Efrîn di bin dagîrkeriyê de (308)
.
Ji bilî bace û vêrgiyên diravî û şênberî yên mezin ên ku Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” li ser werza zeytûna li Efrînê daye ferzkirin, û bi zorê û gefan û hêza çekan tê wergirtin, vêrgiya payandinê (xalên çavdêriyê, giropên gerokiyê) -yên ku serkêşên milîseyan dibêjin ku ji bo parastina malmewdanan hatine danîn- hate ferzkirin! Lê bûyînên hene diyar kirin ku ew ji bo çavdêrîkirina karên xelkê Efrînê di werzê de bûn, û weha jî ji bo neçarkirina xelkê ku berê xwe bidin guvêşgehên zeytûna yên di çarçewa wan de, wergirtina vêrgiyên şênberî bi rengekî yekser, û peçinadina li ser dizên çekdar ji endamên milîseyan û malbatên wan û yên ji wan ve nêzîk; Dizîn nesekinîne û ta niha berdewam in, û mezintir û feretirî salên borî bûn, û bê ku xwediyên zeytûna kanibin li dijî dizan bisekinin an giliyekî li ba Destlatên Dagîrkeriyê yên ewlehî û dadgeriyê vekin, û ew ditirsin vêrgiyên li ser wan ferzkirî red bikin, bi ser de jî ew hin caran neçar dibin -ji bo ku bidin- hin tiştên xwe bifroşin, da ku bêtir rastî binpêkirinan netên.
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Werza zeytûna:
Ji ber kêmbûna derxistina zêtê zeytûna ji herêmên desteserkirina Turkiyê li Bakur bo hundir Sûriyê û bilindbûna lêçûnên wê, û dorpêçkirina derxistina zêtê tenê di riya Turkiyê re, bi riya “Hevkariyên Gerantiya Çandiniyê yên Turkî/Te’awiniyat El’itîman El’zîra’î El’turkî – TARIM KREDI” ya ku bazarê kontirol dike, wêlomê nirxa zêtê ji dora /100/Dolar Emrîkî ji her tenekekî re (16 KG sade) daket kêmtirî /60/Dolarî bi destpêka werza îsal re, û komela (TARIM KREDI) ya ku navenda wê ya serekîn li Taxa Rif’etiyê – Bajarê Cindirêsê lîstak bi buhayên zêtê di navbera /42.5 – 57/Dolaran de ji her tenekekî re derxist, yanê kêmtirî nîvî buhaya cîhanî ya heye (ya ku digihêje bêtirî /130/Dolarî her tenekekî re), bi ser ku pirbûna daxwaza navdewletî li ser zêtê zeytûna, û bi vê yekê Turkiyê rewşên serwerkirî li Sûriyê û wan merc û heyamên ku ew ferz dike diçewsîne û fêdê jê dibîne da ku zêtê zeytûna yê Sûrî bi buhayên herî nizim bikire û li derve weke behemdaneke Turkî bide belavkirin, weke piroseyeke dizînê ye salixdankirî û rêbazkirî.
Û hin caran di rewşên neçariyê de yan jî ji bo dandina baceyan, û di hundir guvêşgehên ku ji aliyê milîseyan dorpêçkirî de, nemaze jî di çarçoveya “Tîpa/Firqeya El’sultan Silêman Şah” de, her tenekek zêtê bi /35/Dolaran ji xwediyan ve tê firotan.
Û were bîranîn jî ku “Odeya Çandiniya Herêma Şaxa Zeytûnê” biryarek bi nimreya /55/ li 25.09.2022an. Z derxist, têde bazirganên zêtê bi wergirtina (rêdanka/ruxseta bazirganiyê) bi wêneyeke salane /350/Dolar Emrîkî û radestkirina zêtê jî bo (TARIM KREDI) pabend dike.
Ev jî hin ji binpêkirinan e:
■ Vêrgiyên “Ebo Emşe”:
Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” ên ku “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” serkêşiya wan dike, karên talankirina werza zeytûna bi zorê çekan berdewam dike. Jê emê van bi bîr wînin:
– Piştî riswakirina perçiqandina xwepêşandana jinan li Gundê “Kaxirê” – Navça Mabeta li 15.09.2024an. Z, wê milîseyê vêrgiyên ferzkirî li ser her dareke zeytûnê di nav zeviyên ên ne li wir de ji /8/Dolaran daxist /6/an, û hemwelatî neçar kirin ku li ser sozên dandinê îmze bikin; Û di rojên dawiyê de, aliyatên (tirektor û makîne) yên nikanin bidin di biryargehên xwe de û herweha jî zêtên zeytûna di guvêşgehan de bend kirin, û ji ber wê jî temenmezina bi tenê rûniştî “Helîme Hemreşo /80/sal” neçar bû ji gund bo Bajarê Heleb penber bibe, ji ber ku nikanî vêrgiya /7/hezar Dolar a li ser zeytûnên zaroyên wê li derve ferzkirî bida, û “El’emşat” jî dest danî ser mal û hemî malmewdanên wê; Û ji ber ku dahatiyên werza pirekan têra dandina vêrgiyan nake, vêca ew neçar dibin ji bo dandinê hin tiştên xwe bifroşin.
Û weha jî dest danî ser tevahiya werza /400/darî hemwelatiyên ne li wir “Isma’îl Hesen” û birayên wî, û bê ku lêçûnên du salan bide, yên ku Dilovanber “Şêx Mihemed Ebdo Ebo” pêşkêş dikir, ewê ku li 05.09.2024an. Z bi seknexwîna mejî ya ji qehra re miriye, di encama zextên li dijî wî hatine bikaranîn, ji bo valakirina mala “Isma’îl ya ku malbata wî têde rûdinişt”.
– Ji berî heftakê, li nav Gundê “Senarê” – Navça Şiyê, û li pêş xelkê Hemwelatî “Ebdo Kemal Kinê /46/sal” kêmrûmet kir û mekin lêxist, ji ber ku wî nikanî vêrgiya zeytûna ya li ser ferzkirî /20/hezar Dolar Emrîkî bida, bi ser ku wî makîne û tirektora xwe ya çandiniyê radestî biryargeha “El’emşat” kir, da ku kanibe ji şerê wê rizgar bibe.
– Firotina zêtê ku di çarçoveya xwe û di hejmarek bêlîkirî ji bazirganan de dorpêç dike, û her yekî ji wan bi dandina/10/hezar Dolar Emrîkî pabend dike, beramberî kirîna wî ji zêtê re; Û li Navça Şiyê tenê şeş bazirgan “Mistefa Dawod, Hisên Xelîl Şêxo, Ehmed Cemîl Şêxo, Mistefa Horîk, Kamîran Ibrahîm Remedan” hene.
– “Sêf El’casêm” birayê “Ebo Emşe” rêdankerên/wekîlên hemwelatiyên ne li wir li hersê Gundên “Çeqela” li Navça Şiyê neçar dike ku berhema zeviyên xwe li Guvêşgeha “Rif’etê Beco” biguvêşin, bermaberî wergirtina wî 30% ji para guvêşgehê, û dema ku van hemwelatiyan “Mihemed Ukaş Dawod, Ezet Mistefa Hebeş, Mistefa Mihemed Hebeş, Mistefa Reşîd Mehmûd” bi sedema pabendbûna wan bi guvêşgehine din re, redkirin û neçûn guvêşgeha “Rif’et”, û “Ebo Umer El’xalidî” û endamên xwe ji giropa “El’emṣat” ew anîn û bi rengekî mekin li wan xistin.
– Ji berî du rojan, bi riya perçedengên “Wats Apê”, keyayê Gundê “Hisê/Mîrkan” – Navça Mabeta li ser zimanê “El’emşat” hemwelatiyên vêrgî û baceyên li ser wan ferzkirî nedane bi zimanekî sert agahdar kirin, ku bi lez li nivîsgeha “Ebo Welîd” a li meydana gund vegerin û tiştê ji wan bê xwestin bidin.
■ Li Bajaroka Meydankê, ya ku Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad, Artêşa/ceyş El’nuxbe, Feyleq El’şam, Firqit El’mu’itesêm, Rîcal El’herb/Mêrên Cengê”, piroseyin fere yen dizînê çêbûn, nemaze jî bişûnxistina rêdana berefkirina piraniya zeviyên zeytûna bi behaneyên têvel, hîşt ku fersendeke dirêj ji dizîna zeytûna û dizan re çêbibe, û mirov kane bibêje ku werz bi dawî hat, û vêrgiyeke bi rêjeya 50% li ser berhema zeviyên yên ne li wir û 10% li ser berhemdana zeviyên ên li wir ji xelkê bajarokê hate ferzkirin.
■ Li herdu Gundên “Keferzîtê, Tilifê” – Başûr Rojvayê Bajarê Efrînê, Milîseyên “Firqit El’hemzat” /30/Dolar Emrîkî li ser her dareke girtî ji malmewdanên hemwelatiyên ne li wir û ne desteserkirî didin ferzkirin, û weha jî /2/Dolaran li ser her dareke girtî û /0.5/Dolarî jî li ser her dareke negirtî ji malmewdanên ên li wir, ji bilî yên desteserkirî yên hemwelatiyên ne li wir; Û ji bo rêdana vedana daran /2/ kaxez/lîreya Turk li ser her darekê ferz dikin.
Herweha jî şedak karkir ji “El’hemzat” di rojeke tenê de /105/çiwal zeytûn (her yek dora /90/KG) ji zeviyên birayên hevjîna mamoste “Cum’e Hemo” ji xelkê Gundê “Keferzîtê” (û yên ku wî bi rêdankê/wekaletê bi rêve dibirin) li ber çavê xelkê beref kirin û dizîn.
■ Li Bajaroka “Kefirsefrê“, Milîseyên “Lîwa’i El’weqas” /150/hezar Dolar Emrîkî li ser xwediyên dora /200/meştelên zeytûna ji xelkê wê ferz dikin, /1500/Dolar li ser her meştelek ku /50/hezar şitil guncaw dike û /500/Dolar jî li ser meştelên ku şitlên wê kêmtir bin; Û herweha jî /2/Dolaran li ser her dareke zeytûnê ye deştê û /1/Dolarê jî li ser her dareke çiyayî, rewşa wê çawa dibe bila be, bi ser ve jî tibabeke pereyên Turk beremberî dandina kaxeza rêdana berefkirina zeytûna ji her zeviyekê.
■ Li 07.11.2024an. Z, “Wesîm” ê ji Gundê “Me’erit Herme li Parêzgeha Idlibê” û berpirsiyarê “Nivîsgeha Abortiya Milîseyên Firqit El’hemzat” ji keyayên gundine girêdayî Navça Reco re -ji nav wan jî Gundê “Hecxelîl“- perçedengin şandin, û wan bi zimanekî gefdarîkirinê agahdar dike, ku gerek xwediyên zeviyên zeytûna bilezînin vêrgiyên xwe bidin, û herweha jî gerek ew nivîsgehê bi navên ku nadin agahdar bikin.
■ Li Gundê “Maseka” – Navça Reco, “Ebo Heyat” ji “Qelemonê” – Gundewarê Şamê, yek ji Milîseyên “Tîpa/Firqeya Nehan” û di maleke serdestkirî de rûniştî, bi hevaltiya çekdarin din, radibe li nav zeviyên zeytûna digere, û di navbera /0.5 – 5/çiwal zeytûn yekser ji xwe re li ser xwediyan ferz dike, eva ji bilî vêrgiyên ku “Firqê Nehan” ferz dike.
■ Li Navça Bilbilê, “Ednan El’xuweylêd/Ebo Welîd El’ize – berpirsiyarê abortiya Milîseyên Firqit El’sultan Mûrad” rabû Hemwelatiyên Gundên “Kotana, Qirigolê, Bîbaka, Xelîlaka, Qota, Kerê, Eşûnê, Zivingê, beşekî ji Gundê Dîkê” neçar kirin, ku daxuyanên malmewdaniyê yên tomarxaneya malmewdaniya Helebê peyda bikin, da ku malmewdanên xwe biçespînin, ji ber wê piraniya wan bi çetinahî peyda kirin, û yên mayîn jî vêrgiyên vazle dan; Herweha jî ji bo berefkirinê sozek ji her gundekî re danî, ta ku hin jê dereng man, û zeviyên wan jî rastî dizînên zêdetir hatin.
■ Li Gundê “Satiya” – Navça Cindirêsê, şedak ji çekdarên Milîseyên “Firqit El’hemzat” rabû tevahiya berhema/500/darî zeytûnê (yên koçberê zorane “Ristem Ehmed” û birayên wî) beref kirin û dizî, bê ku guh bide lêçûnên xizmetguzariya çandiniyê yên du salan, bi behaneya ku ew ne li wir in, bi ser ku ew dar bi riya birayekî wan yî li gund dihatin rêvebirin.
■ Rêbendên Milîseya “Asayêşa Leşkerî li Navça Reco” ya ku berpirsiyarê wê “Ebo Hesen – ê ji Der’a û endam li ba Firqit El’hemzat”, vêrgiyên bi navê baxşîşan li ser her çiwalekî zeytûna yan tenekek zêtê zeytûna yên di cem rêbendên wê re derbas dibin dide ferzkirin; Divê bê zanîn ku ew rêbend girêdayî “Şaxa Asayêşa Leşkerî li Bilbilê” ne, ya ku “Ebo Ezîz” serkêşiya wê dike.
= Girtinine bêsûcane:
– Li Êvara 01.11.2024an. Z, li Bajarê Entabê yê ku ew û tevî malbata xwe ji çend salan ve lê rûdiniştin, û li ser riya vegerê ji vejînkirina dewatekê bo mala xwe, amûrên ewlekariya Turkiyê Hunermend “Henan Mihemed Sinî /50/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” – Navça Reco girt, bi behaneya hebûna kêşeyekê di nasnama rûniştina wî de, û ta niha li wir girtiye, û malbata wî ditirse ku wî zorane bo Sûriyê bidin derkirin.
– Li 06.11.2024an. Z, Milîseya “Asayêşa Leşkerî li Bilbilê” herdu hemwelatî “Welîd Mihemed Nûrî Keyalî /42/sal, Idrîs Nûrî Osman /40/sal” – xelkê Bajaroka Meydankê girtin, bê ku sedem werin xuyakirin, û berê jî carekê “Keyalî” bi tuhmeta/tewanbariya têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hatibû girtin.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 04.11.2024an. Z, li pêş “Xwaringeha Kebso” li orta Bajarê Efrînê, çekdarekî di Makînek Cîp e Santafê de, qurşîn avêtin “Silêman Ezedîn /37/sal – ji Gundê El’betrane – Navça Til El’deman/Gundewarê Heleb ê Başûr”, ew bi kûranî birîndar kir û reviya; Û li gor jêderine ragîhandinî yen xwecihî ew bûyer bi sedema dozeke tolhildanê ye kevin e.
– Li Êvara 13.11.2024an. Z, li Bajarê Efrînê, seferbîriyeke leşkerî û tewatîrek di navbera girseyine ji çekdarên Gundewarê “Şamê” û hine din ji herdu Bajarokên “Heyanê û Biyanûnê” yên hevcîwar – Bakurê Heleb de çêbûn, û qurşîn bi jor ve hatin avêtin, sekvan derketin ser banên avahiyan, û hin avêjtek li nav sivîlan ketin; Û ew jî bi sedema dijayetiyekê li ser jineke ji “Şamê” bû, ye ku ji bo dermankirine rakirine nexweşxanakê.
– Li 15.11.2024an. Z, girseyin ji çekdarên Êla El’mewalî ketin seferberiyê, piştî kuştina zarokeke /8/salî -keça malbateke wê- bi qurşîna ku ji aliyê endamên rêbendeke Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” ve li Efrînê, li dema pevçûnekê bi giropeke çekdar e nediyar re, ye ku di makîneyek Van de, ye ku çiwalin zeytûna dizînê têde, û rêbend derbas kiriye bê ku bisekine; Bê zanîn jî ku zaroka mirî di koneke nêzîk ciyê bûyerê de rûniştibû.
Hemî bûyerên ku di werza zeytûna ya îsal de bûne û dibin (ewên ku tiştê hevbeş di navbera milîseyên têvel de, bi zorê çekan ferzkirina vêrgiyên bilind li ser e, û talankirina tibabeke herî bilind ji dahatên wê ye), bi rengekî aşkere diyar dike, ku siyaseteke dijmaneyatî ye rêbazkirî li dijî xelkê herêmê, hewildana belangazkirina wan, û têvedana wan bi aliyê koçberkirina zorane ve, bi rêberkirin û serpereştiya yekser ji Istîxbatatên Turkiyê ve tê meşandin.
16.11.2024. Z – 2636. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Lîstak bi buhayên zêtê zeytûna li Efrînê, ya ku ji “Hevkariyên Gerantiya Çandiniyê ya Turkî/Te’awiyat El’itîman El’zîra’î El’turkî” li Cindirêsê derhatî.
– Biryara “Odeya Çandiniya Herêma Şaxa Zeytûnê” nimre/55/, dîrok 25.09.2022. Z, a taybet bi pabendkirina rêdankirina/ruxsetkirina bazirganên zêtê.
– Rêbenda Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” li derbsgeha Başur ji Bajaroka Reco, û herdu kesên bi “Ebo Hesen” û “Ebo Ezîz” têne navdan.
————–
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin