
Ehmed Şera çû Efrînê û ENKSê daxwaza parastina sivîlan û vegerandina mafan jê kir
.
Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera, serdana bajarê Efrînê kir û bi hejmarek welatiyên sivîl re civiya û rewşa jiyanê û pêşhatên heyî gotûbêj kir.
Li gorî medyaya Sûriyeyê, Ehmed Şera duh Şemiyê 15.02.2025an di çarçoveya gera xwe ya ji bo parêzgeha Heleb û Idlibê û kampên wê de, danê êvarê serdana bajarê Efrînê kir.
Şera bi kesayetî û welatiyên Efrînê, nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), çalakvan û hejmareke mezin ji xelkê herêmê re civiya.
ENKSê daxwaza parastina sivîlan û vegerandina mafan ji Şera kir
Di vê derbarê de, Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di daxuyaniyekê de belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera kir û bi hejmarek kesayetî û welatiyên Efrînê re civiya û Serokê Xwecihiya Efrînî ya ENKSê Ehmed Hesen beşdarî civînê bûn û gotarek derbarê binpêkirin û neheqiyên ku li Efrînê tên kirin kir û daxwaza çareseriyên pêwîst û danîna sînorekê ji wan binpêkirinan re kir.
Xwecihiya Efrînê da zanîn, Ehmed Hesen di gotara xwe de behsa binpêkirinên wek: Birîna dar û daristanan û serbestberdana girtiyên Kurd ên di zîndanên Efrîn, Mari, Ezaz û Hiwar Kilis de kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin jî, Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê behsa kiryarên grûpên çekdaran ên wekî sepandina bacan li ser welatiyan, girtina koçberên Kurd ên ku vedigirin ser mal û milkên xwe kir û daxwaza dîtina çareseriyên pêwîst ji van kiryar û binpêkirinan re kir.
Herwiha Ehmed Hesen daxwaz ji Ehmed Şera kir ku hikûmeta nû desthilatdariya xwe berfirehtir bike, ta ku Efrîn ji rewşa hebûna grûpên çekdaran xilas bibe, da ku yasa, dadmendî û wekhevî pêk were.
Şera sozê dide welatiyan
Li gorî şopîneran, “Serdana Ehmed Şera bo Efrînê peyameke zelal e ji Kurdan re, bi taybetî ku ew yekem serdana wî ya navxweyî bo navçeyên Sûriyeyê ye bi taybetî yên kurdî.”
Jêderekî din ji Efrînê got: “Şara di serdana xwe bo Efrînê de komek soz dane xelkê, wek parastina sivîlan û nehiştina her êrîşekê li ser wan û herwiha vegerandina mal û milkên welatiyan.”
Wî jêderî diyar kir jî, Serokê Qonaxa Veguhêz “niyeta xwe ya avakirina odeyekê ji bo wergirtina giliyên welatiyan” nîşan da û soza dabînkirina dadmendiyê û vegerandina mafên xelkê da.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin