
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (316)
.
Rewşa geregoşiyê li herêmê berdewam e, nemaze binpêkirinên milîseyan bi riya nivîsgehên wan ên abortî û ewlekariyê, û ew dizînên ji mal û dîkanan û herweha makînan û pêz her derin fere dikin û vêre jî dijîtiya li ser xwediyan, û ligel wê jî talankirina kelûpelên malan û vekirina derî û pencerên mal û dîkanan ji aliyê yên dest danîne ser ve, li dema çûna wan bo herêmên xwe yên resen; Û hîn siyaseta ewlehiyê ya ku “Amûra Ewlekariya Giştî” (ya Destlatên Şamê) dê di derbarê herêmê û xelkê wê de bimeşîne ne diyar e. Piştî ku destê xwe hêdî – hêdî danî ser doseya ewlehiyê û derçûna biryara helandina milîseyan, û “Asayêşa Leşkerî Û sivîlî” yên girêdayî Dagîrkeriya Turkiyê jî di nav de, vêca guhertina cilên endamên wan û nîşanên makînên wan bes nake, û qewtandina hemî serkêşên wan û piraniya endamên wan (ên sûcdar di gendeliyê û pêkanîna binpêkirin û tewanan de) pêdivî ye, mîna: “Ehmed Cemal Kebso” yê ji Bajaroka Tilrif’etê – Gundewarê Heleb a Bakur, berpirsiyarê şaxa serekîn a Asayêşa Leşkerî li Bajarê Efrînê, û yê bi gendelî û zordestiya xwe navdar.
Bidawîkirina Dagîrkeriya Turkiyê û milîseyan li herêmê, û kar li ser saxlembûna herêmê, bi şêwakî destpêkî di vê astedemê de ev pêdivî gerek in:
– Vekişandina Artêşa Turkiyê ta sînorê xwe yê navdewletî yê naskirî, girtina nivîsxaneyên Istîxbaratên Turkiyê, baykotkirina lîsteyên kesên bi sedemên siyasî tewanbarkirî û daxwazkirî, û nekaranîna wan lîsteyan ji bo girtina hemwelatiyan û herweha baykotkirina lêgerîna li wan li ser rêbendan, û bidawîkirina dezgeh û saziyên Turkiyê li hemî warên dewlet û civakê.
– Jiholêrakirina biryargehên leşkerî ji ciyên bi nişte, helandina milîseyan bi awakî rasteqîn, û girtina hemî nivîsgeh û biryargeh û rêbendên wan ên leşkerî, û derkirina serkêşên wan û piraniya endamên wan ên di gendelî û pêkanîna binpêkirin û tewanan de gunehkar; Û belavkirina yekîneyine ji Artêşa Sûriyê ya nû ji bo parastina sînor bi Turkiyê re.
– Jihevkirina girêdana Herêma Çiyayê Kurmênc/Efrînê bi Wîlayeta “Hetayê” ya Turkî ve, vegerandina girêdana wê bi rengekî fermî û aşkere bi Parêzgeha Heleb re, û qedexekirina bi karanîna navê “Herêma Şaxa Zeytûnê” ji ber ku ew nav ji navê piroseyeke leşkerî ye Turkî ye dijberî li ser beşekî ji Sûriyê -wek welat û gel- hatiye.
– Rêdana bikaranîna pereyên/lîreyên Sûrî û hevojtina wê, vegerandina toreyên hevgîhandinên şirîtî û neşrîtî/hewayî yên Sûrî li herêmê, û girêdana hemî dezgehên rêvebirî û xizmetguzarî bi Parêzgeha Heleb ve.
– Sipîkirina hepsên aşkere û bidizî li herêmê ji hemî girtiyên bi tewanbariyên siyasî hatine girtin, û serbestberdana bi sedan girtî û yên zorane hatine hindakirin ji xelkê herêmê, yên di hepsên “Hewar Kilis û Çobanbegê/El’ra’î” û hin din de, li Herêmên “Ezazê û Babê û Cerablusê”, ji nav wan jî hinik ji dora heft salan ve veşartî.
– Desteserkirina Amûra “Ewlekariya Giştî” bi endam û berpirsiyarine nû li ser doseya ewlehiyê û peydakirina aramiyê, li ser bingeha parastina mafên mirovan û azadiyên giştî û pêkanîna dadmendiyê, sekinandina girtinên bêsûcane û îşkencekirinê di hepsan û navendên ewlehiyê de, parastina malmewdanên giştî û taybet, û danîna rêgirekê ji hemî binpêkirin û destdirêjiyan li ser, û vegerandina mafan ji xwediyan re, bê tu şert û mercan an jî ferzkirina vêrgiyan.
– Rawestandina destdirêjî û dijayetiyan li ser jîngehê û nixumandina geyayî, jê qutkirin û şewitandina daristanan û darên biber, û sekinandina dizîna kevneşop û peykerên dîrokî.
– Parastina Bendava “Meydankê” û rêvebirina pirojeyên avdanê û ava vexwarinê bi rengê ku pêdiviyên herêmê werin peydakirin, û sekinandina dizîna ava wê ya ku bo Bendava “Rihaniyê” ya Turkî tê şandin.
– Peydakirina jîngeheke aram bo vegereke jixweber û azad û bi rûmet ji hemî yên ji herêmê hatine koçberkirin re, û daxwaz ji anîndeyên hatine herêmê ku vegerin herêmên xwe yên resen.
– Jiholêrakirina hemî têkar û sedem û encamên guhertina demigrafî ya ku Dagîrkeriya Turkiyê çêkiriye, û taybetî di binyata niştecîbûnê ya herêmê de.
– Jiholêrakirina dîwarên çementiyî yên ku li hundir Bajarê Efrînê û bajarok û gundên wê de avakirî, bi behaneya parastina biryargehên Turkiyê, û hilanîna destlata Artêşa Turkiyê ji ser gundên ku xelkê wan bi tevahî koçberkirî ji Avdara 2018an. Z ve, û rêdana vegera xelkê wan gundan, û ew gund jî ev in: (“Cilbir, Gubelê, Dêrmişmişê, Zirêkatê, Basilê, Xalta” – Robariya/Çiyayê Lêlûn, “Çê, Dêrwîş” – Navça Reco).
– Peydakirina gihîştina alîkariyên mirovî û piştgiriya şaredariyan da ku kanibin bi erk û stubariyên xwe rabin, çaksazkirina binevahiyan û avahiyên giştî, û girêdana beşê perwerdekarî û hînkariyê bi saziyên dewletê re, bi mercê gerantîkirina belvakirin û hînkirina ziman û çanda Kurdî di hemî astên xwendinê de.
– Bidawîkirina hemî rengên bindestkirina netewî di dermafê Kurdan de, û hemî rûdanên tetrîkirin an te’irîbkirina zorane û rengên tundrewî û bindestiya olî, û jiholêrakirina cudawaziyê di dermafê Kurdên Êzdî de, û gerantîkirina azadiyên olî ji hemî hemwelatiyan re.
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Dijayetiya li ser du temenmezinan:
– Li nîvê şeva 13.02.2025an. Z, piştî ku wan elektirîk qut kirin, du çekdarên serçavgirtî mala temenmezin “Mihemed Henîf Ehmed Hemzo /67/sal” li Gundê “Endarê” – Şêrewa basmîş kir, û dijayetiya wî û hevjîna wî -yên seqet- kirin û bi boriyê li wan dan, kêrek mezin kişandin wan û mal serbinqotî hev kirin, tibabine diravî (/300/Dolar Emrîkî, /1660/Lîre Turkî) û amûreke xilyewî jê dizîn, û ta nimêja berbangî bi îşkencekirina herdu hevjînan xwe tesele kirin, ta ku li derketinê ji xelkê re were xuyan ku derin mizgeftê û ne diz in.
– Li êvara 14.02.2025an. Z, du çekdarên serûgirtî mala temenmezin “Hemîd Bekir Hebeş Kenco /67/sal” li Bajaroka “Be’idîna” – Navça Reco basmîş kir, li dema nebûna hevjîn û kurê wî ji malê, dabençe/damençe kişandinê û lê xistin û gefdana kuştinê lê kirin, û tibabeke diravî /10/hezar Dolar Emrîkî ji oda kurê wî û /300/Dolar jî ji oda hevjîna wî dizîn, û paşê jî revîn. Û bi ser ku yê dijatî li ser hatiye kirin çekdarek tewanbar kir, lê dîsa jî “Usame Rehal/Ebo Hesen Obame” -cîgirê serkêşê Milîseya “Lîwa’i 112” ya ku bajarokê desteser dike- red kir ku wî bigire û lêkolînê vê re bike, û bi ser de jî rabû li bajarokê geriya û li deriyên maline kurdan da, bi behaneya ku herdu diz revîne wan malan, weke şanoyeke lawaz da ku li ser wan veşêre.
= Veşartina zorane:
Di raporeke wênekirî û li 15.02.2025an. Z hatiye belavkirin de, Ajansa “El’Forat” ya nûçeyan a girêdayî Dagîrkeriya Turkiyê açiq kir, ku “Ehmed Cemal Kebso” -serkêşê Milîseya “Asayêşa Leşkerî – Şaxa Efrînê”- Hemwelatî “Ednan Îso Îso /35/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê” – N. Mabeta serbest kir, da ku keça xwe “Cîlan” a di Nexweşxana Sûrî ya pisporî li Bajarê Efrînê de raketî û tê dermankirin bibîne, ya ku ji berî sê rojan li Gundê “Maratê” wendakirin, piştî derketina diya wê ji mal ji bo anîna hinek êzing, û ew jî di xew de bû.
Û li gorî gotina hevjîna wî “Zêneb Şêx Sadêq” û jêdereke xwecihî, “Ednan Îso” ji berî şeş heyvan bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê (RX)re hate girtin, bi ser ku wî ji Avdara 2018an. Z ve -jerkî herêm hatiye dagîrkirin- ew bernedaye, dîsa jî “Asayêşa leşkerî” di hepseke xwe ye taybet de zorane veşartî hîşt, bê têkildarî bi cîhana derve re yan jî pêşkêşkirina wî bo dadgeheke dadmend; Û ew malbata belengaz bi çetiniyên jiyanê yên têvel û xwestinên virdewêde re rast hat.
= Girtinine bêsûcane:
Li gorî jêdereke xwecihî, li navboriya hefta yekê ji vê heyvê, dadgeha Efrînê ya girêdayî Dagîrkeriya Turkiyê bêtirî /45/ hemwelatiyên Kurd -piştî ferzkirina baceyeke diravî /500-600/Dolar Emrîkî li ser her yekî ji wan- serbest berdan; Ew li navboriya du heyvên dawiyê ji aliyê Milîseya “Asayêşa Leşkerî” ve hatibûn girtin û bo Hepsa “Maratê” ya navendî hatibûn birin, bi tewanbariya têkildariyê bi (RX)a berê re; û Weha jî:
– Li navîna Berfenbarê/Berçile 2024an. Z, Rêbenda “El’şet – Çateriya Ezazê ya Rojava” ya Milîseya “Asayêşa Leşkerî” temenmezin “Umer Şêx Qenber” û kurê wî “Ehmed /23/sal” ji xelkê Gundê “Xilalka” – Navça Bilbilê girtin, li ser riya vegera wan ji aliyê penaberiyê bi tewanbariyin/tuhmetin çêkirî, û piştî heftakê û dandina hezar Dolar Emrîkî yê yekê serbest kir, û yê dudiyê jî piştî bîst rojan ji girtinê û dandina/4/hezar Dolar.
= Dizîn:
– Li Bajaroka Be’idîna:
Li rex dizînin berê û piroseya dizîna çekdarane ya li jor hatiye zimên, du çekdarên serçavgirtî sê berx ji odak kargeheke betariyan e Hemwelatî “Ebdîn Mihemed Mistefa/Malbata Alo” û ya li derbasgeha bajarokê dizîn, bi ser ku parêzvanekî wê jî heye; Û çekdarin din derxistokeke avê/xetasek ji bîreke irtiwazî ye Hemwelatî “Beşar Mihemed Şe’iban” dizî, hin din betariyek ji tirektoreke çandiniyê ye “Selah Mihemed Midewer” dizî, hin din (sê teneke zêtê zeytûna/her yek 16 KG sade, amûreke Invênter a taqeta elektirîkroniyê û tibabeke diravî) ji mala Temenmezin “Reşîd Hesen Dehdo” dizîn, hin din jî amûreke xilyewî ji Temenmezin “Mezyet Mistefa” dizî, û hin din jî di dizîna herdu malên cîran “Ehmed Reşkêlo” û “Mihemed Hesenîk” de bi ser neketin.
Bi ser pirbûna dizînê li Bajarokê di navboriya herdu heyvên dawîn de, û hebûna kamîreyê çavdêrîkirinê, biryargehek Milîseya “Asayêşa Sivîl”, û rêbend û biryargehên Milîseya “Lîwa’i 112”, ta niha dizek bi tenê jî nehatiye girtin, di heman dema ku ew ji bo lêkolîna bi hemwelatiyekî vedigere bajaroka xwe û girtina wî/wê de jî pir şiyar e, û malbatek ji anîndeyan jî rastî dizînê nehatiye.
– Li Bajarê Cindirêsê 07.02.2025an. Z, çekdarina tibabeke diravî /500/Dolar Emrîkî ji mala Hemwelatî “Rehîm Silêman Lutfî” dizî, hin din tiştmiştên xwarinvexwarinê ji dîkana “Ehmed Mihemed Mihemed/bi Çavreş tê nasîn” û makîna cîranê wî dizîn, û hin din jî di dizîna Mala “Mistefa Deyan” de bi ser neketin.
– Li Gundê “Kurzêlê” – Navça Şêrewa, li 09.02.2025an. Z, çekdarina /8/mî ji mala Hemwelatî “Mihemed Ezîz Îbo” dizîn; Û li şeva 15.02.2025an. Z, çekdar in derbas avahiya Hemwelatî “Ebid El’rehman Îbo” bûn, ji bo dizîna tirektor û matorekê û tiştine din, lê giropeke ji hemwelatiyên ku gund diparastin tevî dehên din avahî dorpêç kir, û berpirsiyarekî gund ji Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” rabûn ew girseya xelkê ji hev bela kir û diz parastin û derxistin; Û ji berî heftakê ji heman avahiyê keblên elektirîkê û amûreke invêntereke çandiniyê hatin dizîn.
Herweha jî malbateke ji Gundewarê Humsê û dest daniye ser mala “Welîd Ezîz Îbo” yê zorane koçberbûyî, hemî heyînên hundir malê û derî û pencereyên wê tevî derxistokeke avê/xetas û dûmahîkên wê dizîn, bi ser ku keça “Welîd” a li gund red kir, lê sixêf jêre hatin kirin û gef danê, û Kurd bi “Berazan/Xenzîran” hatin salixkirin.
– Li Gundê “Hesendêra” – N. Bilbilê, li 12.02.2025an. Z, çekdarekî matoreke duloqî ye Hemwelatî “Ehmed Ebdo” dizî.
– Li G. “Şêxkêlê” – N. Mabeta, ji berî dora deh rojan, çekdarina /20/mî yên Hemwelatî “Mûse Welîd” dizîn, û hin din jî makînak pîkab dizî.
Û li G. “Gobekê” yê hevcîwar jî, çekdarin din derxistokeke avê/medexak û cilin/kincin ji mala Temenmezin “Qadêr Henan” dizîn.
= Li Gundê “Bircqasê” – Navça Şêrewa:
Milîseyên Hêza Hevbeṣ (El’emşat, El’hemzat) li destpêka Berfenbarê 2024an. Z dîzînin fere kirin, jê: çar makîne pîkab ên “Umer Mihemed Elî, Hesen Elî, Hesen Elî Mamo, Mihemed Elî” û pez û dewar in (/40/mî yên “Necîb Elî Mamo“, /12/mî yên “Zûhêr Erebo“, /60/mî yên “Edhem Ehmed“, /3/çêl ên “Nadêr Mihemed Elî“, /6/çêl ên “Nebî Rehmo“), û hemî tiştmiştên hundir Malên (“Cemîl Menan” tevî giropeke zayenda elektirîkê, “Nebî Rehmo” û teksiya wî, “Nadêr Mihemed Elî” digel giropa taqeta royê). Û li dema topebarankirina gund /6/mal bi piçekî hatin roxandin.
= Geregoşî û serberdayetî:
Li vê dawiyê, giropeke gerok ji Amûra “Ewlekariya Giştî” rabû “Ebo Ye’irub” -serkêşekî milîseyan li Bajarê Cindirêsê girt, ji ber ku wî du “makîne cîp” ên nû û yên berpirsiyarên rijîma berê ji şamê dizîbûn, û li ba xwe veşartibûn, û herweha jî wî hemwelatiyekî ji xelkê Heleb revandibû û li cindirêsê veşartibû bi mebesta ferzkirina vêrgiyeke diravî li ser beramberî berdana wî.
Li hember rewşeke weha ne baş de, astengiyên mezin pêşberî Destlatên Sûrî yên nû dibin, û ew li pêş ezmûna ku wê çiqas kanibin pêngavine piraktîkî di warên me li jor anîne zimên de bavêjin, li gor rêbaziyeke niştîmanî û Demokratî, û em serkeftinê jê re dixwazin.
15.02.2025. Z – 2636. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Temenmezinê birîndar “Mihemed Henîf Ehmed Hemzo” û pêlîzkandina bi mala wî li Gundên “Mihemed Henîf Ehmed Hemzo”, 13.02.2025. Z.
– Temenmezin “Hemîd Bekir Hebeş Kenco”.
– Hemwelatî “Ednan Îso Îso” tevî hevjîn û zaroka wî di nexwaşxanê de li Bajarê Efrînê, jêder: Perçevîdiyok a Ajansa “El’Forat” li 15.02.2025an. Z.
———————-
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin