Efrîn di bin dagîrkeriyê de (300)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (300)

.

A+A-

Hefta borî, li Bajarê Efrînê cejnevalek/kernevalek bi navê “awazê aştiyê” hate lidarxistin, di heman dema ku  aştî jê pir dûr e, nemaze di siya binpêkirin û tewanên têvel de, yên ku bi  mebest û pilan û rijd di dermafê herêmê û xelkê wê yê Kurd de bûne û dibin, û ya ji wê beloqtir ku ew Kolana “Vêlat” ya ku cejneval lê bûye, bi dehan pevçûn û  bûyerên ku aştiyê û jiyana sivîlan gef dikin -ji destpêka dagîrkeriyê ve /2018. Z/-  lê çêbûne, bi ser de jî rûdanên çekdarane yên berdewam, û hebûna/13/dîkanên bazirganiya çekên ferêtî/kesayetî û fîşek û qurşînan -bê kontirolkirin- tenê di heman kolanê de!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Kuştina hemwelatiyekî ji xwediyên pêdewestiyên/pêdiviyên taybet:

Li Roja Yekşemê, Tîpên “Berevaniya Sivîl a Sûrî” termê Hemwelatî “Qenber Hisên Elo /55/sal” ji xwediyên pedewestiyên/pêd8viyên taybet û ji xelkê Gundê “Kêla” – Navça Bilbilê, ji bombeyeke avê (ye zemînî û ji bêtonê û ye nêzîk çateriya Gundê “Zerka” – Navça Reco yê ji “Kêla” ve nêzîk) derxist, piştî ku bîna gemirî û ne xweş li cih belav bû; Û li gor gotina xelkê, “Elo” ji berî /23/rojan ji dîtina termê wî wenda bû, û bijîşkê rewatî/şer’î kuştina wî tekez kir, û ta niha tewankar nenas in.

= Serjimartina Malmewdanên Gundê “Hilobiyê Mezin”:

Li 27.08.2024an. Z, “Ebo Salêh” – keyayê Gundê “Hilobiyê Mezin” – Navça Şera, bi sê perçedengên ku me bi dest xistine, bi riya “Watsê” xelkê gund bi fermana serjimartina malmewdanên gund agahdar kir, a ku ji “Ebo Mehmûd El’sefranî” – serkêşekî Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” derketî, û dibêje her kesê/kesî ku zeviyên xwe yên zeytûna yan erdên çandiyê li gund hene, divê li “Ebo Salêh” vegere û belgeyên malmewdaniyê pêşkêş bike. Û ew yeka jî ji bo destdanîna li ser bêtirîn melmewdanan an jî ferzkirina bêtirîn vêrgiyan e.

= Vêrgiyên “El’hemzat” û destdanîna wê li ser malmewdanan:

Li hemî gund û bajarokên ku desteser dike de, ji dawiya sala çûye ve, Milîseyên “Firqit El’hemze” (yên ku “Sêf Ebo Bekir – ê ji Amrîka ve sezakirî” serkêşiya wan dike) dest bi serjimartina malmewdanên xelkê yên çandiniyê kirin, da ku dest dînin ser bêtirîn jê yan jî ferzkirina bêtirîn vêrgiyan li ser. Ew rêdankan/wekaletan û rêvebirina merivan ji malmewdanên hemwelatiyên ne li wir re baykot dikin, ta malmewdanên wereseyên ne li wir û heta ku yek ji wan hebe jî, û werzên/mûsimên zeviyan bi riya demanê difroşin, û erdên çandiniyê jî bi kirê didin ên ku ew bixwazin:

 Li 01.09.2024an. Z, me perçedengên ku bi riya Watsê  ji van hemwelatiyên xelkê herdu Gundên “Mûskê, Derwîş” – Navça Reco re “Xelîl Ebo Îmad, Fatme/Diya Elî, Zêneb Îbrahîm, Hemîd Bîlal, Xedîce Reşo, Ezet Elî, Leyle keça Bavê Luqman, Emîne Reşo, Nezmî Reşîd, Xedîce hevjîna Enwer Qadêr, Zêneb Osman, Zêneb Bekir, Enwer Osman, Diya Osman, Mihemed Nûrî Osman, Sêvîn Xalêd, Elî Mûrad, Sewlî Umer Ebdo, hevjîna Dilovanber Ebo Ferîd, Hebeş Bekir Umer Hisên, Osman Mihemed Hisên, Osman – merivê Diya Elî, Mihemed – merivê Fatme Elî, Emel – hevjîna Osman Henan, Şukrî Kor Seydo, Mislim Mislim” hatine şandin wergirtin, tê de ji wan tê xwestin ku gerek ew çespandina malmewdaniyeke resen û ji saziyên “Rijîma Sûriyê” derketî amede bikin – li gor dengê “Mihemed Itriyê – ji Mi’erit El’hirme/Parêzgeha Idlibê” û Berpirsiyarê ewlekarî û aboriyê yê “El’hemzat” li Gundê “Mûskê”, û tu belgeyên din (ên ji encûmena xwecihî, yan jî wêneyek ji belgeya malmewadaniyê…) neyêne pejirandin, bi ser ku peydakirina daxuyanên malmewdaniyê ji saziyên Heleb pir zehmet e.

Û b rastî jî wê giropa “El’hemzat” dest danî ser malmewdanên hin ji wan hemwelatiyan heta ku belgeya malmewdaniyê berz dikin, û herweha jî li ser malmewdanên hinan ji yên -di navboriya sal û nîveke borî de- vegerîne, bi ser dandina wan ji vêrgiyên bilind re, di dema radest kirine de.

 Êvara 09.09.2024an. Z, “El’hemzat” xelkê Bajaroka “Basûtê” û Gundê “Bircebdalo” – Şêrewa, bi riya megrîfonên mizgeftan, bi ferzkirina vêrgiyên /10/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûnê ye girtî û /5/Dolar jî li ser her dareke ne girtî ji malmewdanên yên hene agahdar kirin, ji bilî destdanîna li ser malmewdanên ên ne li wir.

 Û xelkê Gundên “Berbenê” û “Goliya Jorin û jêrin” – Navça Reco, bi ferzkirina /7/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûnê ye girtî yan ne girtî ji malmewdanên hemwelatiyên li wir, ji bilî destdanîna li ser malmewdanên ên ne li wir.

  Û xelkê Gundên “Keferşîlê, Maratê, Gundê Mezin, Xelnêrê” – Rojavayê Bajarê Efrînê jî, bi ferzkirina vêrgiya /2/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûnê ye girtî yan negirtî ji malmewdanên hemwelatiyên li wir agahdar kirin, ji bilî destdanîna li ser malmewdanên ên ne li wir.

= Vêrgiyên “Feyleq El’mecid”:

Li hefta dawiyê ji heyva Tebaxa borî, Milîseyên “Feyleq El’mecid” (ên ku “El’ra’êd Yasêr Ebid El’rehîm” serkêşiya wan dike) xelkê Gundê “Kêla” – Navça Bilbilê bi ferzkirina vêrgiya /3/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûnê ji malmewdanên ên hene agahdar kirin, û gerek dandin jî berî hatina werzê be, û rêjeyeke bilintir dê li ser berhema malmewdanên ên ne li wir bê ferzkirin; Ew jî di navboriya civateke ku “Ebo Ezher – berpirsiyarê gund, Ebo El’welîd – berpirsiyarê Gundê Zerka yê hevcîwar, Ebo Diyab – berpirsiyarê abortiya Feyleqê” bi hev re li Gundê “Kêla” girêdane de; Û weha jî xelkê Gundê “Zerka” – Navça Reco bi heman biryarê dane agahdarkirin, û gef û hişyarî dane xelkê herdu gundan, da ku ji dandina bacê dereng nemînin û tu giliyan pêşkêşî tu aliyan jî nekin, û yê pabend nebe wê bê sezakirin.

= Girtinine bêsûcane:

Dansereke/hemleyeke girtinan ji hemwelatiyine pêkhateyên Ereb re kirin, li herdu Gundên “Nisriyê, Mehmediyê” – Navça Cindirêsê, lê me nikanî navên wan nas bikirana; Û ji wan girtinan:

–  Li dawiya Tebaxa borî, Temenmezin “Selah El’dîn Qadirk kurê Ehmed” ji xelkê Gundê “Sêmala – Meydana” – Navça Reco hate girtin, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, çend rojan, û bi behaneya ku wî di vemirandina agirê ku bi Çiyayê “Behîvê” ketiye de pişikdarî kiriye, piştî ku wêne û vîdiyon ji aliyê xelkê ve hatin belavkrin û tewana qirkirina jîngehiyê û nebeşdariya Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê di vemirandina wê de riswa kirin; Û piştî ferzkirina vêrgiyeke /800/Dolar Emrîkî jî ew berdan.

–  Ji sê heftan ve, di çarçewa danesereke/hemleyeke li ser Herêma Pêşesaziyê de, Istîxbaratên Turkiyê bi hevaltiya Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” Hemwelatî “Nebhan Hesen Haco /52/sal” li Bajarê Cindirêsê girt, bi tewanbariya/tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re.

Şewatên daristanan:

 “Berevaniya Sivîl a Sûrî” tekez kir, ku tîpên/tîmên wê li 26.08.2024an. Z şewatek li hirşê Bajaroka “Basûtê” – Şêrewa (ye ku beşek jê şewitand) vemirand.

 Li gor jêdereke xwecihî, agirek bi çiyayên Gundê “Şingêlê” – N. Bilbilê hate xistin, li dirêjiya çend rojan -ji 31.08 ta 03.09.2024an. Z- berdewam kirin, û rûberin fere ji daristanên xwezayî û hin zeviyên darên biber şewitandin, û “Berevaniya Sivîl a Sûrî” tekez kir, ku tîpên wê alîkarî di vemirandina wan de kirin; Û li Roja Înê 13.09.2024an. Z ji nû ve hatin pêxistin.

 “Berevaniya Sivîl a Sûrî” got, ku tîpên wê şewatek li daristaneke xwezayî li dor Gundê “Hopka” – N. Reco vemirand; Û îro ji nû ve agir hatin pêxistin.

 Li gor jêdereke xwecihî, li 10.09.2024an. Z, agirin bi daristaneke îhracê li nêzîk Gundê “Hechesna” – N. Cindirêsê hatin xistin, rûberin fere jê hatin şewtandin, û “Berevaniya Sivîl a Sûrî” jî tekez kir ku tîpên wê bi çetinî ew agir vemirandin, û ji wêneyên belavkirî kok û bermayên darên berê qutkirî hatin dîtin. Û li 11.09.2024an. Z agir ji nû ve hatin vêxistin û /5/donim hatin şewtandin – li gor Berevaniya Sivîl, û li Roja Înê jî 13.09.2024an. Z ji nû ve hate pêxistin.

 Li 13.09.2024an. Z, agirin bi daristaneke îhracê li nêzîk Gundê “Baflûnê” – N. Şera hatin xistin, û ji aliyê berevaniya sivîl ve hatin vemirandin.

 Me kopiyek Êliktironî -PDF- ji belgepêşekê/lîstepêşekê wergirt, e ku ji aliyê hejmarek keyayên gundên bi ser Navça Reco ve (Şêx Mehmedlî, Sêmala, Dodo, Gewenda, Kosa, Edema, Elbîskê, Bilêlko, Penêreka, Meydanekbezê) pêşkêşî “Serokê Encûmena Xwecihî li Reco” hatibû kirin, û li 31.07.2024an. Z, bi nimreya /287/ di dîwanê de hatibû tomarkirin, li ser agirên ku bi çiyayên derdora gundên wan hatibûn xistin bû, û tê de li ser van xalan tekez kiribûn:

 Agir bi awakî mebestkirî û mexsûz hatibûn vêxistin, û ew rûdaneke roxandin û qirkirinê ye, û tucarî berê weke wê di ser niṣteciyan re derbas nebûye.

 Ew agir gihîştin çêrgehên pêz û dewêr û zeviyên, zeytûna, tirî, behîv, fistiq û kîrazê, û ziyanin mezin gihandin nişteciyan, û gelek cotariyan jêderên jiyankirina xwe wenda kirin.

  Êzing ji kokê ve bi aletên giran (Bagir, bildozer) têne hilkirin, da ku çiya rûtrepalî bibin, û bandoreke neyênî li ser jîngeh û heyama herêmê were kirin.

Û belgepêşê lîstak bi navên /35/cotariyan û hejmara darên biber ên ku agiran şewitandiye(yên ku hejmara wan a giştî /3150/darî zeytûnê, behîvê, kîraz û fistiqê, û vêre jî /2/ hiktar erd) pêşkêş kirin; Û weha jî daxwaz kir ku rêgirek ji şewtandinê re were danîn, xalên çavdîrîkirinê werin çêkirin, sûcdar bêne sezakirin, û yasa û zagonên hişk û bilez werin danîn.

= Geregoşî û serberdayetî:

– Li 25.08.2024an. Z, teqînek ji ber teqandina zexîreyên çekan, di hundir biryargeheke leṣkerî ye Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” de rû da, û dûmanê reş bi ser biryargeha ku li piş Avahiya “Encûmena Xwecihî li Efrînê” -li nêzîk riya çûnûhata/otistirada Rojava ya bajêr- ket, û di encamê de endamek hate kuştin û yekî din jî birîndar bû.

 Li 25.08.2024an. Z, termê mêrekî bi alaveke tûj kuştî, di bin komeke keviran de hate dîtin, li nêzîk Kolana “Tilel” a li ser Riya Yalanqozê – Bajarê Cindirêsê; Û kenaline ragîhandinî yen xwecihî tekez kirin ku ew term ê “Sefa Fayêz Selûm” e ( yê ji Malbata Xetab û xelkê Bajaroka “El’hiwêz”/Deşta Xabê/Bakur Rojavayê Hemê), û ew ji berî çend rojan hatiye revandin, û endam li ba Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’nesir”, a li Parêzgeha Idlibê belavkirî û girêdayî Odeya Piroseyên “El’fetih El’mobîn”.

 Li 03.09.2024an. Z, li Gundê “Qestelê Miqdêd” – N. Bilbilê, di navêna du giropên çekdar de pevçûnin mekin derketin, bi sedema nelihevkirina wan li ser destdanîna ser zeviyine zeytûna, yen di navbera herdu Gundên “Şerqiya” û “Uga” yên hevcîwar ji “Qestelê Miqdêd” re, û yen hin hemwelatiyên Kurd ên zorane koçberbûyî; Giropa yekem “Ednan El’xuweylêd/Ebo Welîd El’izî” serkêşiya wê dike, û bi Milîseyên “Firqit El’sultan” ve girêdayî ye, û ya diwem jî ji Milîseyên “Firqit El’hemzat” e; Û di encamê de endamin ji herdu aliyan birîndar bûn, û tirs kete nav sivîlan.

  Li Roja Pêncşemê 12.09.2024an. Z, Milîseyên “Lîwa’i 112” ketin seferbîriyê û li nav Bajaroka “Be’idîna” – N. Reco belav bûn, weke amdebûn ji êrişke çekdarin Bajarê Restenê – Parêzgeha Humsê re, piştî qewtandina wan ji çekdarekî re -berê li ba wan endam- ji bajarokê, bi sedema dogişekê di nav wî û malbateke din ji Gundê “Kefer Betîx/Seraqêb” – Parêzgeha Idlibê de (yê ku piraniya endamên “Lîwa’ê” jê), û piraniya lawên dora /70/malbatî jî ji “Restenê” (yên ku li bajarokê rûdinin) ji Lîwa’ê qetiyan, û ew li ba Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyê “Asayêşê – antîterorê” jî endam in, û ta niha rewş di nav herdu aliyan de digizgize û nerihet e.

= Binpêkirinine din:

 Di perçevîdiyoke li ba me parastî de (ye ku li 06.09.2024an. Z hatiye kişandin), Hemwelatî “Selah El’dîn Qadirk kurê Ehmed” xwediyê zeviyeke zeytûna li Gundê “Sêmala – Meydana” – Navça Reco êş û nefreta xwe ji piroseya dizîna hovane ji berê /15/darên zeytûnê re dide xuyakirin, a ku li 05.09.2024an. Z, ji aliyê çekdarên milîseyan ve pêk hatiye, û pîk û şax jî hatine şikestin, û tene jî li bin daran hatiye belavkirin, bi ser nebûna wan ve.

 Bi sedema baceyên bilind ên ku Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” li ser Malbatên Kurd ên vegerîne didin ferzkirin, ji /1-3/hezar Dolar Emrîkî beramberî daniştinê, û herweha jî ewên ku li ser mal û mewdanan têne ferzkirin beramberî vegerandina wan ji xwediyan re, bi dehan malbatên vegerîne neçar dibin ku li Bajarê Efrînê rûnin.

  Şeva borî, çekdarina keriyeke  berxên keyayê gund -ên ku giraniya wan di navbera /15-40/KG de- ji Gundê “Sêwiya” – N. Mabeta dizî.

Bi nêzîkbûna hatina werza/mûsima zeytûna re, dizîna berheman -bi ser nebûna wan de jî- bi rengekî tewşankî dest pê kir, û hemî Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” girseya destdanîna xwe li ser malmewdanên Kurdan ên ne li wir fere dikin, hin ji wan dest dîdinin ser tevahiya wan di çarçewan bandoriya xwe de, yan jî vêrgiyên bilind li ser berhemên wan ferz dikin, bi ser de jî ferzkirina vêrgiyan li ser berhema zeviyên zeytûna yên hemwelatiyên li wir, tev jî di siya bêdengiyeke bi gûman ji aliyê Civaka Navdewletî û Hêzên Rikberiya Sûrî de.

14.09.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Dîkanek bazirganiya çekan li Kolana Vêlat – Bajarê Efrînê.

 Vêgunehê kuştî “Qenber Hisên Elo”.

 “Sêf Ebo Bekir” – Serkêşê Milîseyên “Firqit El’hemzat” li rex “Hesen Hemade” – Şalyarê Berevaniyê li ba “Hikometa Sûrî ya Demkî”.

 Şewata hirşê Bajaroka “Basûtê”, 26.09.2024. Z.

 Şewata daristana çiyayê Gundê “Şingêlê”, 31.08.2024. Z.

 Şewata çiyayê Gundê “Hopka”, 14.09.2024. Z.

 Şewata daristana çiyayê Gundê “Hechesna”, 10.09.2024. Z.

 Belgepêşa/lîsta keyayên/mixtarên hejmarek ji gundên Navça Reco, ya li ser şewatên daristanên çiyayên wan gundan, 31.07.2024. Z.

 Teqînek di biryargeheke leşkerî ye Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” li Bajarê Efrînê, 25.08.2024. Z.

 Dizîna berê zeytûna ji zeviyeke Gundê “Sêmala – Meydana”, 05.09.2024. Z.

 Dizîna keriyeke berxan ji Gundê “Sêwiya”, li şeva 14.09.2024an. Z.

————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-300-14-09-2024 – PDF

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin