Eger Mam Celal bûya dê çi bikira?
.
Berî nêzî salekê, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rêzdar Bafil Talebanî di hevpeyvîneke televîzyonî de tiştek got ku ji bo min pir balkêş hat. Got, her ku mijareke girîng hebe yan jî ez rastî pirsgirêkekê têm, ez ji xwe dipirsim û dibêjim, eger Mam Celal bûya dê çi bikira? Wê demê ez biryara xwe didim û wî tiştî dikim ku bi baweriya min Mam Celal bûya dê wisa bikira.
Ji bo kesekî ciwan ku berê ezmûna wî ya karê partîzanî û birêvebirina organ û saziyeke mezin nebe û ji nişka ve erkeke wisa mezin û girîng bikeve stûyê wî ku hêzeke siyasî ya nola YNKyê birêve bibe, bê guman ev têgihiştin û siyaseteke rast e ku bixwaze mifayê ji ezmûna komîserhevbûyî ya kesayeteke mîna Mam Celal wergire.
Lê belê ezmûna sê çar salên borî berevajî vê yekê ji me re dibêje. Ango bi siyaset û aqilmendiya Mam Celal û hizira Celalî tevger bi wan bûyer û pirsgirêkan re nehat kirin ku divabû YNK bi wan re tevbigere, çi di hundirê YNKyê de be, çi jî li Kurdistan û Îraqê.
Lê ya giring ku pêwîst e YNKyê bi vê pirs û berpirsiyariyê re rû bi rû bihêle ku eger Mam Celal bûya dê çi bikira, rewşa Kerkûkê ye.
Di rastiyê de mijara Kerkûkê mijareke neteweyî û niştimanî ye û hemû gelê Kurdistanê çiqasî bîr û baweriyên me yên siyasî cihê bin jî em li hemberî mijara Kerkûkê berpirsiyar in lê ji ber çend sedeman berpirsiyariyeke bêtir û cihêtir ji ya kes û aliyên din dikeve stûyê YNKyê.
Dîrokeke dûrdirêj a xebat, cangorîtî û xwînê YNK û bajarê Kerkûkê bi hev ve girê dide.
Herwisa piraniya xelkê Kerkûkê endam, alîgir û dengderên YNKyê ne û baweriya xwe bi vê partiyê dane. Wekî din jî çimkî heya Mam Celal sax bû bi awayekî ev mijar li stûyê xwe girtibû.
Ji aliyê din ve, ji ber ku beşeke girîng ji pêgeh, post û desthilatên Bexdayê ku rasterast bandorê li pirsgirêkên Kerkûkê dikin, wekî Wezareta Dadê ku beşeke pirsgirêka van erd û zeviyan girêdayî dadgehan e, herwiha postê serokkomar wekî parêzerê destûrê, li ba karakterên siyasî û îdarî yên girêdayî YNKyê ne.
Di serî de jî ev rewşa Kerkûkê nola encama bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn bi piranî di stûyê YNKyê de ye. Loma pêwîst e ji bo her arîşeyeke vî bajarî, li hemberî bêhelwestî yan jî nîşandana sistiyê di hawarhatina wan de, em bînin bîra wan û bibêjin eger Mam Celal bûya dê çi bikira?
Ev çendik û çend sal in ku rewşeke leşkerî li ser Kerkûkê hatiye sepandin. Di bin siya hegemonyaya artêşê de, pêleke Erebkirina nû berî daye Kerkûkê xasma gundên derdora wê û di demsala tovreşandin û dirûnê de diavêjin ser cotkarên Kurd qene çavkaniya dahat û aboriya wan li Kerkûkê bibirin.
Di koka xwe de ev siyaseteke stratejîk a Beasê û hişmendiya Erebî ya şoven bû û sedema sereke ya neçarkirina Kurdan a barkirina ji deverê bû. Tiştê ku berê li navçeyên Daqûqê û vêga li Pelkaneyê û deverên Sergeranê diqewime, berdewamiya heman stratejiya Beasê ye lê di bin hegemonyaya artêşa mezhebî ya Şîe de.
Zilm û stemeke rêxistinkirî li dijî cotkarên Kurd tê meşandin. Salekê, di demsala çandina berhemên çandiniyê de, Erebên pêvajoya Erebkirinê bi piştevaniya hamerên leşkerî tên û nahêlin cotkarên Kurd tovên xwe bireşînin.
Salekê tên û dexlûdan û berhema cotkarên Kurd dişewitînin. Niha, di vê demsala çandiniyê de, artêşeke Ereban bi dirûşmên dijmindarî û bi nobedariya artêşê hatine û konên xwe li gundê Pelkaneyê vegirtine û rê nadin ku cotkar berhemên xwe biçinin. Ha li vir divê em bipirsên eger Mam Celal bûya dê çi bikira?
Dibe ku xwîner vêga bipirse û bibêje ma Mam Celal çi kiribû ku em li bersiva vê pirsê bigerin! Rast e Mam Celal jî nikarîbû pirsgirêka Kerkûkê çareser bike. Hin xemsariya wî jî hebû. Gunehê rewşa niha hinekî di stûyê wî de ye jî lê divê em vê rastiyê bibînin ku heta ew li ser desthilatê bû stêrka Kurdan li Kerkûkê her teyisî bû.
Mam Celal piraniya dem û şiyana xwe terxanî Kerkûkê kiribû. Tewra gava erkê serokkomariyê jî di stûyê wî de bû, bi piranî li Kerkûkê dima. Bi sedan caran dihat Kerkûkê û seba xem û pirsgirêkên wî bajarî bi heyvan li wir dima. Di berhevdana herî xwerû de, 12 salan piştî nemana Mam Celal di qada siyasî de, YNK sê carên din postê serokkomariyê wergirt. Di wan 12 salan de, di sê gerên serokatiya komarê de, Dr. Fûad Masûm careke tikîtenê serdana Kerkûkê kir. Xemsarî û sistiya helwest û reftara desthilatdarên YNKyê piştî Mame Celal meriv şaş û metel dihêle.
Loma tiştê ku halê hazir li Kerkûkê diqewime, eger Mam Celal bûya, dê hem li hember xemsarî û hawarneçûna Kerkûkiyan lêpirsîn li wezîr û parlamenterên xwe bikira, hem jî YNK wekî hêzeke kartêker bixista xizmeta nehêlana gefên li ser Kerkûkiyan û wekî serokkomar jî dê artêş û hikûmet bixista pêşber berpirsiyariya reftar û tevgerên nedestûrî yên ku li Kerkûkê tên meşandin.
Ma di ku dera destûrê de hatiye gotin ku ew rê dide ku artêş hamerên leşkerî tevî êl û eşîran bişîne da ku erd û zeviyên cotkarên Kurd dagir bikin?
Pirsgirêkên Kerkûkê berpirsiyareke mezin di stûyê hemî partî û serkirdeyên siyasî, hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê ne lê divê YNK pişka zêde ya hilgirtina van berpirsiyaran li navendên desthilatê yên Herêma Kurdistan û Bexdayê li stûyê xwe bigire da ku bersiva sedemên ku bi rengekî cihêtir ji yên din Kerkûkê bi YNKyê ve girê didin, bide.
Berê, Kurd bi rengên cihê, bi veqetandina demê û şiyanan û hejmareke mezin a qurbaniyan li dijî siyaseta Erebkirinê derketin. Di dîroka nêzîk a girêdayî Erebkirina gundên Kerkûkê de, sê mînakên me yên darîçav hene: Şehîd Nazimê Hemeyê Silêman, şehîd Darayê Mame Qale ji hêza 21ê ya Kerkûkê û şehîd Mame Rîşe.
Di sê qonax û cihên cuda de derbên giran li pêvajoya Erebkirinê dan ku eger ne ji wan her sê çalakiyên wan bûya, dê kok, kûrahî û mezinahiya Erebkirinê li ser Kerkûkê pir ji niha zêdetir bûya. Loma divê ji bo niha jî bersiveke Kurdan a tund hebe.
Bi rastî cihê şikê ye, tewra di dema lawaziya herî zêde ya pêgeha Kurdan û qelsiya şoreşê de jî Kurd bi qasî vêga li hemberî zilm û stemkariya ku li cotkarên Kurd tê kirin, ne zeîf û bêhelwest bûn. Îro Kurd li beşeke erdnîgariya Başûrê Kurdistanê xwedî hikûmet, hêzên Pêşmerge û saziyên cuda cuda yên ewlehiyê ne.
Li Bexdayê jî postê serokkomar û wezîrê dadê û cîgirê serokwezîr û parlamento û wezîrê karên derve û gelek postên din ên girîng di artêş û saziyên ewlehiyê yên Bexdayê di destê Kurdan de ne lê li ber çavê Xwedê, mirov û cîhanê êlên koçer ên Ereban bi hamerên leşkerî mîna serdema wan a talaniyê ya berê, diavêjin ser gundên Kurdan û gefa dagirkirina mal û milkên wan dixwin.
Kurd jî bi vî rengî mîna temaşevanan li dîmenên trajîk dinêrin. Lewra, ez berê xwe didim birêz Bafil Talebanî û ji wî dipirsim: Bi rastî jî eger Mam Celal bûya dê çi bikira?
Rudaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin