Efrîn di bin dagîrkeriyê de (297)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (297)

.

A+A-

Li Roja Çarşemê /17/ Tîrmeha borî, “Mistefa Masetlî – Waliyê Hetayê ya Turkiyê” serokatiya civateke serokên encûmenên xwecihî û hevrêzkarên Turk li Herêma Efrînê kir, bi beşdariya herdu cîgirên wî û berpirsiyarine ewlekar, û bi parastineke çekdar ji kesayetiya wî re û ta di hundir hola civatê de li avahiya encûmena xwecihî li Efrînê; Û encûmenê got: “Di navboriya civatê de hejmarek dozên girîng li herêmê hatin gotobêjkirin, û yên bêtir li ser rewşa xizmetguzarî, tenduristiyê û kendên têne pêşiya kar bûn”…Ev karanîna wî ji destlatdariyên xwe re, dagîrkeriya Dewleta Turk tekez dike, lê bê ku Turkiyê vê yekê -weke salixeke zagonî ye navdewletî- li xwe mikûr bike, û herweha jî bê ku  “parastina daristanan û nixuma geyayî li Efrînê” bibe mijara civatê!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Armanckirina sivîlan:

Li dirêjahiya bêtirî şeş salan, hêzên Dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên wê yên Sûrî topebarankirina xwe ji gund, bajarok û bajarên Gundewarê Bakurê Heleb re (yê di bin desteserkirina Artêşa Sûriyê de, bi koçberên Efrînê mişt, û hin jê jî girêdayî Herêma Efrînê) berdewam dikin; Ew sivîl, mal û Avekerên giştiyane armanc dikin, wek:

 Li Siba Çarşemê 31.07.2024an. Z, wan Gundê “Bênê” – Şêrewa topebaran kir, û di encamê de Hemwelatî “Ebid El’rehîm Xakî Ebid El’xobarî /95/sal” û kurê wî “Mihemed Ebid El’rehîm Ebdî El’xobarî /42/sal” bi kûranî birîndar bûn, û ji bo dermankirinê bo Nexweşxana “Fafînê” hatin rêkirin, û herweha jî ziyanek mezin gihîşte mala wan.

 Li siba Înê 09.08.2024an. Z, wan derdora Çadirgeha/Kampa “El’ewde” ya taybet bi koçberên Efrînê (ya li nêzîk Gundê “Kişti’arê” – Navça Şera) topebaran kir, û di encamê de keçika negîhayî “Lîlav Elî Bekir /15/sal” ji xelkê Gundê “Mûskê” – Navça Reco birîndar bû.

= Şewatên daristanan:

Li gor serjimariyeke “Berevaniya Sivîl a Sûrî”, di navboriya heyva Tîrmeha 2024an. Z de /55/şewat di daristanan de vêketin; Tekezkirí ye jî ku piraniya wan li Efrînê ne – li gor nûçeyên wê yên ji aliyê wê ve belavkirî. Û li gor jêderên li ser erdê û weşanên hevgîhana civakî jî, li gel piroseyên qutkirina berdewam  agirin fere û mebestkirî bi  daristanên xwezayî û çandinî hatin xistin, û bê ku ji bo vemirandina wan ji aliyê destlatên Dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên bi ser wê ve û Hikometa Hemahengiyê  Demkî tu ked were pêṣkêşkirin, ji bilî hin hewildanên “Berevaniya Sivîl a Sûrî”, û ji ber wê rûberin mezin ji daristan û dehlan/hirşan rût bûn; Lê hin hemwelatiyan hewildana vemirandina hin agiran kirin, û di heman wextê de bangîn ji bo rizgarkirin û parastina daristan û zeviyên zeytûn, hejîr, kîraz û fistiqan de davêtin!

Û emê ji wan şewatan van bi bîr wînin:

 Li Roja Çarşemê 07.08.2024an. Z, li Daristana “Qaziqlî” – Navça Cindirêsê, li nêzîk gundekî niştecîkirinê.

 Li Roja Duşemê 05.08.2024an. Z, di Dehlên/hirşên “Çiyayê Hawarê” de, li nêzîk Gundê “Qirigolê” – Navça Bilbilê.

– Li ṣeva 04.08.2024an. Z, di dehlê/hirşê nêzîk Bajaroka “Kefirsefrê” de – Navça Cindirêsê.

– Li Êvara Înê 02.08.2024an. Z, di dehlê/hirşê nêzîk Gundê “Bêxçe” de – Navça Bilbilê.

 Li Roja Duşemê 29.07.2024an. Z, du şewatên dehleyî/îhracî li Navça Bilbilê û Gundê “Mûskê” – Navça Reco.

 Li Roja Yekşemê 28.07.2024an. Z, şewatek di Dehlê “Şemṣik” de, li nêzîk Gundê “Dêrsiwanê” – Navça Şera.

 Li 28.07.2024an. Z, sê şewat li herêmên dehleyî/îhracî li Gundewarê Reco.

 Li 28.07.2024an. Z, şewatek li dehlên/hirşên Gundê “Mûskê” – Navça Reco.

 Li Êvara Yekşemê 28.07.2024an. Z, şewatek li çiyayê Gundê “Dêrwîş” – Navça Reco.

– Li rojên 27-28. 07.2024an. Z, li çiyayên Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê.

 Li Roja Şemiyê 27.07.2024an. Z, li dehleke/hirşeke nêzîk Gundê “Erendê” – Navça Şiyê.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên Dagîrkeriyê ev girt:

 Ji bêtirî heyvekê ve, Hemwelatî “Bahoz Edhem Îbrahîm/Malbata Hemgulî /27/sal” ji xelkê Gundê “Tilifê” – Rojavayê Bajarê Efrînê, bi tewanbariya têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve, piştî gihîştina wî ji ciyê penaberiyê – Herêma Şehba’i/Bakurê Heleb bo gund, û bo Hepsa Maratê ya navendî hate guhestin.

= Binpêkirinên “El’lîwa’i 112”:

 Ji heftakê ve, “Ebsî El’hemed/Ebas” – serkêşekî Milîseyên “El’lîwa’i 112” dîkaneke firotina komane ya keskahî û fêkiyan li Bajaroka “Be’idîna” – Navça Reco vekir, û xwediyên dîkanan li heman bajarokê û Gundê “Dumiliya” ya hevcîwar qedexe dike ku herin bazara keskahî û fêkiyan/sûq el’hal li Reco û Efrînê, û wan neçar dike ku tenê ji wî bikirin.

 Bi behaneya nebesbûna vêrgiyên /24/ hezar Dolar Emrîkî yên ku li Heyva Pûşpera/Hizêrana borî li ser Kurdan (xelkê Bajaroka Be’idîna û Gundê “Dumiliya”) dane ferzkirin, ji bo çaksazkirina riyên ziftê li Bajarokê û gund, “Ûsame Rehal/Ebo Hesen Obame” – cîgirê serkêşê “El’lîwa’i 112” rabû vêrgiyeke nû /1000/pere/lîreya Turk li ser xwediyê dîkanekê yan aletê li “Be’dîna” û “Dumiliya” -ji Kurdan tenê- ferz kir, û cara sisiyê jî /500/Perê Turk li ser her yekî ji wan, yanê bi giştî dora /600/hezar perê Turk di herdu carên dawiyê de = 18 hezar Dolar Emrîkî, yanê tibabeke bêtirî lêçûna rasteqîn ji çaksaziyê re, û bê ku li ser anîndeyên Ereb tu tibabeke diravî ji bo çaksazkirina riyan bide ferzkirin, bi ser ku ew anînde ji bêtirî şeş salan ve wan riyan bi kar tînin, û alet û dîkanên li ba wan bêtirî yên Kurdan e.

 Endamin ji “El’lîwa’i 112” en dest danîne ser malina li Bajaroka “Be’idîna” ji sala 2018an. Z ve razî nabin ku vala bikin û radestî xwediyan ên vegerîne bikin, û  ew jî ev in: “Ehmed Mihemed Îbiş/Hecî – ji salekê ve, Ebid El’letîf Bekir Şeqîno – ji sê heyvan ve, Ezet Reşkêlo – ji du heyvan ve”, û ji ber wê jî ew neçar bûn ku li ba merivên xwe rûnin.

= Geregoşî û serberdayetî:

 Li Êvara Yekşemê 28.07.2024an. Z, di nav du giropên Milîseyên “Tîpa/Firqit El’hemzat” de (yên ku “Ebo Malêk El’dêrî” û “Ebo Yûsêf Meyadîn” ên ji Parêzgeha Dêrezorê serkêşiya wan dikin) pevçûnin derketin, bi sedema nelihevkirinê li ser perçererdekî desteserkirî li nêzîk çûnûhata/Utistirada Rojava ya nû li Bajarê Efrînê, û di encamê de sê sivîl ji anîndeyan -du zarok jî di nav de- rengereng birîndar bûn; Wan sekvan li ser banên avahiyan belav kirin, û rişêşên giran jî bi kar anîn.

Û tê bîranîn ku li 03.06.2024an. Z jî di nav giropa “Ebo Malêk El’dêrî/El’hemzat” û giropa “Mistefa El’kehim/Ehrar El’şerqiyê” -li heman ciyî li Bajarê Efrînê- pevçûnin çêbûn, dîsa li ser erdekî hemwelatiyekî Kurd, û di encamê de bêtirî /20/kesan ji anîndeyan -di nav de sivîl- hatin kuştin an birîndarkirin, ziyanin şênberî yen mezin li bajêr çêbûn, û rewşek ji tirs û serberdayetiyê peyda bû; Û li piştî çend rojan serkêṣên “El’hemzat û El’şerqiyê” li hev hatin, û “Ebo Malêk El’dêrî” vegerî ciyê xwe, û “Mistefa El’kehim” (ê ku ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve hatibû girtin) li 23.06.2024an. Z serbest hate berdan, wekî ku tiştek çênebûbe, û bê ku yek li ser tewanên bûne were cezakirin, û mafên ên ziyan gihîştinê, birîndaran û xwediyê kuştiyan jî li ber bê çû.

 Li Êvara Şemiyê 03.08.2024an. Z, li Kampa/çadirgeha dehlê/hirşê Gundê “Qitmê” – Navça Şera di nav du giropên anîndeyan de pevçûnin çêbûn, li dû şerekî li ser kûçkê şivanekî  di nav du kesan de, û Milîseyên “Asayêşa Leṣkerî li Efrînê” ji bo dawîkirina wê destêwerdan kir, û di encamê de qurşîn li hinan ji wan ketin.

= Binpêkirinine din:

– Li Şeva Şemiyê 27.07.2024an. Z, dema ku Hemwelatî “Arêf Hac Yûsêf kurê Yûsêf” û hevjîna xwe neçar bûne ku li ba bavê xwe yê temenmezin ê bi tenê razên, giropeke çekdar agir bi mala wî  (ya li Gundê “Me’ireskê” – Navça Şera yê di bin desteserkirina Milîseyên hêza hevbeş a El’emşat û El’hemzat de) xistin, û di encamê de ziyanin şênberî yen mezin çêbûn; Û wê giropê du caran berê jî hewildana dizîna malê kiribû.

 Ji sê heyvan ve, hevjîna girtî “Bahoz Edhem Îbrahîm” û diya wî vegerîn gundê xwe “Tilifê” – Rojavayê Bajarê Efrînê, û daxwaza vegerandina mala xwe kirin, lê çekdarên “Tîpa/Firqit El’hemze” ji Êla “El’mewalî” (yên dest danîne ser wê malê û du malên din ên malbatê ji sala 2018an. Z ve) razî nabin ku vala bikin.

 Li vê dawiyê, Milîseyên “Firqit El’hemze” (yên Gundê “Upila” – Navça Bilbilê desteser dikin) rabûn temenmezin “Mihemed Welo kurê Mihemed Şêxwelîk/Xoce” sê rojan bend kirin, û ji bo berdana wî /500/Dolar Emrîkî li ser ferz kirin, ji ber ku wî sêtîrek avê bi tirektora xwe -ji ber mijûlbûna wî bi karên xwe- ji wan re peyda nekir.

Bûyînên çêdibin asta filtandinê ji lêpirsîn û sezakirinê ya serkêş û endamên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya bi ser Turkiyê ve tekez dikin, ew jî di siya serpereştî û parastina “Hikometa Dad û Geşpêdanê” ya ewlekarî û siyasî de ji wan re, ji bo bicihanîn û pêkanîna bîrdoz û armancên xwe yên têvel.

10.08.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Serokatîkirina “Mistefa Masetlî – Waliyê Hetayê ya Turkiyê” ji civateke serokên encûmenên xwecihî û hevrêzkarên Turk re, li Herêma Efrînê, 17.07.2024. Z.

 Topebarankirina malekê li G. “Bênê” – Navça Şêrewa, û brîndar “Ebid El’rehîm Xakî Ebid El’xobarî” û “Mihemed Ebid El’rehîm Ebdî El’xobarî”, 31.07.2024. Z.

 Birîndar “Lîlav Elî Bekir”, 09.08.2024. Z.

 Şewatên daristan û hirşên “Qaziqlî, Çiyayê Hawarê, Kefirsefrê, Bêxçe” li Efrînê.

 Şewatên daristan û hirşên “Mûskê, Dêrwîş, Ṣingêlê, Erendê” li Efrînê.

 “Ûsame Rehal” û “Ebsî El’hemed” serkêşên Milîseyên “Lîwa’i 112”.

 Pevçûnên du giropên ji Milîseyên “Tîpa/Firqit El’hemzat” li Bajarê Efrînê, 28.07.2024. Z.

 Serkêşên giropine çekdar en lihevxistî “Ebo Malêk El’dêrî, Ebo Yûsêf Meyadîn, Mistefa El’kehim”.

 Pevçûnên kampa hirşê Gundê “Qitmê” – N. Şera, 03.08.2024. Z.


Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-297-10-08-2024 – PDF

yek-dem.net

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin