Ehmed Şer wekî Serokkomarê nû yê Sûriyeyê hat ragihandin

Ehmed Şer wekî Serokkomarê nû yê Sûriyeyê hat ragihandin

.

A+A-

- Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî yên Sûriyeyê biryar da ku Ehmed Şer ji bo qonaxa veguhêz bibe Serokkomar û Parlamento, Partiya Beasê û artêşa Sûriyeyê jî hatin hilweşandin.

Berdevkê Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî yên Sûriyeyê Hesen Ebdulxenî biryar ragihandin.

Li gorî biryaran karkirina bi destûra sala 2012an hate sekinandin, dawî li hemû yasayên cudaker hat û Parlamento hat hilweşandin.

Her wiha hemû komên çekdar û artêşa desthilata berê hatin hilweşandin û biryar hat dayîn ku artêşeke din were avakirin.

Yek ji biryarên din, hemû hêzên ewlehiyê yên ser bi desthilata berê ya Sûriyeyê û komên çekdar ên ku wê desthilatê ava kiribûn hatin hilweşandin.

Her wiha biryar hat dayîn ku roja 8ê Kanûna Pêşîn bibe “Roja Niştimanî” ku roja rûxîna rejîma Beşar Esed bû.

Berdevkê Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî yên Sûriyeyê Hesen Ebdulxenî biryarek li ser çarenûsa komên çekdar jî da ku ew jî hilweşandina hemû komên çekdar û girêdana wan a bi dezgehên dewletê ve ye.

Hesen Ebdulxenî ragihand ku biryara hilweşandina Partiya Beasê û partiyên din ên Eniya Niştimanî ya Pêşverû hatiye dayîn ku 7 partî ne.

Her wiha destûr nayê dayîn ku di bin ti navan de careke din werin avakirin û hemû pereyên wan dê ji bo dewleta Sûriyeyê vegerin.

Yek ji biryaran ew e ku ji bo qonaxa veguhêz Ehmed Şer wekî Serokkomarê Sûriyeyê hat diyarkirin û wekî serokkomar dê nûnertiya Sûriyeyê bike.

Ehmed Şer wekî serokkomar hat raspartin ku parlamentoyeke demkî ji bo qonaxa veguhêz ava bike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin