
Elektrîk biha bû: Berhem li ber hişkbûnê ne û cotkar nikarin av bidin
.
Li Bakurê Kurdistanê bi bihabûna elektrîkê re di vê hişkesaliya ku êdî berhem li ber hişkbûnê ne, cotkar nikar erdên xwe av bidin.
Saziya Rêkxistin û Birêvebirina Bazara Enerjiyê ya Tirkiyê (EPDK) biha zêde kir.
Saziya Rêkxistin û Birêvebirina Bazara Enerjiyê ya Tirkiyeyê (EPDK) ji 5ê Nîsanê pê ve elektrîka malan ji sedî 25, ya saziyên fermî ji sedî 15, ya pîşesaziyê ji sedî 10 û ya çandiniyê jî bi ji sedî 12.4 biha kir.
Saziyê sedema zemê jî wekî zêdebûna lêçûnên berhemhênan û dabeşkirina elektrîkê destnîşan kir.
Ev zema nû dê bandora herî mezin û neyînî li kerta çandiniyê bike.
"Divê dewlet ji bo cotkaran ji sedî 50 daşikandin bike"
Serokê Odeya Çandiniyê ya Çinarê Cevat Delîl li ser bihakirina elektrîkê wih got:
"Lêçûnên me hemû zêde ne, îca lêçûnên elektrîkê ji hemûyan zêdetir in.
Dema dewlet bihayê elektrîkê zêde dike, divê ji bo cotkaran erzantir bike.
Sala par daşikandina elektrîkê ji bo cotkaran ji sedî 30 bû, divê îsal bikin ji sedî 50.
Ji bo ku em karibin cot bikin, em karibin gubrê bikirin, derman bikirin, em karibin pemboyê xwe, cehê xwe, genim û garisê xwe berhem bînin, bifroşin û tê de kar bikin."
Li Amedê 7 milyon donim erdê çandiniyê heye ku li 3 milyon donimên wî erdî çandiniya avî tê kirin.
Ev sala ku ji ber nebûna baranê tirsa jinavçûna berheman ketiye dilê giştî cotkaran.
Li gel lêçûnên zêde yên din mesrefa elektrîkê jî ji bo cotkarên ku avdaniyê dikin bûye cihê xofeke mezin.
"Qezenca me nemaye"
Cotkar Mehmet Yildirim ji bihabûna elektrîkê gazinên xwe wiha tîne ziman:
"Ev garisê me 250 donim e. Em dê 12-13 caran av bidin. Em dixwazin ji me re erzanî bikin.
Ev zema ku kirine zêde ye. Tu qezenca me cotkaran tune ye. Di rastî de me êdî dev ji hesabê berdaye.
Em elektrîkê dihesibînin, em îcarê dihesibînin, gubrê dihesibînin, karkeriyê dihesibînin.
Werhasil êdî em jî nizanin, em dê 12-13 caran av bidin û bîçerê berdin nav û di dawî de em dibînin ku rû û astar hev dernaxin. Yanî tu qezencek me nema ye."
"Em nikarin bi dilê xwe av bidin"
Cotkar Mehmet Coşkun diyar kir, "Barê cereyanê li me giran e.
Ji tirsa cereyanê em nikarin bi dilê xwe av jî bidin. Em dibêjin hema bila berhemê me neşewite."
Cotkar Sînan Dûva wiha axivî, "Her tişt zem dibe. Elektrîk zem, tov zem, genim zem.
Her tişt zem dibe lê ji me re fiyet tune. Genim belaş e."
"Em ji binî dernakevin"
Cotkar Remezan Akbûdak got: "Em donimeke erdê bi 2 hezar lîreyî îcare dikin, lê serê donimê 3-4 hezar heqê elektrîkê ji me re tê.
Me berê dema erd ji xwe re îcare dikir me elektrîkê ji xwe re wekî bar nedidît û nedihesiband.
Ha genim, ha pembo ha ceh ferq nake, mesela sê sal in fiyeta pembo wekî xwe ye.
Her tişt ji sedî sed zem tê serê, di salê de nebe jî ji şeş mehan carekê her tişt zêde dibe. Yanî cereyan jî a rast em ji binî dernakevin."
Di demeke ku ji ber enflasyonê xerciyên her kertî qat bi qat zêde bûne, cotkar jî ji bo berdewamiya çandiniyê ji wezareta pêwendîdar daxwaz dikin ku di elektrîka çandiniyê de ji bo wan daşkandin were kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin