Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya

Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya

.

A+A-

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şama paytex bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya.

Nûnerê eyaleta Floridayê yê Kongreya Amerîkayê Cory Lee Mills ku endamê Komîteya Karên Derve û Komîteya Hêzên Çekdar e tevî nûnerê eyaleta Indianayê Marlin Stutzman serdana Şamê kir. 

Nûnerê Floridayê li Meclisa Nûneran a Amerîkayê yê Partiya Komarî Cory Mill li Şamê bi Şer re civiya.

Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed ev serdana yekem a endamên Kongreya Amerîkayê bû ji bo Sûriyeyê.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê (SANA) amaje bi wê yekê dike ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî di civîna Şer û Mills de beşdar bû.

Civîn di demekê de tê lidarxistin ku berpirsên nû yên Sûriyeyê daxwaza rakirina dorpêçên Amerîka û welatên din ên rojavayî li ser welatê xwe dikin, ku di serdema desthilata Beşar Esed de hatibûn sepandin.

Piştî gihîştina wan a Sûriyeyê, Corry Mills û Marlin Stutzman çend deverên Şamê ziyaret kirin, di nava wan de taxên kevnar û kenîseyeke kevnar a Cihûyan hebûn.

Roja şemiyê, Stutzman serdana zîndana Seydnayayê ya li nêzîkî Şamê kir.

Di serdema hikumdariya 54 salan a malbata Esedan de li Zindana Seydnayayê bi 10 hezaran kes di bin şkenceyê de hatin kuştin an jî bidarvekirin.

Koma îslamî ya Heyeta Tehrîr El Şam serkirdayetiya wê êrişê kir ku di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de bû sedema ku Esed dev ji desthilatê berde û ber bi Moskowê ve bireve.

Çend roj piştî vê, Amerîka bi serokatiya Joe Biden biryar da ku xelata 10 milyon dolarî ya ku ji bo desteserkirina Ehmed Şer danîbû, rake.

Şer serkirdeya berê ya beşeke rêxistina El Qaîdeyê ya Sûriyeyê bû beriya ku xwe jê veqetîne.

Heta niha rêvebiriya Trump hikûmeta nû ya Sûriyeyê nas nekiriye û dorpêçên aboriyê yên giran jî nerakîrine.

Piştî serdana Seydnaya, Stutzman ji rojnamevanan re ragihand, tiştê ku wî dîtiye derdixe holê ku xelkê Sûriyeyê niha bi enerjî û geşbîn in û "karekî pir baş dibe eger Amerîka li guherînên vir têbigihêje û her wiha têbigihêje ku rakirina dorpêçan dê bibe geşedana aboriyeke mezin."

Kongresman Marlin Stutzman got ku her gaveke wan a ji bo rakirina dorpêçan, "dê li gorî biryara Serok Trump be."

Stutzman her wiha ragihand: "Wekî endamekî Kongreyê, ez dikarim vegerim welatê xwe û ji bo hevkarên xwe, ji bo Serok û ji bo yên din jî behsa wê bikim û çîroka wan guherînan ji wan re bibêjim ku li Sûriyeyê çêdibin.

Em dixwazin li vir bin da ku alîkariya wê bikin. Em naxwazin Sûriye bikeve destê dîktatorekî din."

Piştî rûxîna Esed, Amerîkayê hin astengî li ser Sûriyeyê rakirin da ku alîkariyên mirovî bi awayekî berfireh bigihêjin Sûriyeyê.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê biryar da ku ji bo 6 mehan rê bide li ber hin danûstandinên darayî û aborî yên bi hikûmeta Sûriyeyê re.

Washington dibêje, rakirina dorpêçên din girêdayî wê yekê ye ku berpirsên nû yên Sûriyeyê hetanî çi astê mafên mirovan diparêzin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin