EFRÎN – Di nava 26 rojan de 30 Kurd hatin revandin

EFRÎN – Di nava 26 rojan de 30 Kurd hatin revandin

.

A+A-

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve di gulanê de li Efrînê 30 Kurd revandine.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê, çekdarên ku Tirkiye wan kontrol dike di navbera 1 û 26ê Gulanê de ji Cindirêsê 7, Şêrewayê 2, Mabatayê 5, ji Racoyê 5, ji Şerayê 4, ji Şiyê 3 û ji navenda Efrînê jî 4 kes revandine.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan diyar kir ku heta niha jî çarenivîsa wan kesan ne diyar e.

Li gorî heman çavkaniyê, ji Adara 2018an (dema Efrîn hat dagirkirin  ) heta bi Gulana 2024an zêdeyî 9 hezar û 300 sivîlî hatine revandin.

Piraniya wan sivîlan piştî dayîna fidyeyê hatine berdan, zêdeyî 40 kesî jî bi şkenceyê hatine kuştin.

Herwiha heta niha jî çarenivîsa gelekan ji wan ne diyar e.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin