Efrîn di bin dagîrkeriyê de (315)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (315)

.

A+A-

Piştî borîna yazdeh rojan di ser “Kongira El’nesir/Serkeftinê” û biryardana “helandina hemî milîseyên leşkerî, û govdeyên şoreşgerî û siyasî û sivîl” re, hîna jî milîseyên ku bi “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” têne navkirin hene û binpêkirin û tewanan li Efrînê pêk tînin, û nivîsgehên wan ên ewlekarî û aboriyê çalak in, bi ser ku hin rêbendên leşkerî ji holê hatine rakirin, û li gel wê jî bi piştgiriya Artêşa Turkiyê şerekî li dijî Hêzên Sûriya Demokrat li Gundewarê Munbicê dimeşînin; Herweha jî Dagîrkeriya Turkiyê  di hemî warên rêvebirî û ewlekarî û leşkeriyê de karê xwe dike, weke nimûne: “walî li sera kevin e û Ala Turkiyê hîna bilindkirî ye”, û herweha jî rêbendên Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” bi hevkariya Istîxbaratên Turkiyê çalak in, û hîna bi sedan girtî û wendayên zorane bi behaneyê siyasî hene, û tu heyameke bi ewle jî ji bo vegera koçberan bi awakî xwebexş tune ye!

Were bîranîn jî ku çûna karwaneke ji Hêzên Ewlekariya Giştî ji Heleb bo Efrînê, li Roja Pêncşemê 06.02.2025an. Z, gera wê li herêmê, pêşewazîkirina wê ji aliyê sedan kes ve, û vegera wê bo Heleb… weke xwepêşankirineke ewlehî bû, bê tu hevdîtin bi xelkê re yan dandina gotina û sozdanina yan jî radestbûna rêbertiya herêmê, bi ser de gelek pêşewazdarên Kurd rastî gefan hatin û bi dehan ji wan jî hatin girtin.

Û bi ser ku endam û makînên “Asayêşa Leşkerî” nîşanên “Ewleya Giştî” pêve bûn, lê hîna “Ehmed Cemal Kebso” serokê şaxa Efrînê û yê ji salan ve bi zordarî û binpêkirinan tê nasîn hîna li ciyê xwe ye, ew milîs jî di bin fermandariya Dagîrkeriya Turkiyê de karê xwe dike, û ji dêvla parastina xelkê herêmê û malmewdanên wan ew li dijî wan kar dike, û keç û lawên wan digire û bedelên berdanê ji wan dixwaze.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Birîndar in:

Li 04.02.2025an. Z, di encama teqîna bombeyeke zemînî de, li rex Gundê “Gundê Mezin” – Şêrewa, ji bermayên şer, sê zarok rengereng birîndar bûn, û ew ev in: (Arîn Îmad Ebdo /8/sal ji xelkê Gundê “Kibêşînê” yê hevcîwar, Behrî Mihemed Elo /10/sal ji xelkê Gundê “Beradê” yê hevcîwar), û di heman berbangê de bombeyeke din li G. “Kibêṣînê” teqiya û di encamê de Zarok “Ibrahîm Mihemed Şemo /15/sal” ji xelkê G. “Beradê” yê hevcîwar birîndar bû û lingê wî qut bû.

  

= Girtinine bêsûcane:

 Li 04.12.2024an. Z, Milîseya “Asayêşa Leşkerî” Hemwelatî “Rodîn Arêf Hiso /34/sal” ji xelkê Gundê “Hesendêra” – Navça Bilbilê girt, ji mala merivekî wî li Bajarê Efrînê, piştî vegera wî ji aliyê penaberiyê – Bajarê Heleb, bi behaneya ku ew li ba Rêvebiriya Xweser (RX)a berê karmend bû; Û di Hepsa “Maratê” ya navendî de hate zîndankirin digel ferzkirina baceyeke diravî li ser, ta ku li 06.02.2025an. Z hate berdan; Û xwediyê malê jî sê rojan hate girtin.

 Li siba Înê 07.02.2025an. Z, Milîseya “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ragîhand ku ew çar xortên wêneya simbola “Em tev QSD ne” di hundir makînakê de kişandine -li dema derbasbûna karwana ewlekariya giştî hundir Efrînê li 06.02.2025an. Z- girt, û wêneya wan jî da belavkirin, ji nav wan jî Xort “Mihemed Ebid El’qadêr Ehmed /18/sal” ji xelkê Bajaroka “Celemê” – Cindirês, bi behaneya ku armanc ji wê karî “hurhutandin e û lawazkirina ewlehiyê ye”.

= Piroseyeke revandinê li orta Heleb:

Li Roja Sêşemê li ser nîvro 04.02.2025. Z, giropeke çekdar e serçavgirtî, li orta Bajarê Heleb – Taxa Stasyona Bexdadê (aliyê Rojhilat ji Gulistana Giştî), rabû /14/xort û mêrên Kurd (hin jê jî xwendekarên zanîngehan bûn) ji koçberên Efrînê -li ser nasnamê- ji mîkropasên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxistin, bi aliyeke nediyar ve -derveyî bajêr- birin, û dema lêdan û îşkencekirin û kêmrûmetkirinê û avêtina sixêfan ji wan re rabû wêneyên wan jî bi vîdiyoyan girt; Ta ku ew li Taxa “Şe’ar/Rojhilatî bajêr” berdan, û di bin gefa qurşînkirinê de, ji wan re got herin û li paş xwe nenirin.

= Binpêkirinên “El’emşat”:

Ta niha Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” ên ku “Mihemed El’casêm/Ebû Emşe” (yê ku rutbeya “Sertîp/Emîd” ji Şalyariya Berevaniya nû wergirtiye û li ba wê bûye serkêşê “Firqeya 25 an”) serkêşiya wan dike, binpêkirinan û zextên têvel li ser xelkê gund û bajarokên di bin destlatdariya wan de pêk tînin, jê:

 

 Bê ferzkirina vêrgiyên diravî yên mezin, mal û mewdanên malbatên Kurd ên vegerîne cî û warên xwe radestî wan nakin; Nimûne: Li Bajaroka Mabeta malên dora/20/malbatên vegerîne radest nakin, bi ser ku ew ji aliyê anîndeyan ve valakirî ne, û ew vêrgiyeke di navêna /1-3/hezar Dolar Emrîkî de beramberî radestkirina her malekê didin merckirin.

 Ew malbatên çekdarên xwe û anîndeyên li Navça Şiyê û hin gundên Navça Cindirêsê yên di bin destseriya wan de qedexe dikin ku ji herêmê derkevin û vegerin herêmên xwe yên resen, û bi sedema binpêkirinan tevgera vegera Kurdan bo gundên xwe zor lawaz e.

 Wan dora /27/ kesan ji xelkê Bajaroka Mabeta girtin (piraniya wan jî li bazara bajarokê xwediyê dîkana ne), piştî çend katan ji derbasbûna karwana amûra “Ewleya Giştî” di nav re, li Roja Pêncşemê – piştî nîvro 06.02.2025. Z, bi behaneya ku wan kêfxweşiya xwe bi hatina karwanê dane nîşandan; Û li êvara heman rojê û di bin fişara Ewleya Giştî de ew berdan, û “Ebo Emşe” hewil da ku wê berpirsiyartiyê çeke ser berpirsiyarê bajarokê û endamekî xwe yê bi navê “Ebo Xazî”; Û li roja din 07.02.2025an. Z giropeke mezin ji “Ewleya Giştî” gihîşte bajarokê û lêkolîn kir, û keyayê bajarokê wêneyek li ser binpêkirinan (vêrgî, dizîn, bendkirina malan, qutkirina daran, girtinine bêsûcane…) li pêş xelkê û vekirî pêşkêş kir.

 Li Gundê “Kaxirê” – N. Mabeta, wan Hemwelatî “Mihemed Ebid El’rehman Îso /32/sal” revand, û vêrgiyeke diravî/8000/Dolar Emrîkî dan ferzkirin beramberî berdana wî û piştî û îşkencekirineke mezin jêre, û weha jî beramberî  hevjîna “Rênas”, û ew jî piştî revîna herdu birayên wî “Rênas û Nîdal” ji gund, bi sedema tewanbarkirina wan bi hewandina çekan, piştî vegera wan tevî malbatên wan ji aliyê penberbûnê – Herêma Şehba’i li Gundewarê Heleb ê Bakur; Û herweha jî vêrgiya/5000/Dolar Emrîkî li ser Hemwelatî “Mihemed Mihemed Misto /37/sal” dan ferzkirin, beramberî berdana wî piştî revandin û îşkencekirinê, bi behaneya ku wî alîkariya vegera herdu biran “Rênas û Nîdal” kiriye.

= Vêrgiyên “El’hemzat”:

Li 03.02.2024an. Z perçevidiyon dengî gihîştin me, berpirsiyarê nivîsgeha abortiya Milîseyên “Firqit El’hemzat” têde ji keyayên gund re bi riya Wats Apê dipeyive, û ji wan daxwaza agahdarkirina “xwediyên girêbestan – rêdankerên rêvebirina malmewdanên hemwelatiyên ne li wir” ji bo dandina vêrgiyên li ser wan ferzkirî -ta dawiya heftê-dike, û herweha jî hemwelatiyên vegerîne da ku erdên xwe radest bibin û vêrgiyan bidin, di bin gefdana hilanîna destên wan ji ser û radestkirina wan erdan ji kesine din re. Û ew jî di pêvajoya lezandina milîseyan -ta kanin- ji bo wergirtina vêrgiyan û talankirinê de tê kirin, berî derketina wan ji herêmê li gorî daxuyanên Hikometa Şamê.

= Li Bajaroka “Meydankê”:

Li 30.01.2025an. Z û herdu rojên dûhatî, hin çekdarê rûpeçinî sê malên li rex hev ên sê biran “Îbrahîm û Osman û Zehir El’dîn kurên Mihemed Cebir” li Bajaroka “Meydankê” – Navça Şera basmîş kirin, ji bo dizîna tiştê pê kanin; Ji mala yekê (tibabine diravî, /5/teneke zêtê zeytûna – her yek/16/KG sade, û du amûrên xilyewî), ji mala dudiyê zêrmêrin ên hevjîna “Ciwan Osman Cebir”, û li mala sisiyê jî qurşîn avêtin piştî ku piroseya wan bi ser neket û reviyan. Û weha jî çekdarine din di dizîna Mala “Nûrî Cebir” de bi ser neketin.

Herweha jî “Hesen El’fetîm” – serkêşekî Milîseyên “Firqit El’mu’itesêm Bîlah” radestkirina malên malbatên Kurd ên vegerîne (dor/50/malbatî) qedexe dike, ta ku vêrgiyeke diravî li ser her malekê neyê dandin, û malbatên çekdarên giropa xwe qedexe dike ku vegerin gundê xwe yê resen li Çiyayê “El’zawiyê” – Parêzgeha Idlibê, bi ser ku tu ziyaneke mezin negihîştiye gund, û ew jî ji bo mandina demeke dirêj û wergirtina vêrgî û dahatên diravî yên din.

Û dema ku beramberî valakirina malekê vêrgiyek neyê dandin, yê dest daniye ser -dema ku jê derdikeve- derî û penceran vedike, û ta hin caran tarûmarbûnê jî tê de çêdike.

= Qutkirina daran:

 Li dawiya Rêbendana/Çileya borî, çekdarina dora /40/darî zeytûnê yên Hemwelatî “Adêl Ehmed Zêbo” li Gundê “Qurtqilaqê” – Navça Şera bi piçekî ji bo êzingkirinê qutkirin, bi ser ku zevî ji rêbendeke Milîseya “Firqit El’sultan Mûrad” ve nêzîk e.

 Û li navboriya heyva borî jî, dora /100/darî zeytûnê cûrbecûr hatin qutkirin, hin jê jî ji kokê ve, û ew yên xelkê herdu gundên “Memala” û “Maseka” yên hevcîwar li Navça Reco ne, ew gundê ku Milîseyên “Firqa Nehan” desteser dikin, jê: (/5/ên “Rif’et Isma’îl Mistefa” ne, bêtirî /15/an ên “Sibhî Ukaş Bîlal” in, bêtirî /35/ên “Zelîfe Ukaş Bîlal” in, /22/ ên “Luqman Isma’îl Ehmed” in, /10/ên “Kemal Ce’ifer Nebo” ne, û /10/jî yên “Arêf Ce’ifer Salêh Heyderiyê” ne), ji aliyê anîndeyên li herdu gundan rûniştine ve, ji nav wan jî “Mehmûd Elî El’ehmed” ji Gundewarê “Hemê” ye.

= Binpêkirinine din:

 Hîn piraniya malbatên çekdar û anîndeyên li Gundê “Ebodanê” – Navça Bilbilê rûniştî dest dîdinin ser malên xelkê wê, û Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’nuxbe” radestkirina malan bi xwediyan qedexe dikin, bi ser ku hin ji wan ji sal û nîvekê ve vegerîne.

 Milîseya ku “Hûsam, û Ebo Ridwan” di “Firqit Melekşah” de serkêşiya wê dikin, a ku Gundê “Ênhecerê Rojava” – N. Mabeta desteser dike, radibe mêrên gund direvîne û ji bo berdanê vêrgiyine diravî li ser wan ferz dike.

 Li Gundê “Îska” – Baṣûrê Bajarê Efrînê, li şeva 04.02.2025an. Z, çekdarine serçavgirtî rabûn makîna Pîkab/Honday a Hemwelatî “Umer Xesan Remo” dizîn, û li sala borî matora wî ya duloqî jî hate dizîn; Û weha jî çekdarine din hewildana dizîna dîkana “M. Es’ed” û herdu malên “Elî Hisê, M. Xalêd” dizîn, piştî basmîşkirina wê, lê bi sedema şiyarbûna xwediyan ew bi ser neketin.

Bi dawîkirina Dagîrkeriya Turkiyê bi hemî hîmdarên wê, û helandina milîseyan û derkirina endam û serkêşên wan bo herêmine din di nav avagehên Şalyariya Bergiriyê de, du tiştên bingehînin ji bo xweşbûna Herêma Efrînê, û vegera nişteciyên wê yên koçberbûyî bi azadî û rûmet.

08.02.2025. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Karewanek ji Hêzên Ewlekariya Giştî li Efrînê, 06.02.2025. Z.

 Zarokên birîndar: Arîn Îmad Ebdo, Behrî Mihemed Elo, Ibrahîm Mihemed Ṣemo.

 Herçar ciwanên girtî ji aliyê Milîseya “Asayêşa Leşkerî” ve, li Bajarê Efrînê, 07.02.2025. Z.

 “Mihemed El’casêm/Ebû Emşe” tevî birayê wî û Birêz “Ehmed El’şer’i” berî ku bikin serokê Sûriyê.

 Posteke “Mihemed El’casêm” li ser platforma “X/Êks”, têde tekez dike ku Rutbeya “Sertîp” ji wî re hatiye dandin, û “Pêşengtiya Tîps/Firqeya 25” an wergirtiye.

– Qutkirina darên zeytûnê li Gundê “”, jêdera wêneyê perçevîdiyoke çalakvanê ragîhandinî ye “Ejmed El’berho” ye.

 Qutkirina darên zeytûna li Gundê “Memsla” – Navça Reco.

————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin