Ehmed Şer li ser çekdanîna HSDyê axivî

Ehmed Şer li ser çekdanîna HSDyê axivî

.

A+A-

Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer diyar kir ku ji bo çareserkirina dosyeya "Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" ew bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re di nav gotûbêjan de ne.

Ehmed Şer ji televizyona Sûriyeyê re got ku li ser danîna çekan danûstandinên wan bi HSDyê re berdewam dikin û hîn negihiştine lihevkirinê.

 Serokkomarê Sûriyeyê behsa pêwendiyên xwe yên bi HSDyê re kir û got:

"Dewletên ku piştgiriya HSDyê dikin, li ser yekîtiya dewleta Sûriyeyê û kontrola çekan di destê dewletê de bin li hev kirine.

HSDyê amadebûna nîşan da ku ew dê qebûl bike ku çek di destê dewletê de bin lê li ser hin hûrgeliyan nakokî hene."

HSDyê gelek caran ragihandibû ku ew amade ye bi mercên taybet beşdarî sîstema nû ya ewlehiyê bibe.

Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî, ji APyê re eşkere kir ku danûstandinên wan û Şamê berdewam dikin û li hêviya bersiva Şamê ne.

“Em dê efûyeke giştî derxin”

Serokkomarê Sûriyeyê behsa pêvajoya paşeroja Sûriyeyê kir û got:

“Sûriye dê bibe komarek û pergala wê dê parlamenterî be. Parlamento dê demkî be ji ber ku piraniya Sûriyeyiyan koçber in û hilbijartin zehmet in.

Hilbijartin dê piştî 4 heya 5 salan bên lidarxistin. Edalet di qonaxa derbasbûnê de dê aştiya navxweyî biparêze.

Efûya giştî dê were derxisin lê efû wan kesên ku sûcên rêxistinkirî kirine li xwe nagire. Em di qonaxa avakirina yasayî ya Sûriyeyê de ne.

Dabeşkirina postên hikûmetê dê aramiya welat têk bibe. Dabeşkirina desthilatê li ser bingeha mezhebî û neteweyî dibe sedema perçebûnê.”

“Bi HSDyê re nakokiyên me yên teknîkî hene”

Ehmed Şer behsa pêwendî û diyaloga bi HSDyê jî re kir û got:

“Danûstandinên me bi HSDyê re berdewam dikin. Ji bo serkeftinê, divê em nehêniya danûstandinan biparêzin.

Armanca sereke ya danûstandinan parastina yekîtiya axa Sûriyeyê ye. Mebest ji danûstandinên bi HSDyê re ew e ku çek bikevin bin kontrola dewletê.

Nakokiyên bi HSDyê re bi hin hûrgiliyên teknîkî ve girêdayî ne. Hemû aliyên navneteweyî û herêmî li dijî perçekirina Sûriyeyê ne.

Dewletên ku alîkariya hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, razî ne ku çek bikevin destê dewletê

Artêşa Sûriyeyê dê ji hemû hêzên li Sûriyeyê pêk were.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin