Efrîn di bin dagîrkeriyê de (301)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (301)

.

A+A-

Turkiyê pilana xwe ji bo nûkirina govdekirin û sazkirina Milîseyên”Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” re, yekser û bi riya alavên xwe “Hemahengiya Sûrî, Hikometa Demkî, Wezareta Berevaniyê û milîseyên herî nêzîk jê ve” -ta ku bi karanîna hêzê be jî- dimeşîne, da ku ew bêtir biryarên wê bipejirînin û bandoriya giropên çekdar ên Turkmanî her biçe pihêt û mekin bibe, û ji ber wê li Efrînê destlatdarî û desteserkirina Milîseyên “Hêza Hevbeş/El’emşat û El’hemze, û El’sultan Mûrad” a herî belavbûyî û hêzdar e!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Pakrewanbûna koçberekî Efrînî:

Di encama topebarankirina Hêzên Dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên wê yên Sûrî de, ji gundin Gundewarê Efrînê ya Rojava yê di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de, û herweha ji gund û bajarokên Herêma “Şehba’i” û Bajarê “Tilrif’etê” – Gundewarê Heleb ê Bakur re, ziyanin şênberî û qurbaniyên kuştî û birîndar çêbûn, ji wan qurbaniya jî Hemwelatiyê Kurd “Xalêd Mihemed Mihemed – zayîn 2002. Z” ji koçberên Gundê “Bêlê” – Navça Bilbilê bû, bi sedema topebarankirina Gundê “Bîroniyê” – Gundewarê Heleb ê Bakur, li Roja Şemiyê 07.09.2024an. Z.

= “El’emşat” li “Kaxirê”:

Li Roja Yekşemê 15.09.2024an. Z, Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” bi rengekî hovane dijatiya xwepêşandaneke jinan li orta Gundê “Kaxirê” – Navça Mabeta kir, ew xwepêşandana ku ji bo girtina hin hemwelatiyan û weke redekirin li ser ferzkirina baceyan li ser darên zetûnê derketî, û di encama wê êrişê de dora bîstan ji xelkê -di nav de jî zarok- cûrbecur derizîn û birîndar bûn, û ji nav wan wêneyên sê jinên birîndar û ṣikestî “Zemzem Silêman/Elmame /60/sal, Cîhan Îso Mihemed Îso /40/sal, Necah Mihemed Elûş /35/sal” hatin belavkirin, û herweha wan milîseyan rê û toreya entirnêtê qut kirin, û nehîştin birîndar ji bo dermankirinê ji gund derkevin, digel belavkirineke pir ji Endamên “El’emşat” û “Asayêşa Leşkerî” li nav gund; Û li roja din “Mihemed El’casêm – serkêşê Firqê” û ortaqê wî “Sêf Ebo Bekir – serkêşê Firqeya El’hemze” seredana gund kirin, ji bo li ser bûyerê bipeçinin, lê bê ku jin serdana wan bipejirînin; Û “El’emşat” û bi hevkariya Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” hewilda ku bûyerê li yan bade û bike weke pevçûnekê di nav du malbatan de, û çêkirina lihevhatinekê, û got jî ku endamin radestî asayêşê hatine kirin, da ku lêkolîn bi wan re bibe!

Bi ser robetbûn û qebhetbúna bûyerê, girseya şermezarkirinê, guhdana ragîhandinê û belvbûna fere ji tewanê re li ser rûpelên hevgîhandina civakî, li sibeha roja din keyayê gund (ê hevkar bi “El’emşat” re), li ser zimanê wê xelkê gund agahdar kir, ku divê li biryargeha wê vegerin da ku li ser kaxezên taybet bi vêrgiyên ferzkirî îmze bikin, û birastî jî piraniya yên ku malmewdanên xelkê gund ên li der ve bi rêve dibin -her yek bi tenê- li ser kaxezeke pêşinde çapkirî îmeze kirin; Di wê kaxezê de hejmara darên zeytûna yên ku her yek ji wan bi rêve dibe heye, û herweha jî daxuyaneke ku ew ên endamine partiyê (Partiya Yekîtiya Demokrta PYD) ne, û ewê li ser her darekê /8/Dolar Emrîkî bide, beramberî kirêkirina wê ji “El’emşat”, çi dar biçûk an mezin û girtî yan negirtî be, û ew yeka jî di bin darê zorê de tê kirin, û hîna “El’emşat” li ser neçarkirina îmzekirina yên mane berdewam in; Ji bilî vêrgiyên ku wê li ser berhema werza gund bi giştî paşê bêne ferzkirin.

Were bîranîn jî ku “El’emşat” xelkê Bajaroka “Mabeta” û gundine din jî pêve girêdayî (Qenterê, Hisê, Şîtka, Reca, Çomezina, Elcara, Me’iserkê, Birka) bi ferzkirina vêrgiya /8/Dolar Emrîkî li ser her dareke ji malmewdanên kesên ne li wir -biçûk, mezin û girtî yan negirtî- agahdar kirin, ji bilî vêrgiya ku ji berhema werzê tê birin.

= Turkirina cih:

Turkiyê tima û xewnên xwe yên Osmanî li Bakurê Sûriyê -li gorî tiştê “Belgenameya/Mîsaqa Milî” de hatiye- venaşêre, û ew ji sala 2016an. Z ve siyaseta Turkirinê li herêmên dagîr dike de -bi taybetî jî li Çiyayê Kurmênc/Efrînê- dimeşîne, ew bikaranîna (pere/lîre, al û navnîşan, ziman û çanda) xwe ferz dike, zanînwer û navan diguhêre, kevneşopên dîrokî tarûmar dike û didize, û şerê çanda herêmê û nasname û zimanê xelkê wê dike.

Û di vî warî de, Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê Bazara Keskahiyê ya nû li Bajarê Efrînê girt, û “Mistefa Mesatlî – Waliyê Hetayê ya Turkî” li 06.07.2023an. Z ew vekir. Bazar li ser rûbereke bi qaserî/50000/M2 hatiye avakirin, û ji /144/dîkanên bazirganiyê (rûbera her yek /72/M2), pênc karxane/çêgeh (rûbera her yekê /150/M2 û bilindahî jî /10/M) û /25/dîkanên xizmetguzariyê pêk tê, û li rex wê jî beşê rêvebiriyê, mizgeft, avrêjxaneyên/tiwalêtên giştî, beşê asayêşê, meydana/kastîna valakirinê, qabaneke nû, kastîneke sekinandina makînên baran û /220/rawestgehên taybet ên makînan – li gor encûmena xwecihî; Û rûdanên Turkirinê jî li ser diyar in:

– Bi dîtina pilankerî û wêneyên wê yên asîmanî yên piştî cîbicîkirinê, diyar dibe ku Bazar li gor mînaka avekeriya Turkî hatiye avakirin, û ew weke ala Turkiyê çarkoşe û berdirêjokî ye, rengê sor tê de pir e, û heyv û stêrk jî heye.

– Nivîsa li ser tabloya derbasgeha serekîn bi herdu zimanên Turkî û Erebî ye.

– Lîreya Turkî li bazarê pereya dan û sitandinê ye.

= Vêrgiyên “El’hemzat”:

– Li vê dawiyê, Milîseyên “Firqit El’emzat” dest danîn ser /200/darî zeytûnê li nêzîk Gundê “Berbenê” – Navça Reco, ji malmewdanên “Fata Eyşê” ya temenmezin û jinebiya Dilovanber “Henan Mûrad” ji xelkê Gundê “Qopê” yê hevcîwar, bi behaneya ku malmewdanên wê pir in û zaroyên wê li derve hene, tevî ku lawê wê “Zekerî” tevî malbata xwe li gund in, û bê ku tu hesab ji xizmetguzarî û lêçûnên zeviyê yên du salan re were kirin.

– Herweha du zeviyên din ên zeytûna (her yek dora /70/darî pêk tê) li heman cîgehê, yên van temenmezinan (jinebiya Dilovanber “Zemred Reşîd Mislêm” – xwediya du keçên mêrnekirî û bê lêsekirin, û jinebiya Dilovanber “Mihemed Mislêm” û xwediya lawekî bi navê “Mîlad” û li Bajarê Efrînê rûniştî), ji malmewdanên ku bi rêdankan/wekaletan têne rêvebirin jimartin, yanê qopirandina nîvê berhemê (baceya50%), û bê ku hesabê xizmetguzarî û lêçûnên du salan were kirin.

= Girtinine bêsûcane:

– Li 03.09.2024an. Z, Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê Hemwelatî “Mistefa Tahêr Ebdo /45/sal û keça wî Norcan” ji xelkê Gundê “Dêrbelûtê” – Navça Cindirêsê girtin, û herweha sê kesên din jî ji heman gundî, bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser(RX) a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ne.

= Pevçûna milîseyan:

Piştî ku Turkiyê Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” (ên ku “Hesen Xeyriyê” serkêşiya wan dike) dan ber du bijarteyan, yan xwe bihelîne û çek û biryargehên xwe radestî Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” û “Parêzvanên sînor bikin”, yan jî tevlî Milîseyên Hêza Hevbeṣ “Firqit Silêman Şah – El’emşat, Firqit El’hemzat” ên herî nêzîk ji Turkiyê re bibin, û piştî ku Wezîrê bergiriya “Hikometa Sûrî ya Demkî” biryarek bi helkirin û jihevşelandina wan  û binavkirina cîgirê wî weke berpirsiyar ji yekîneyên wan re derxist…Ji Roja Yekşemê 15.09.2024an. Z ve, “Lîwa’i Siqor El’şemal” ketin seferbîriyê, redkirina cîbicîkirina biryarê û tevlêbûna xwe ji Milîseyên “Eniya/El’cebhe El’şamiyê” re (ya ku xweşpêşewaziya wan kiriye) ragîhand, û gizgizî kete têkeliya nav herdu aliyan “Siqor El’şemal û El’şamiyê” ji alîkî ve, û “Hêza Hevbeş û Firqit El’sultan Mûrad” bi piştgiriya Artêṣ û Istîxbaratên Turkiyê ji aliyê din ve; Û Milîseyên “Siqor El’şemal” sivîlên gundên di bin desteserkirina wan de (Gemrûkê û Ereb Şêxo, Bêlê û Ehmed Misto, Qizilbaşa, Se’irîncekê, Diraqliya, hersê Şêxorza, Ebodanê, Jarê, Kurdo) neçar kirin piştgiriya wan bikin û li hember helkirina wan bisekinin, û aliyê din jî ji bo dorpêçkirina wan gundan hêzên xwe li dorê civandin, ketin û derketina jê qedexe kirin, û pevçûnin di nav herdu aliyan de, li dora Gundên “Şêxorzê û Se’irîncekê” de derketin, û di encamê de endamin ji herdu aliyan birîndar bûn; Û herweha jî pevçûnin di navbera “El’cebhe El’şamiyê” û “Firqit El’sultan Mûrad” de, li nêzîk Gundê “Qitmê” – Navça Şera, û paşê jî ew pevçûn rawestîn, piştî ku Hêzine Turkî destêwerdan kirin, û hersê derbasgehên Efrînê (Xezîwê û Dêrbelûtê bi Idlibê re, Qitmê – Kefircenê bi Ezazê re) kontirol kirin.

Û hin berpirsiyarên Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal”  (ewlehî, aborî…) jî tevî malbatên xwe ji wan gundan bi aliyekî nediyar ve revîn, û ta niha riyên wan gundan qutkirî ne, û derbasbûn û derketin jê -ji bilî rewṣên taybet- qedexe kirî ye, û du li Înê Riya Ezaz – Efrînê jî hate qutkirin.

= Hilkirin û guhestina darên zeytûnê:

Perçevîdiyok ji me re hat, tê de guhestina şeş darên zeytûna yên temenmezin bi sê makînên bara têne xuyakirin, û ji Derbasgeha Baṣûr Rojavayê Bajarê Efrînê – Riya Cindirêsê berê xwe didane Riya Heleb – Rojhilatê bajêr, li 18.09.2024an. Z, û ew dar bi tevahî ji kokan ve hatibûn hilkirin, da ku li cihekî din bêne çandin, bê ku jêdera wan were nasîn ka ji kîjan gundî ne, yên kê ne, û derin kû?

= Geregoşî û serberdayetî:

– Di navboriya herdu rojên borî û îro de, li Bajarê Efrînê, xwepêşandanin li dijî biryara Turkiyê (ya helkirina hin milîseyan), lihevhatina bi Rijîma Sûriyê re û vekirina derbasgehan bi herêmên wê re derketin, û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” bi çewsandin û lêdanê, bombeyên hêstirbarandinê, avêtina qurşînê jîndar bi bê û girtina hinan  beramberî wan derketin, bi zanîn û serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê.

Milîseyên Erdoxan ên Sûrî wê di destlatdarî, dizîtî û hovîtiya xwe li dijî Kurdan, talankirin û dizîna malmewdanên wan û çêkirina tewanbariyan li dijî wan de berdewam bin, heta ku ji Anqerê û istîxbaratên wê ve parastî ne û kiryarên wan tên hevojtin, û Hemahengiya Sûrî – Ixwanî jî jê razî ye.

21.09.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Pakrewan “Xalêd Mihemed Mihemed”.

 Sê jin ji “Kaxirê” (Zemzem Silêman/Elmame, Cîhan Îso Mihemed Îso, Necah Mihemed Elûş) birîndar û şikestî ne.

 Vekirina Bazara Keskahiyê ya nû li Efrînê ji aliyê “Mistefa Mesatlî – Waliyê Hetayê ya Turkî” ve, li 06.07.2023an. Z.

 Bazara Keskahiyê ya nû li Efrînê, mîna Ala Turkiyê, çarkoşe û berdirêjok, sor, û bi heyv û stêrk e.

 Hilkirin û guhestina darine zeytûnê yen temenmezin li Çiyayê Kurmênc/ Efrînê.

—————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-301-21-09-2024-PDF

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin