Ekmen îro li 42 qehwexaneyan gerîya
Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen, îro serdana 42 qehwexaneyan kir.
A+A-
Îro 25ê Adarê, bi çerçoveya xebatên hilbijartinê, Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat Mehmet Feyyaz Ekmen, digel komîsyona hilbijartinê, çû serdana 42 qehwexaneyan.
Di serdanê de Feyyaz Ekmen, bi hezaran Batmanîyan re bi rûbirû têkilî danîn û behsa projeyên Tifaqa Welatperwer û Demokrat kir û pirsên wan bersivandin.
Li qehwexaneyan, Namzetê Serbixwe yê Batmanê Feyyaz Ekmen, rastî pêşwazîyeke germ hat û meraqdaran pirs lê kirin û Ekmenî jî behsa projeyên xwe kir.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin