Efrîn di bin dagîrkeriyê de (304)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (304)

.

A+A-

Bi hatina werza zeytûna re, bi şîret û rêliberkirinên Istîxbaratên Turkiyê, hemî Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” -bê awerte- ji bo dizîn û talankirina mezintir rêje ji berhema werza zeytûna ya îsal -jêdera serekîn a jiyankirina xelkê Herêma Efrînê- dikevin seferbîriyê, ji destdanîna ser milyonan daran ji malmewdanên hemwelatiyên ne li wir de bigir, ta ferzkirina vêrgiya /1-35/Dolar Emrîkî li ser her darekê, û dizînên fere ji berheman re, li gor pilan û pêngavine ku bi rengekî jorejor/bervejor hatine cîbicîkirin, ji sala 2018an. Z ve, û gûman heye ku tibaba perên talanbûyî ji werza îsal /100/ milyon Dolar Emrîkî derbas kiriye, û piraniya wê jî dere berîkên serkêşên wan milîseyan, û beşek jê jî weke diyariyan ji berpirsiyarên Hemahengiya Sûrî – Ixwanî û Hikometa wê ya Demkî re dere; Di heman dema ku ew milîs li herêmên din ên dagîrkirî (Ezaz, Bab, Cerablus) wan vêrgiyan li ser werza zeytûna û yên din ferz nake, û ne jî dest dîdine ser, ji ber ku piraniya nişteciyên wan herêman Ereb û Turkman in!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Dijatiyek li ser temenmezinekê:

Li şeva 02.10.2024an. Z, ji bo dizînê, piştî basmîşkirina mala wê li orta Bajaroka “Celemê” – Navça Cindirêsê, sê xortan (yek ji wan ji bajarokê û dudu jî ji anîndeyan) hewildana devgirtin û destgirêdana temenmezina Kurd “Fîdan /70/sal – jinebiya Dilovanber Berekat Hemşo yê ku ji berî şeş heyvan ve miriye” – ya ku bi tenê rûdinişt – kirin, lê ew ji xew rabû, li ber xwe da û kire qîreqîr, û di encamê de ew rastî lêdaneke mekin hat, rû û destên wê derizîn û birîn lê çêbûn, û diz jî reviyan; Lê temenmezinê yek ji wan naskir, û giliyek pêşkêşî Milîseyên “Asayêş Leşkerî” kir, û li roja din dijker hatin girtin, û wan tewan û hin dizînên din li xwe nan.

Were bîranîn jî ku dizine din ji berî çar salan, /6/milyon perên/lîreyên Sûrî û tiştine din ji heman malê dizîn, li dema nebûna herdu hevjînan tê de.

= Werza zeytûna:

Di heman dema ku diz ji çekdar û anîdeyan in û di wext û cih û çawabûna dizîna zeytûna de azad û serberdayî ne!, ewlehiyet/emniyet û abortiyên milîseyan bi behaneya nebûna berhemê sozê berfkirinê ji xelkê herêmê re bêlî dikin, û bê erêkirinekê jê ve nahêlin ew beref bikin, û herweha piştî ku were zanîn ku zevî yên kê ne,  wergirtina vêrgiyan, baykotkirina rêdank/wekaletan û jihevderxistina parên wersên ên mirine, ji bo destdanîna ser malmewdanên ên ne li wir, bê ku xizmet û lêçûnên du salan were berçavgirtin.

Ev jî nimûneyin ji talana ne:

 Her milîseyek guhestina zeytûna ji zeviyên di çarçewa wê de bo guvêşgeheke din di çarçewa milîseyeke din de qedexe dike, û cotariyan jî neçar dike ku zeytûnên xwe di guvêşgeha taybet bi wê de -ger hebe- biguvêşin, da ku zêdetir vêrgiyan ji zeyt û zeytûna werbigire û ta ku gengaz hebe talanê bike.

 Li 25.09.2024an. Z, li gor vîdiyoke belavkirî, xwediyê zeviyeke zeytûna li nêzîk Gundê “Qîbarê” – Rojhilatê Bajarê Efrînê (yê ku Milîseyên “Tîpa/Firqit El’mu’itesêm” desteser dike) diyar dike, ku çawa tevahiya berhema bîst daran hatiye dizîn.

 Li destpêka vê heyvê, van Hemwelatiyan (Mihemed Heyder Hîro, Fethî Heyder Hîro, Mihemed Ehmed Miho, Mistefa Ehmed Bekir, Şe’iban Şêxo, Mislêm Osman, Elîfe Remedan Hisên, Umer Ehmed Koto) ji xelkê Gundê “Sêmala – Meydana” – Navça Reco giliyek pêşkêşî “Serokê Encûmena Xwecihî li Reco” kir – wêneyek jê jî bi raporê re ye, gilî dibêje ku sî konên anîndeyan di nav darên zeytûn û tirî de veniştî ne, û ew werzan didizin, bi ser ve jî çêrandina bêwijdan ji pêz û dewêr re, ew jî dibin sersedema ziyanin mezin, û dema hinek nerazîbûna xwe nîşan didin, ew gefan li xelkê dikin; Û di giliyê de navên hin kesên ku dijayetî kirine (Hemodê Helebî, Besam û malbata wî, Ebo Elî Sêrîn – ê durhutîne û şedeyên dizînê çêdike) bêlî kirin, lê mixabin tu sûd ji wê giliyê derneket!

 Li Gundê “Gundê Mezin” – Rojavayê Bajarê Efrînê, Milîseyên “Firqit El’hemzat” hemî rêdank/wekalet baykot kirin, dest danîn ser zeviyên zeytûna yên hemwelatiyên li derve, û şedeyên berefkirina berheman şandinê, bê ku qurişekî ji lêçûna xizmetguzariya çandiniyê ya du salan bidin, û weha jî rêjeya 50% li ser berhemdana zeviyên ku xwediyên wan îsal vegerîne gund didin ferzkirin, û baceya /2/Dolar Emrîkî jî li ser her dareke zeytûnê ye hemwelatiyên li wir, bi ser de jî cih çiyayî ye û darên wê jî biçûk in.

 Li herdu Gundên “Gewrika û Feqîra” – Navça Cindirêsê, “El’hemzat” rabû hemî zeviyên zeytûna yên penaberên zorane li herêmên Sûrî yên din zepkirin, û bê ku guh bide lêçûna du salan dest bi berefkirinê kir, vêrgiya 40% li ser berhemdana zeviyên hemwelatiyên koçber dide ferzkirin, û weha /2/Dolar Emrîkî li ser her dareke girtî û /0.5/Dolar jî li ser her dareke kêmgirtî ji malmewdanên ên li wir dimînin, û ji bo cîbicîkirina biryarê komîtak çêkir.

 Li Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” zeviyên zeytûna yên hemwelatiyên ne li wir û parên wersên miriyan ên ne li wir ji hev cuda/ferz dikin, da ku dest dînin ser, li kêlekê jî ferzkirina vêrgiyan li zeviyên din ên mane.

 Bi sedema çarenûsa wê ya nediyar, piştî biryara Turkî ya jihevşelandina/helkirina wê, Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” li gundên ku di bin desteseriya wan de (Bêlê, Ehmed Misto, Qizilbaşa, Sarincekê, Diraqliya, hersê Şêxorza, Ebûdanê, Jarê, Kurdo) li Navça Bilbilê, ji deh rojan ve, di çinîna zeytûnên ku dest dîdinin ser de dilezînin, û weha jî çekdarên wê û anîndeyên bi ser ve, bi awakî fere zeytûn ji zeviyên wan gundan dizîn, bi şev û roj û li pêş çavên xwediyan, û bê ku ew kanibin wan red bikin yan jî giliyekî li dijî wan vekin.

 Ji ber pirbûna çadirgehên anîndeyan, girseya dizînê ji werza zeviyên zeytûna yên li dor Bajarê Cindirêsê rêjeya 30% derbas kir, bi taybetî ji aliyê jin û zarokan ve, û parêzvan jî newêrin wan red bikin, da ku bi dijatiya destdirêjiyê neyêne tewanbar kirin, di heman demê de jî milîs xwediyên zeviyan ji çinînê qedexe dikin, ta 15.10.2024an. Z.

 Li vê dawiyê, “Mocîb/Ebo Ehmed” berpirsê rêbenda çekdar a “Milîseyên El’emşat” li çateriya Gundê “Tirmûşa” – Navça Şiyê, weke sala borî (wergirtina bi hezaran Dolar ji vêrgiyên werza zeytûna û dizînê) rabû xelkê gund  tengas û zext kir, da ku vêrgiyine nû bidin beramberî ku kanibin zeytûnên xwe beref bikin, û dema ku xelkê daxwaza wî red kir, wî bi hevaltiya endamên xwe û malbatên wan rabû bi rengekî mezin dizîna zeytûna kir, û ji wan zeviyên hatine dizîn ên “Idrîs Hemo Reşkê, Xelîl Nûrî, Fethî Hebeş, Mihemed Welîko, Îsam Eslan Hesen, Hîkmet Mihemed Yûsêf, Heyder Cemîl” in, û bi ser de jî dijayetî li ser van hemwelatiyan “Hesen Emîn, Mihyedîn Hesen, Hemode Xoce – xwediyê pêdewestiyên taybet” kir, li wan da, îşkence kirin û bi çekan gef da wan, bi ser ku gund di bin desteseriya Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” de ye.

= Girtinine bêsûcane:

 Li Berbanga Pêncşemê 10.10.2024an. Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” mala Endezyar “Nûrî Mistefa Sîdo /60/sal” li Bajarê Cindirêsê basmîş kir, bi tewanbariya têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re(RX) ew girt, û ta niha bêsûcane girtî ye.

– Ji berî du heyvan, Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” Hemwelatî “Gulîn Mihemed Şêx Ebdî /28/sal” ji xelkê Gundê “Şêx” – Navça Reco girt, ji ciyê karê wî li ba “Asayêşa Sivîl” li Bajaroka Reco, bi behaneya xizmetguzariya neçar li ba (RX)a berê; Û paşê jî ew birin Hepsa Maratê ya Navendî li Bajarê Efrînê, û ta niha bêsûcane girtî ye.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li Êvara Yekşemê 06.10.2024an. Z, û ji ber devavêtinekê di navbera du xortên anîndeyan (ên ku li Gundê “Naza” – Navça Bilbilê rûniştine) de, û ji endamên Milîseyên “Feyleq El’şam”, yekî ji wan bi kilaşinkovê qurşîn avêtin ê din “Îbrahîm El’şiblî” – ji Gundewarê Heleb ê Baṣûr, ew kuşt û bi xwe jî reviya.

Siyaseta birçîkirinê ya rêbazkirî û tengasîkirinên têvel û cûrbecûr ên ku Dagîrkeriya Turkiyê bi riya alavên xwe (istîxbarat, dezgeh, milîs, encûmenên xwecihî, Hikometa Demkî, Hemahengiya/Kiwalisyona Sûrî ya Rikber) pêk tîne, pê koçbarkirineke zêdetir ji xelkê Efrînê re -nişteciyên wê Kurdên resen- û birîna hêviyê li pêş ên dixwazin vegerin aramanc dike.

12.10.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Dizîna zeytûna ji zeviyeke nêzîk Gundê “Qîbarê” – Rojhilatê Bajarê Efrînê, 25.09.2024. Z, ji perçevîdiyoke belavbûyî.

 Giliyek ji hin hemwelatiyên Gundê “Sêmala – Meydana” – Navça Reco ve pêşkêşkirî, li ser dizîna zeytûna û çêrandina bêwijdan.

 Dizîna zeytûna ji zeviyeke nêzîk Gundê “Qizilbaşa” – Navça Bilbilê, 11.10.2024. Z.

————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-304-12-10-2024-PDF

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin