /50/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û milîseyên asayêşê ve, bi tewanbariya têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re, di wexta lêvegera wî ji “Encûmena Xwecihî li Reco” re ji bo derxistina nasnamê, piştî vegera wî ji ciyê penberbûnê “Heleb” bo cî û warê xwe ji dora heyvekê ve, bi ser ku wî tenê demeke kin -weke ajovanekî sivîl- li ba (RX) a berê kiribû; Û paşê ew bo navenda Efrînê hate guhestin.

 Li 03.04.2024an. Z, Hemwelatî “Sedîqe Şêx Bilo /55/sal” ji xelkê Gundê “Baliya” -Navça Bilbilê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên asayêşê ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX)a berê re, piştî gihîştina gundê xwe bi dora bîst rojan ji Heleb – ciyê penaberiyê; Û piştî heftakê ji bendkirinê hate berdan û vêrgiyeke diravî li ser hate ferzkirin.

= Şewtandinek li Hirşê “Parsexatûnê” û jiholêrakirina Zaretgeha Êzdî:

“Berevaniya Sivîl li Efrînê” got ku tîpên/tîmên wê li 04.05.2024an. Z agirek li Hirşê “Parsexatûnê” – Bakurê Bajarê “Ezazê” vemirandine, û ji dîtina wêneyên belavkirî qutkirina mebestkirî û fere ya berê ji darên wê re xuya dibe; Cîgeh bi navê zaretgeha olî ya Êzdî  “Parsexatûnê” ya li joriya wê tê binavkirin, û ji  Rojhilat ve li hafa Gundê “Qestelê Cindo” û ji Başûr Rojhilat ve jî li hafa Bajarê “Ezazê”, û girêdayî Navça Şera – Efrînê; Û eger li herdu wênyên ku “Gogel Êrs” li (28.01, 2018an. Z berî dagîrkirinê, û 26.07.2022an. Z piştî dagîrkirin û qutkirinê) girtine bê vegerandin û bi hev re bêne beramberkirin, bi zelalî dê qirkirina daristaneke îhracê li ser rûbereke dora /40/hiktarî -bi rengekî nêzîkî tevahiyê- bi sedema qutkirina berdewam û rêbazkirî were xuyakirin, herweha jî jiholêrakirina zaretgehê û qutkirina daristana wê ya temenmezin, ji aliyê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û anîndeyên ji wan ve nêzîk.

= Serpereştî û lêxwedîderketina Turkiyê ji “Gupikên Buhiştê/Bera’êm El’cene” re:

Weke tekezî li ser serpereştiya fermî û rêvebirina rasteqîn ya Turkiyê ya yekser di çarçewa (sazûmaneke dagîrkeriyê hevtewaw ji Herêma Efrînê re û bê lêmikûrhatineke fermî ji Hikometa Erdoxan) de, li 08.05.2024an. Z, (“Ezîz Ektan/Azîz Aktan” – hevrêzê giştî ji warên olî re li Bakur, “Umer Sezer/Ömer Sezer” – serpereştvanê sêwiyan/ra’î El’eytam, “Dr. Adêl Şahîn” – îmam û gotarbêjer li Istanbûlê/El’fatêh) seredana gulîstanên perwerdeya zarokan “Gupikên Buhiştê/21/ li Bajarê Efrînê û /4/ li Bajaroka Şera” kirin, bi hevaltiya “Yûsêf Keser – hevrêzê giştî ya warên olî li şaxa zeytûnê, Selah El’dîn Kero – rêvebirê fetwedayînê li Efrînê, Selah Ebo Bekir – rêvebirê giştî yê gulîstanên Gupikên Buhiştê”, ji bo “lêvegerekê ji awayê kar re çêbikin, li ser çalakî û pirograman tekez bikin, û diyariyan ji zarokan re pêşkêş bikin”, û ew tev jî ji bo ku zarokên Sûrî (yên 4-6 salî) di pêvajoya siyaseta Turkirinê ya rêbazkirî de û li rex hînkerên olî yên tundrew hînî ziman û çanda Turkî bikin; Û eger em wêneyên ku bi nûçeya seredanê re hatine belavkirin bidin hûrnêrînkirin, emê bi rengekî beloq tê de nîşan û simbol û alên Turkiyê  li ser cîgeh û çalakiyan bibînin û bi ser de jî tabloyeke pêşandkeriyê ji zarokên biçûk re bi “çek û cilên leşkerî”, ewê tersî mafên zarokan û bingehên perwerdekirina rast û durist.

= Geregoşî û serberdayetî:

– Li şeva 07.05.2024an. Z, di nav du giropên çekdar ji Milîseyên “Ceyş El’şerqiyê” de pevçûnin li hundir biryargeheke wan li Gundê “Hemamê” – Navça Cindirêsê derketin, û li sibehê jî li derbasgeha bi Turkiyê re, û di encamê de sê endam hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn, û ew jî bi sedema nelihevkirinê li ser parvekirina xalên qaçaxiya sînorî û dahatên wan.

= Binpêkirinine din:

 Çiloyê hemî rezên tirî li Gundên (“Gemrûkê, Kokanê” – Navça Mabeta, û Gundê “Naza” – Navça Şera) ji aliyê malbatên çekdar û anîndeyên jê ve nêzîk -bi şev û ro- rastî dizînê tên, û hin caran jî li pêş çavên rêbendên ewlekariyê, û ji ber ku bi şêwakî tewşankî tê kirin, ziyan dighêje mêwan û goşiyên qoriq jî jê diweşin; Û milîs jî vêrgiyan li ser werzê çilo yê ji xwediyan re dimîne didin ferzkirin.

 Li Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” /300/Dolar Emrîkî li ser her cotarîkî bîrekê ji xwe re dikole yan jî boriyê ava avdanê ji bîrê dikşîne zeviyeke xwe ferz dike.

Bi ser vê tevî de, û xelkê Efrînê baweriyê bi destlatên Dagîrkeriya Turkiyê yên ewlekarî û dadweriyê nakin, di lêkolîn û dadgehkirinên dadmend -yên ji bo parastina jiyan û mafên wan- bi yên binpêkirin û tewanan dikin re, û ew heya kanin berê xwe nadin wan dezgehan û xwe ji endam û serkêşên milîseyan jî bi dûr dixin, da ku rûmeta xwe biparêzin û rastî kiryarên qirêj netên.

12.05.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– “Ebo Ehmed Encara”, ji vîdiyoke di Toreya “Tîktokê” de belavkirî, li destpêka Gulana 2024an. Z.

 Dizîna riya tirênê ya hesinî û perçen ji Pira “Heşargê/Heredere” ya tirêna Rojhilat a Lezgîn li nêzîk G. “Maseka” – N. Reco, ji aliyê Milïseyên “Firqê Nehan” ve.

 “Ebid El’nasêr Celal Şelûh” – serkêşê Milîseyên “Firqê Nehan”, bi hevaltiya “Ebid El’rehman Mistefa” – serokê “Hikometa Sûrî ya Demkî” û “Hesen Hemade” – şalyarê berevaniyê li ba “Hikometa Demkî”.

 “Ehmed Mi’êkî” – serkêşekî “Firqê Nehan”.

 Hemwelatiyê Kurd “Selah Hisên” û hevjîna wî.

 Hirş û Zaretgeha “Parsexatûnê” ya Êzdî (berî û piştî dagîrkirinê).

 Seredana “Ezîz Aktan” ji Gulîstanên “Gupikên Buhiştê” re, û tabloyeke pêşandekirî ji zarokên biçûk re, bi “çek û cilên leşkerî”, 08.05.2024. Z.

———-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-287-12-05-2024-PDF

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin